1. nivîskarekî tirşikê yê nû ye. kirdkî/zazakî zane ye. bi xêr hatîye. |
|
2019.11.26-00:29 |
berxweda
![]() |
3. Lazîm o ke nûskarê bi zone ma nûşnaye rê vajime |
|
2019.11.26-09:36 |
cinorek
![]() |
4. Kajav: min vî navî cara yekem li gevera colemêrg bihîst. Lê geverî jî piraniyan wan wateya navî nizanin. Navê kurê hevalekî min e. Tê wateya “guşî” guşî tirîyan. |
|
2019.11.26-09:37 ~09:38]|
kajav
![]() |
5. nivîskarê ku do li tirşikê qeyd bûye. |
|
2019.11.27-00:19 |
brusk56
![]() |
7. Tirşikvanekî hevnasîn û hevaltiya me bi awayekî sanal çêbûye û piştre rûbirû dewam kiriye. Ez bi saya wî bûm endamê tirşik.net'ê spas dikim. camêr herdû zaravayan jî baş dizane. Ma bavê min jî Zaza bûya minê zazakî bizaniya* |
|
2020.03.19-18:29 |
xabûrî
![]() |
8. Zazayek amedî ye. Pîvazhezekî hêja ye* zazakîya wî gelek zelal û pak e. Bi xwendina peyamê wî yê zazakî gelek kêfa min tê. Dest û zimanê wî sax be. Ganê wê weş bo, merdimek zaf delal o seyî hebî engurî o* |
|
2020.03.20-02:34 ~10:02]|
rizgarm
![]() |
9. Serê xwe li ber wî ditewînim. Ji ber ku kasek berê di sîteya 1000kitap.com ê şîroveyê wî meyze kir û min dît ku Kîjan mirovê kurd dîtibe li bin parve kirina wî/wê de wî/wê kesê dawetê tirşikê kiriye. Lê kurdên me dîsa guhên xwe girtin e mixabin. Lê dîsa jî ez hevalê kajav pîroz û tebarek dikim. Keda wî pîroz e. |
|
2020.06.12-20:40 ~2020.06.13 14:04]|
yûsiv
![]() |
10. Bi kurmancî jî bi zazakî jî baş dinivîse. Zêde ji zazakî fêm nakim lê ku nivîsên wî yên bi zazakî dibînim bi taybetî dixwînim. Û îtîraf dikim ku tim çepikan didim nivîsên wî yên zazakî * her hebe * |
|
2020.07.08-21:38 |
berijahr
![]() |
11. Bi têbinî û pênaseyên di bin nivîsê xwe de gelek bala min kişandiye û ez kêfxweş kirime. Bi rastî niha mîna brûskê tiştek di hişê min de lê ket. Nizanim bloga wî heye an nîne xwezî mîna van nivîsê xwe û hebekî din dirêjtir û bi heman şêweyî binivîsanda û me kêf û zewqek bêhempa ji van nivîsê wî bigirta. Ka bila vê pêşniyarê bifikire* |
|
2020.08.06-00:48 |
rizgarm
![]() |
12. nivîskarê ku îro min ew bi tesadûfeke nuwaze dît û roja min pê geş bû * telefona wî li ba min hebû lê me hîç rûbirû hev nedîtibû. ez ê ji qoserê biçûma mêrdînê û li rawestgehê bende bûm. yek hat û ji min re pirsî erebeya mêrdînê ji vir diçe min jî got belê. dûre min di hişê xwe de got yaw ev dişibe kajavî. ew jî di heman gumanê de bû: gelo ev ne keyomerd be? dûre min lê nerî telefona xwe bir ber guhê xwe û telefona min lê ket. kajav digeriya * piştî vê kêliyê em her du jî tê gihiştin ku ez keyomerd im û ew kajav e. piştî wê em bi hev re çûn mêrdînê û em peyivîn. qaşo ez hatibûm mêrdînê ku biçûma ba hevalekî xwe yê ereb, lê min got ji devla ez biçim ba wî û tirkî bipeyivim, li ba kajavî bimînim û kurdî bipeyivim. mirovekî gelek hêja ye, ez vexwendim mala xwe jî. em bîstekê li mala wî jî rûniştin. û ez fêr bûm ku xabûrî jî pê re dijî lê wê kêliyê ne li malê bû. xwezî min ew jî binasiya. divê ez rojeke din werim û li mala we bimînim ha va ez ji we re dibêjim * |
|
2020.12.18-17:57 ~20:45]|
keyomerd
![]() |
13. Camêrek pir xwîngerm û jêhatî ye. Ji ber ku bi eslê xwe zaza ye lê kurmancî fêr bûye, ez wî ji xwe jêhatîtir dibînim. Lewra hîn ez zazakî fêr nebûme./ piştî em ji 15.11.2020 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê belav bûn berê xwe da me û ferhenga şikestî(ew jî bi eslê xwe zaza ye) û got "emanetî homa bo " ( bawerim tiştekî weha bû) agir bi dilê min xist. Xwezî şikestî pê re bi dimilkî axaftibûna. Heya ez çûm malê ji bîra min derneket. |
|
2020.12.19-15:44 ~15:49]|
tîrêj zana 21
![]() |
14. Law ma ji xwe piştî civînê ew hat mala me û em bûn hevalên malê (-_-) |
|
2020.12.20-16:18 |
xabûrî
![]() |
![]() |
ji min werê [1] |
![]() |
tirşikvanên ku zoom skype instagram û whatsappê bikar nayênin [2] |
![]() |
ender peker [1] |
![]() |
gotina rojê [1] |
![]() |
meral akşener [1] |