1. Modeleke ji saetên casioyê ye.ez bi xwe jî vê saetê bikartînim.pirr pratîk û sade ye.profîla bikarhêrên wê bala meriv dikşîne.gerîlla, leşker, usame bîn ladîn.. |
|
26.11.2019 17:38 ~18:07 |
bayesar
|
2. modelek qedîm e. dema biçûk bûm, xeyala min bû ev saet. min gelek li ber xwe da û ji kevnefiroşekî yekî kevin û şikestî peyda kir. jê re qayîşek dît û bi zemqê pê ve danî. min gelek jê hez dikir. |
|
26.11.2019 18:05 |
simurg56
|
3. Saeta min î yekem e. Rojêkî apê min saetek anîbû. ez û kurmeta min di temenê hev de bûn. Apê min gazî me kir. Gote ez ê çend pirsên matematîkê ji we bikim, kî bizane ez ê saetê bidim wî. Saet bû ya min. * û niha matematîka min qet tune ye. Bawerke min tevî li wir bo saetê xerç kir! * |
|
26.11.2019 22:47 ~22:47 |
xwelî li ser
|
5. Saeta ku bona ez biçim ber golika apê min ji min re kiribû (way li min 14 sal berê) |
|
26.11.2019 23:46 |
seryasêdilşûşe
|
6. Modeleke markaya casio ye ku demjimêrçêkerek efsaneye. Ev model demjimêr dema ket piyasê gelek populer bû hê jî tê firotin. Bawerim niha yên temenê wan di navbera 20î heya bi 40î heyala wan ya zarokatiyê bû ku yek ji van demjimêran bixe destê xwe. |
|
26.01.2022 14:40 ~15:10 |
tîrêj zana 21
|
7. 17-18 sal berê, Dema ku min ji bo azmûna zanîngehê re amade dikir ev yeka li min û hemû hevalên min hebû. |
|
27.01.2022 05:41 |
cinorek
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |
|
dîsfajî [1] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [1] |