Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
tiktok - tirşik
tiktok
(11) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. sepanekî têlefonê ya çînê ye. di ios û androidê de dixebite. di îlona 2016ê de derketiye bazarê.

ji ber ku gelek ciwan jî tê de tişt û miştan parve dikin, hêdî hêdî şîrketên mezin jî hisaban vedikin.

Here lînkê



27.11.2019 17:23 | wiha wilo wisa

2. sepana ku heya niha min qet lê nenêrîye. hetta ez vîdeoyan wan yên ku dikevin twitterê jî temaşe nakim. Lê careke ew a ku yekî digot ''mezrakutan'', min ew temaşe kiribû sdfg



27.11.2019 18:04 | gulêê

3. Min demek vîdyoyên vê sepanê yên amerîkî taqîb dikir.vîdyoyên ofansîf gelek komîk bûn.lê gava tu li yên tirkiyeyê dinêre tu dibînî ku hemû sergo ne.



27.11.2019 18:28 | bayesar

4. li tirkiyê bawer im piranî kurdên me bikartînin. Ez dibêm qey hemû bêmêjû li wir kom bûne. mînakek bidim de ka binêrin asta mejûya wê keçikê Here lînkê



27.11.2019 18:42 | kajav

5. Ew sepaneya ku çiqas însanên ker û kêmaqil heye tê de ne



27.11.2019 19:06 | seryasêdilşûşe

6. wextekî di youtubê de beriya hemî vîdyoyan reklama vê qizzulqurtê derdiket. hîn mirov ji behican û hêrsan nedixwest biketa youtubê. axirî reklamên wê yên berradayî xelas bûn lê ew reklam li dû xwe civateke embesîl û ehmeq hêlişt.



27.11.2019 19:22 | ferhenga şikestî

7. Mixabin cihê bêhiş û hovan e.Bi taybetî ciwanên kurd bi kar dînin.Çiqas kesên bêhiş hene têde ne.Kesên ku di jîyana xwe de yek peyvek kurdî naaxivin li vir hemû postên wan kurdî ye , a dilê me diêşîne ev e.



27.11.2019 22:42 ~22:44 | mêrxasê serhedê

8. bi qasê min ji derdorê dîtî, navenda henek û vîdeoyên bêqalîte ye lê;
heyran ma ne herkes ji wê aciz e ku kesên ji vê çandê an jî di vê astê de tên û facebook, twitter an jî malperên din yên medyaya sosyal xerab dikin. ê nexwe bihêlin bila hemû kesên wilo, bila ji xwe re di nav xwe de keyfê bikin û hûn jî sîxê xwe di wan re nekin.
te dît çawa dinyayê xwe ker kir dema hemû cîhadîstên dinyayê berê xwe didan sûrî. hemûyan digotin haaa hah, bila ji nav me derkevin, hema bila biçin çi bi hev re bikin bila bikin. bi vî awayî hemû cîhadîstên dinyayê li îdlîbê kom nekirin?
vaye ew ên ku hûn di facebookê fîlan de jê aciz bûm, di tiktokê xwe berhev bûne. xwe ker kin.

di vê navberê de ne tiktok, ne twitter û qadek din ya medyaya sosyal bi kar naynim.



28.11.2019 18:25 | simurg56

9. Min tu carî kar pê nekir. Lê xuya ye li cîhanê ba û bahoz radike. trump çend meh berê ev sepan jî texistibû nav şîrketên li dijî ewlehiya dya-yê. Ya rast ne xema min e van Mueyîdeyên ehmaq lê ji paceyekê din heq didim dya. ji ber ku hemû malper û sepanên reh dya û ewropî li çînê qedexe ne yan jî li bin sansûreke giran in. Bi vê globalîzmê pir rû dane çînê, ne ji bo xêrxwaziyê bo mêtîngeriya ser qeweta nifûs û madeyên çînê yên erzan û bi gihiştina van derfetan, çîn jê xwest ku ji aliyê demokrasiyê ve neyê rexnekirin. Lê wan neriya, çîn hêdî hêdî dibe mêrê dya û Ewropayê, çavê dya tirsiya, devjêberdana jendermeyî naxwaze û ji ber wê dixwaze çînê bisekinîne lê ew trên ji zû de ye ji vê stasyonê derbas bû. Her wiha ev pirsgirêkek din e.



30.11.2019 14:35 | biruya hayao miyazaki

10. her ez dibînim hin tiştên ne baş hatine nivisandin di derheqê tiktokê de, lê ez wisa nafikirim.

ji bo zarok û xortên kurda sepaneke gelek baş e, ji ber ku qet nebe videoyên xwe bi kurdî çêdikin û bi vî awayî kurdî berfireh dibe, heta niha tu sepanekî de tiştek wisa çênebû.

ez bala xwe didim tiktokê zarok, xort û ciwanên kurd bi kurdayetiya xwe serfiraz in û em tev dizanim ew jî tiştekî gelek balkêş û girîng e.

bi taybetî keç û zilamên cihan, bi kurdî diaxivin, disitirin, parvekirinan dikin û kurdbûna xwe derdixin pêş, ne bes e lê gelek girîng û delal e.



01.04.2020 05:47 | afa

11. tiktok bi çav gelên dinyayê war û meskenê kera ne .
lê ji bo kurda ne wisa ye her social media dibistanek kurda ye , ez fêrî alfaba kurdî bûm li ser komek a înstagramê .
ev ê dom bike heta xelas bibe bindestîya me



02.04.2020 00:19 | shwinsherm

12. sepana go min tê da videoyekî kurmancî nedîtiye ye. Hin nivîskar qala videoyên kurmancî dike lê min qe rasta wan nehat. Hema bi tirkiya xwe yî xeraba videoya dikşênin û hew. Go birastî jî hemu kurd bi kurmancî video çê kiriba wê bandorek gelek baş çê bûba ser zimanê kurdî.



05.12.2020 23:05 | hueyn

13. bikarhênerên kurd gelek in. Kesên ku asta perwerdehiya wan ji lîseyê maye xwe spartine vê sepanê. Pere jî qezenç dikin. Ji ber vê ye çi tiştên beredayî hebe diceribînin.



01.08.2021 23:31 | kajav

14. [Dema xwendina vê nivîsê 14 xulek e]

Sepaneke vîdyoyên kurt lê tên barkirin ku kurdên me yên tirkmanc li vê dere xwedî gelheyeke qerase ne. Dema min wê grafîka rêjeya axaftina kurdî li bakur ya ku ev çend roj e li twîterê tê belavkirin dît, Ev serê sê roj e, min jî nêt kir ku xwe bere nav civaka gelê me yê tirkmanc bidim û li gor xwe lêkolînek civakî û sosyolojîk bikim da ku hal û wextê kurdan yên ku rêjeya axaftina zimanê zikmakî daketiye heya bi %20î hîn bikim. Ji loma platforma herî guncaw ya ji bo vê lêkolînê tîktok bû. Min rabû ji xwe re hesabeke sixte vekir û ketim pey şopa tirkmancên me. Lê belê dîmenên ku min dît qet xweşa min neçûn. Ez jî bûm weke wî xebatkarê tiktokê ku di darîkirin û tespîtkirina vîdyoyên ne li gor pîvanê tîktokê de dikebitî ku dozek tazmînatê li tîktokê tomar kiribû. Çiku wî gelek vîdyoyên tacîz, destdirêjî, kuştin, komkuştin, fetîş û satanîstî darî kiribû û ev yek psîkolojiya wî xera kiribû. Erê elawekîl ez ji vî camêrî xerabtir bûm. Min bi sedan kurtevîdyo darî kirin û derûniya min jî ji ber van tirkmancên me xera bû. Weleh ezê jî doza tazmînatê li kurdan tomar bikim.( rûdaw dibêje tomarkirin, ezê jî weha binivîsim. Xweştir dibe)

Abstract........

Keywords.. ...

Henek law henek! Ma xopanê ne gotar e.

