Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
kajav - tirşik
kajav
(32) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskarekî tirşikê yê nû ye. kirdkî/zazakî zane ye. bi xêr hatîye.



26.11.2019 00:29 | berxweda

2. Lazîm o ke nûskarê bi zone ma nûşnaye rê vajime
to xêr ama.
Behdê kurdane Xeylê wext bi ke kes tîa de zazakî nenûşt.



26.11.2019 09:36 | cinorek

3. Di heman demê de Cureyekî tirî ye.



26.11.2019 09:37 ~2021.11.21 20:42 | kajav

4. nivîskarê ku do li tirşikê qeyd bûye.
leza wî a adaptasyonê bi rastî jî gelek gelek baş e.
xûya ye beriya di tu ferhangan de nivîskarî nekiribe jÎ gelek xwendiye.
anyway, bi xêr hatiye.



27.11.2019 00:19 | brusk56

5. Tirşikvanekî hevnasîn û hevaltiya me bi awayekî sanal çêbûye û piştre rûbirû dewam kiriye. Ez bi saya wî bûm endamê tirşik.net'ê spas dikim. camêr herdû zaravayan jî baş dizane. Ma bavê min jî Zaza bûya minê zazakî bizaniya*



19.03.2020 18:29 | xabûrî

6. Zazayek amedî ye. Pîvazhezekî hêja ye* zazakîya wî gelek zelal û pak e. Bi xwendina peyamê wî yê zazakî gelek kêfa min tê. Dest û zimanê wî sax be. Ganê wê weş bo, merdimek zaf delal o seyî hebî engurî o*



20.03.2020 02:34 ~10:02 | rizgarm

7. Serê xwe li ber wî ditewînim. Ji ber ku kasek berê di sîteya 1000kitap.com ê şîroveyê wî meyze kir û min dît ku Kîjan mirovê kurd dîtibe li bin parve kirina wî/wê de wî/wê kesê dawetê tirşikê kiriye. Lê kurdên me dîsa guhên xwe girtin e mixabin. Lê dîsa jî ez hevalê kajav pîroz û tebarek dikim. Keda wî pîroz e.



12.06.2020 20:40 ~2020.06.13 14:04 | yûsiv

8. Bi kurmancî jî bi zazakî jî baş dinivîse. Zêde ji zazakî fêm nakim lê ku nivîsên wî yên bi zazakî dibînim bi taybetî dixwînim. Û îtîraf dikim ku tim çepikan didim nivîsên wî yên zazakî * her hebe *



08.07.2020 21:38 | berijahr

9. Bi têbinî û pênaseyên di bin nivîsê xwe de gelek bala min kişandiye û ez kêfxweş kirime. Bi rastî niha mîna brûskê tiştek di hişê min de lê ket. Nizanim bloga wî heye an nîne xwezî mîna van nivîsê xwe û hebekî din dirêjtir û bi heman şêweyî binivîsanda û me kêf û zewqek bêhempa ji van nivîsê wî bigirta. Ka bila vê pêşniyarê bifikire*



06.08.2020 00:48 | rizgarm

10. nivîskarê ku îro min ew bi tesadûfeke nuwaze dît û roja min pê geş bû * telefona wî li ba min hebû lê me hîç rûbirû hev nedîtibû. ez ê ji qoserê biçûma mêrdînê û li rawestgehê bende bûm. yek hat û ji min re pirsî erebeya mêrdînê ji vir diçe min jî got belê. dûre min di hişê xwe de got yaw ev dişibe kajavî. ew jî di heman gumanê de bû: gelo ev ne keyomerd be? dûre min lê nerî telefona xwe bir ber guhê xwe û telefona min lê ket. kajav digeriya * piştî vê kêliyê em her du jî tê gihiştin ku ez keyomerd im û ew kajav e. piştî wê em bi hev re çûn mêrdînê û em peyivîn. qaşo ez hatibûm mêrdînê ku biçûma ba hevalekî xwe yê ereb, lê min got ji devla ez biçim ba wî û tirkî bipeyivim, li ba kajavî bimînim û kurdî bipeyivim. mirovekî gelek hêja ye, ez vexwendim mala xwe jî. em bîstekê li mala wî jî rûniştin. û ez fêr bûm ku xabûrî jî pê re dijî lê wê kêliyê ne li malê bû. xwezî min ew jî binasiya. divê ez rojeke din werim û li mala we bimînim ha va ez ji we re dibêjim *



18.12.2020 17:57 ~20:45 | keyomerd

11. Camêrek pir xwîngerm û jêhatî ye. Ji ber ku bi eslê xwe zaza ye lê kurmancî fêr bûye, ez wî ji xwe jêhatîtir dibînim. Lewra hîn ez zazakî fêr nebûme./ piştî em ji 15.11.2020 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê belav bûn berê xwe da me û ferhenga şikestî(ew jî bi eslê xwe zaza ye) û got "emanetî homa bo " ( bawerim tiştekî weha bû) agir bi dilê min xist. Xwezî şikestî pê re bi dimilkî axaftibûna. Heya ez çûm malê ji bîra min derneket.

Wekî din jî qet behsa xwe û xabûrî nekir ku ew di heman malê de dijîn*



19.12.2020 15:44 ~15:49 | tîrêj zana 21

12. Law ma ji xwe piştî civînê ew hat mala me û em bûn hevalên malê (-_-)



20.12.2020 16:18 | xabûrî

13. sedema qeydbûna min ya li tirşikê ye.

berî niha bi salek û nîvê. me hevdu li ser instagramê dişopand.
wî tirşik peşniyarî min kiribû, min berî wî jî dizanî bû lê ji ber pirsa dawî, wek gelek kesan pirsgirêk derdiket pêşiya min, min jî dev jê berda bû. Bi saya wî wê carê xwe qey kiribû.
Bnrtirşikvan çawa bi tirşikê hesiyan/123205

Her hebî pismam *



02.05.2021 04:41 ~2021.06.19 08:40 | merwano

14. Nivaskarê dimilî û xwînşêrîn e. Bi qasî ku hatiye gotin li mêrdîn digel xabûrî dijî. Divê ew û xabûrî teqez min vexênin mala xwe an li mêrdînê civînekî saz bikin*



13.06.2021 19:16 | tîrêj zana 21

15. nivîskarekî kirmance û dema ez bûm endamê tirşikê xêrhatinek da min, qasî ez wî li ser vê rûpelê û twitterê dişopînim dibînim ku fikir û gotinên wî jî pir xweşin.
wek gotina tîrêj zana 21 jî zehf xwînşirîne û qeşenge *)



13.06.2021 21:54 | doesntmatter

16. Di serî de spasîya tîrêj zana 21 û doesntmatter dike. Mala me ji hemî tirşikvanan re vekirî ye. * civîn jî di fikrê me de hebû Lê wan qedexeyan rê li ber me neda. Pêşerojê de em ê pêk bînin.



14.06.2021 23:04 | kajav

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» kajav

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî