1. Çiyayekî volkanîk e ku di navbera mêrdîn, riha û dîyarbekirê de ye. |
|
27.11.2019 00:01 |
dewbir
![]() |
2. Çiya û herêma ku bi kultura xwe aîdê sêwregê ye.lê sêwreg jî aîdê amedê ye ne yê riha. |
|
27.11.2019 00:22 |
bayesar
![]() |
3. Birincê wî navdar e. Libên wan nedirêj in, Kinik in û zû hûr dibin. Rengê libên wan ne sipspî ye. Spîya wan hinek çilmisîye, piçek zerîn an jî gewr e. |
|
27.11.2019 00:32 ~00:37 |
mirovekirind
![]() |
4. Warê Derwêşê Evdî ye. Di navbera Amed û sewregê ye. |
|
27.11.2019 00:33 |
hesinkar
![]() |
5. Her cara ku ji Wêranşarê diherim Amedê an ji Amedê têm ji qerexa Qerejdaxê derbas dibim. Biharê de berfê ku dihele û jîyana ku nû destpê dike bi rastî tabloyeke bêhempa û bedew tîne holê. Û di gohê min de Şakiro ji bo Derwêşê Evdî distre ku Derwêş jî bi hespa xwe bi me re dibeze. Û di huşê min de Ahmed Arîf: |
|
27.11.2019 11:00 ~2021.08.24 00:23 |
rizgarm
![]() |
6. çîyayekî gelek fireh e. di eslê xwe de bilind e jî lê belê ji ber ku hêdî hêdî bilind dibe, mirov li bilindahîya wê nahese. |
|
27.11.2019 21:15 ~21:15 |
simurg56
![]() |
7. Navê çiyê weke gilîdax û kurdax balkêş e. dibêjin -dax ji bo çiyayên wolkanîk dihê karanîn. gilîdax/52280 |
|
17.04.2021 08:28 ~08:29 |
ezcan
|
8. Qerejdax, yek ji volkanê mertal e(shield volcano) . |
|
24.02.2023 00:49 ~00:50 |
merwano
![]() |
9. Ji bo tenêtiya wê çiyayê di rîwayetan de tê gotin ku wexta ku Xweda dinya çêkir, çiya hemû belavkirin, Qerejdax giriyaye û gotiye: "Ey Rebb il-Alemin! Te hemû çiya ji min dûrxistin. Te ez tenê hiştim li vir!" Û Rebb il-Alemîn got ku: "Lê tu tenê li vir ma û ez ê navê te pir xweş û şêrin bikim |
|
13 roj berê 12:00 |
cinorek
![]() |
![]() |
fatih altaylı [1] |
![]() |
replîkên lo dublajê [1] |
![]() |
hetîketiyên zarên mala barzanî [1] |
![]() |
logoya tirşikê ya bi nivîsa "10 salî" [1] |
![]() |
swêd [2] |