Belê ji bo vê lêkolînê min bi saetan wextê xwe xerc kir, bi cîgabaytan înterneta xwe bir û derûniya xwe jî pê re xera kir. Lê berî ku di wê kanalîzasyonê de giyanê xwe ji dest bidim, min karî jê birevim û vîdyoyên lê darîkirî di bin çend heb sernavan de tesnîf bikim û li hember civakê bibim xwedî fikrekî û herweha ji xwînerên tirşikê re berhemek hêja amade bikim. Niha emê dest bi tesnîfkirin û vegotina kobayên di vê cerb û lêkolînê de hatiye bikar anîn bikin:

1-Yên ji dûr ve ber bi kamerayê dimeşin

Bawerim berbelavtirîn teknîka girtina vîdyoyên tîktokê ye. Sê awayê birêveçûnê hene. Yek jê di gel muzîkekê weke şehtikan dest û milên xwe dihejînin û bi ser kamerayê ve dimeşin. Ya din jî ewe ku ji dêlava muzîkê gotinên arabesk tê xwendin û dîsa wekî ku ev rêzikeke zêrîn be weke şehtikan dimeşin. Yek jê jî meşa bi komkî ye. Tibabek kobay li ber hev û li ser hev ber bi kamerayê ve bi şehtikî dimeşin. Weke opsîyon car û baran li paş kesê meşêr hinek xwe ji ser dîwaran hiltavên an di cihde weke kebokên mêrdînê teqla li xwe dixin. Yanê bawerim di vira de armanç ewe ku kobayê me dixwaze nîşan bide bê ew ne astengdarê laşî ye û kare bimeşe, çiku ew astengdarê mêjî ye.



2-Yên li pêş qamerayê bi tenê direqisin

Ev cûre teknîk dupayî aîdî keç an jina ye. Kamera li cihekî sabît e û kobaya me bi qasî metreyekê dûrî kamerayê xwe diricifîne, dans û reqsê dike an dilîze.


3-Xizêm

Xişr an zîneteke jêneveger ya keçên tirkmanc e. Piranî vîdyoyên di bin vê kategoriyê de ji pazdeh santîma dûrî serçav tên kişandin da ku xizêma wan baş bê dîtin û bêhtir "kurdewar" bibin. Car caran di gel xizêman pîrsîng jî têne kombînkirin.


4-makyaja zêde

Bi tena serê xwe ne mijarek e, çiku ev kirar digel taktîk an taktîkan tê bikar anîn. Yanê belê kobaya me ya bijartî makyajek ji edetderketî serçavê xwe diseyêne û di gel van taktîkên me li jor û jêr behskirin vîdyo dikêşe.


5-Karaoke

Yek ji berhemdartirîn taktîka dema nûjen* ya kobayên me ye ku bi rolek amator vîdyo pê tê kişandin. Piranî li paş stranek lê dide û kobaya me a ku îhtîmalek mezin (li tirşikê ev cara duduya ye vê peyvê bikartînim) bi yek ji wan mijarên me yê 3 û 4ê kombîn kiriye, dev û lêvên xwe dilebitîne û caran jî porê xwe ji ser ruyê xwe dide alî û ber bi paş de hildipekîne, vîdyo dikêşe.


6-tirkmancî

Taktîkek alîkar e. Ji bo her cûre vîdyo kare bê emilandin û vîdyoyê bêhtir "komîk" dike. Ev cûre taktîka alîkar, ji aliyê xortan ve ji bo gotinên arabesk dihê bikar anîn. Weke nimûne: " me ji bav û kalên we ra serî danenî ûla, emê ji çaqal û çûqûkên mîna we re deynin", " dinyanin îçînde tirkiye, tirkiyenin îçînde agri, agrinin îçînde ben, benîmde îçîmde sen varsin, gula min", "yekî min îhbar kiriye, orispî çocixlerî", " dişarda qar, îçerde ruzgar, ez ji te hez dikim, dinyalar qadar"


7-dijûnên kurmancî

Ji bo maddeyên yek û diduya rêbazeke alîkar e. Di gel meşekê yan wekî ku li madeya diduyan hatiye gotin bi tena serê xwe kobayê me dijûnek sext yê wekî " diya xayina nim" dike û piştî wê gelek vebijêrk hene ku biemilîne. Hinek ji wan ev in: destê xwe radikin û nîşana zaferê dikin, keneke sixte datînin ser ruyê xwe û "slow motion" (kişana hêdî- tevgera hêdî) dikin, yan dest û lebatên xwe bi lezek zêde lê bi qasî ku jê neqete dihezînin, dilivînin.


8-yên xwe feqîrok û belengaz dikin

Dikin ku giriyê kafiran bi xwe tînin. Bawerim van hereketan ji çîniyan hîn kirine. Çikû hin kobayên çînê esseh jî yên temenmezin û jixweketî dibin mijara pêlîstoka ciwanên zupe û "egîdek" ji derekî dertê bê ez jî nizanim ji ku dertê, têra dilê wan zupeyan li wan dixe. Yan zarokek feqîr karê hevdana kaxizan dike, yan zarokek ku ji ber dixebite ji dibistanê dereng dimîne û mamoste jî her car bi lêdanê siza li ser disepîne ( rûdaw weha dibêje). Xêr ji xwudê rojek mamosteyê me yê lêdanvan û xedar dema diçe dibistanê, birêde dibîne ku bê ew lawik dixebite. Pê re mamosteyê me kelogirî dibe û henûn dibe. Piştî ku dîsa ders dest pê dike lawikê me yê kobay dîsa wekî her tim ji dersê dereng dimîne û jixweber destê xwe li mamoste vedike da ku lêdana xwe bixwe ku derbasî cihê xwe bibe. Lê em çi bibînin? Mamosteyê me dest bi girî dike û xwe diavêje lingê zarokê. Dar ber bi destê lawikî dibe ku ew jî li mamoste bide. Ez bawerim piştî ewqas agahdarkirin di hişê we de hin tişt xuliqîn. Vêca em werin ser yên tirkmancên me. Di vîdyoyên tirkmancên me de senaryoyek dirêj tune ye. Piranî pîrek temenmezinî ketî dibe mijara vîdyoyê ku lawikê me yê "hurmetkar û şîrhelal" xwe yan diavêje lingê wê pîrê û dest bi maçikirinê dike ku îhtîmalek mezin dayika wî ye, yan jî pîrê hildide ser pişta xwe û wê digerîne. Di paş de jî muzîkeke gurçikê mirovan diesirîne lêdidin.


9-Govend

Mijara sereke ya vîdyoyên kurmanc û tirkmancên me ye. Ji %91.7ê vîdyoyên ku li ser navê kurdan tên hilberandin, govendekê yan jî muzîka govendekê dihewîne. Li gor vê hişmendiya nûwaze ya ku ji labratuwarên enqerayê derketiye kurd=govend e. Herçî bikarhênerê vê tîktoka "rengîn" li ser kurdan vîdyoyek amade kiribe, miheqeq û teqez destê xwe li vê taktîkê gerandiye. Vêca ev taktîka gewre bi sedan şêwaza bikaranîna wê hene. Yek jê ji bo ku kobayê me bêhtir balê bikşîne û karibe bikeve "keşfetê" ( têrmek di nav tîktokvanan de berbelav e ku tê wateya vîdyoya wî bikeve nav vîdyoyên herî zêde hatine darîkirin û nivîsbariya sepanê wê vîdyoyê bo bêhtir bikarhêneran pêşniyar bike) heya karibe û bi qasî hêza galîleya xwe divê tevgerên tewş, şehtikî û xêtikî bike. Ma hûn yê ku di govendê de demançê diteqînin dixwazin? Yan yê ku pirya dilîze bêhiş dikeve dixwazin? Yan yê ku derdikeve ser defê û direqise, yan yê ku tevgerên qet eleqeya wan bi govendê re tuneye dikin. Her cûre pisporiya xwe di vê mijarê de bi destpêşxeriya xwe diceribînin û serkeftinê misoger dikin*


10-şeml an ji devê wan pûşî

Nîşaneya "kurdbûnê" ye. Ger bixwazin vîdyoyek "kurdewar" ango "yurtsever" bikêşin miheqeq wê şemlek li dora stuyê wan, li serê wan yan jî li nava wan badayî be. Belkî dema govendê bigrin weke destmalê jî biemilînin.



11- yilmaz guney û ehmet kaya an yilmaz kaya


Du kesên ku dibin mijara vîdyoyên kobayên me. Yek jê bi deng û awaza xwe ku ev ehmedo ye, yek jê jî bi listîkvanî an bi wêneyê xwe dibe mijara vîdyoyên tirkmancên me yên "ortax vatancî". Çawa? Carnan wêneyek yilmaz guney an sehneyek wî ku "raconê" li xelkê -piranî li zupeyan- dibire, edît dikin û li şiparê wê jî stranek ehmed di berde lê dixin. Yan kobayê me tîşortek milqut yê ku wêneyê yilmaz guney li ser hatiye sepandin?* li xwe kiriye, di şipare dîsa stranek ehmedo û kobayê me vê carê replîkek ji fîlmên yilmazo dibêje. Yan jî ew mîzansena berî vêya tê tertîpkirin lê ji dêlava tîşort, wêne bi dîwêr ve eliqandiye.



12-tîktokkerên gundî

Ev cûre mexlûqatên xwudê ku ji ezameta wî sual nabe, ne kêmî tîktokerên bajarî ne. Lê ev kobayên me dixwazin gundîtiya xwe bidin pêş û ji bo vê armancê rê û rêbazên cûda disepînin. Ji van yên jin, maqyajek malşewat ku di madeya 4an de behs lê hatiye kirin, dikin û yan çêl û pez didoşin, yan hiriya nivînan dişûn yan jî li odeyek tewana wê dar û text rûdinên û çîtikekê jî didin serê xwe. Peyre karaokeya ku di madeya 5an de behs lê vebûye dikin. Ha min vêya ji bîr kir: dîsa bi wê maqyacê vê carê şelwarek pîreka li xwe dikin û nanê tenûrê lê didin. Binê bala we didim makyaca wan! Di nav ewqas kar de çenek makyaca wan jî şaş nabe ku ev jî serkeftinê misoger dike.

Îca me behsa kobayên jin kir lê yên mêr man. Başe ev mexluqatên delal çi dikin? Ma li gundê kurdistanê wê çi bikin? Yan li serê çiyayekî xwedê agirek dadide û çayek qaçax vedixwe, yan li ser bîçer û traktoran vîdyoya dîreksîyonê wê dikêşe yan jî li hespê siwar dibe û ji dûr ve di gel muzîkeke koma awaza çiya ber bi kamerayê ve hespê diajo.


13-fetîşzma çaya qaçax

Bi du awayan tê çêkirin. Yek jê birêz çaya qaçax bi haletê xwe yê cismanî midaxilî vîdyoyê dibe ku wekî me li madeya 12an behs lê kir, piranî yan li serê çiyayekê yan di şikeftikekê de li ser agirek êzinga di çaydankê elemyon de tê çêkirin û piştî dem digre berî nava îskan-qedeheke cam ya bi qulp tê dayîn. Haletê diduya yê ku hezretî çaya qaçax bi awayek îsmanî tev lê dibe jî weha ye ku, kobayên me çi jin çi mêr be ferq nake li pêşberî kamerayê, şipiya û bi qasî du gav dûrî kamerayê disekine û di gel stranek tije-remîks aforîzmayan li ser vî navê kiswet direşîne. Heçku çaya qaçaq berhema xwemalî ya kurdan be.

14-rêzefîlmên tirkî

Dîsa teknîkek tirkmancbûnê û "ortaq vatancîtiyê" pesend dike. Hin sehneyên rêzefîlmên tirkan yên du evîndaran ku jixwe hûn zanin di van rêzefîlman de ji van sahneyan bêhtir ev sehne hene, tên edîtkirin û di paş de stranek kurdî tê lêdan. Piranî di van sahneyan de ev evîndar gotinên evînî ji hev re dibêjin û an hevdû hembêz dikin an jî bi hev şa dibin. Ger kobayê me hinek pispor be, wek opsîyon gotinên ji devê wan derdikevin lê subtitle an binnivîs dikin.




Belê ji min ewqas xwînerên ezîz. Ger we heya niha xwendibe weke min pêdiviya çûyina psîkologekî ji we re jî hasil dibe. Ev fedakarî tev ji bo we bû. Heqê xwe helal bikin*



05.01.2022 03:05 ~03:39 | tîrêj zana 21

15. Mirovî bê aqil diketin.



05.01.2022 11:35 | aşvan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tiktok

Kategoriyên mijarê:: teknoloji teknoloji teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî