Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    28 mijar û 39 peyam
    tiktok - tirşik
    tiktok
    (2) (0) (12)
    di mijarê de bigere

    1. sepanekî têlefonê ya çînê ye. di ios û androidê de dixebite. di îlona 2016ê de derketiye bazarê.

    ji ber ku gelek ciwan jî tê de tişt û miştan parve dikin, hêdî hêdî şîrketên mezin jî hisaban vedikin.

    Here lînkê



    2019.11.27-17:23 | wiha wilo wisa

    2. sepana ku heya niha min qet lê nenêrîye. hetta ez vîdeoyan wan yên ku dikevin twitterê jî temaşe nakim. Lê careke ew a ku yekî digot ''mezrakutan'', min ew temaşe kiribû sdfg



    2019.11.27-18:04 | gulêê

    3. Min demek vîdyoyên vê sepanê yên amerîkî taqîb dikir.vîdyoyên ofansîf gelek komîk bûn.lê gava tu li yên tirkiyeyê dinêre tu dibînî ku hemû sergo ne.



    2019.11.27-18:28 | bayesar

    4. li tirkiyê bawer im piranî kurdên me bikartînin. Ez dibêm qey hemû bêmêjû li wir kom bûne. mînakek bidim de ka binêrin asta mejûya wê keçikê Here lînkê



    2019.11.27-18:42 | kajav

    5. Ew sepaneya ku çiqas însanên ker û kêmaqil heye tê de ne



    2019.11.27-19:06 | seryasêdilşûşe

    6. wextekî di youtubê de beriya hemî vîdyoyan reklama vê qizzulqurtê derdiket. hîn mirov ji behican û hêrsan nedixwest biketa youtubê. axirî reklamên wê yên berradayî xelas bûn lê ew reklam li dû xwe civateke embesîl û ehmeq hêlişt.



    2019.11.27-19:22 | ferhenga şikestî

    7. Mixabin cihê bêhiş û hovan e.Bi taybetî ciwanên kurd bi kar dînin.Çiqas kesên bêhiş hene têde ne.Kesên ku di jîyana xwe de yek peyvek kurdî naaxivin li vir hemû postên wan kurdî ye , a dilê me diêşîne ev e.



    2019.11.27-22:42 ~22:44]| mêrxasê serhedê

    9. bi qasê min ji derdorê dîtî, navenda henek û vîdeoyên bêqalîte ye lê;
    heyran ma ne herkes ji wê aciz e ku kesên ji vê çandê an jî di vê astê de tên û facebook, twitter an jî malperên din yên medyaya sosyal xerab dikin. ê nexwe bihêlin bila hemû kesên wilo, bila ji xwe re di nav xwe de keyfê bikin û hûn jî sîxê xwe di wan re nekin.
    te dît çawa dinyayê xwe ker kir dema hemû cîhadîstên dinyayê berê xwe didan sûrî. hemûyan digotin haaa hah, bila ji nav me derkevin, hema bila biçin çi bi hev re bikin bila bikin. bi vî awayî hemû cîhadîstên dinyayê li îdlîbê kom nekirin?
    vaye ew ên ku hûn di facebookê fîlan de jê aciz bûm, di tiktokê xwe berhev bûne. xwe ker kin.

    di vê navberê de ne tiktok, ne twitter û qadek din ya medyaya sosyal bi kar naynim.



    2019.11.28-18:25 | simurg56

    10. Min tu carî kar pê nekir. Lê xuya ye li cîhanê ba û bahoz radike. trump çend meh berê ev sepan jî texistibû nav şîrketên li dijî ewlehiya dya-yê. Ya rast ne xema min e van Mueyîdeyên ehmaq lê ji paceyekê din heq didim dya. ji ber ku hemû malper û sepanên reh dya û ewropî li çînê qedexe ne yan jî li bin sansûreke giran in. Bi vê globalîzmê pir rû dane çînê, ne ji bo xêrxwaziyê bo mêtîngeriya ser qeweta nifûs û madeyên çînê yên erzan û bi gihiştina van derfetan, çîn jê xwest ku ji aliyê demokrasiyê ve neyê rexnekirin. Lê wan neriya, çîn hêdî hêdî dibe mêrê dya û Ewropayê, çavê dya tirsiya, devjêberdana jendermeyî naxwaze û ji ber wê dixwaze çînê bisekinîne lê ew trên ji zû de ye ji vê stasyonê derbas bû. Her wiha ev pirsgirêkek din e.



    2019.11.30-14:35 | biruya hayao miyazaki

    12. Li derdora cîhê kar dikim li ser telefonên wan ew bername daxistiye û hema vîdeoyên bi qeşmerî dinêrin û peqepeqa wan e.



    2019.11.30-20:44 | umed

    13. her ez dibînim hin tiştên ne baş hatine nivisandin di derheqê tiktokê de, lê ez wisa nafikirim.

    ji bo zarok û xortên kurda sepaneke gelek baş e, ji ber ku qet nebe videoyên xwe bi kurdî çêdikin û bi vî awayî kurdî berfireh dibe, heta niha tu sepanekî de tiştek wisa çênebû.

    ez bala xwe didim tiktokê zarok, xort û ciwanên kurd bi kurdayetiya xwe serfiraz in û em tev dizanim ew jî tiştekî gelek balkêş û girîng e.

    bi taybetî keç û zilamên cihan, bi kurdî diaxivin, disitirin, parvekirinan dikin û kurdbûna xwe derdixin pêş, ne bes e lê gelek girîng û delal e.



    2020.04.01-05:47 | afa

    14. tiktok bi çav gelên dinyayê war û meskenê kera ne .
    lê ji bo kurda ne wisa ye her social media dibistanek kurda ye , ez fêrî alfaba kurdî bûm li ser komek a înstagramê .
    ev ê dom bike heta xelas bibe bindestîya me



    2020.04.02-00:19 | shwinsherm

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    aferîn [1]
    Peyveke Kurdî ye. Ev peyv hem tê wateya pesindarî ye û hem jî tê wat...
    tiştên ku tirkan li mirovahiyê zêde kirine [3]
    gelekin , bi sedan textorên tirk ê navdar henin . û gelek endezyarên ...
    sedemên nexweşikbûna xortên kurd [2]
    bila kes dilê xwe negire ger nebêjim ezê biteqim..
    du tişt hene...
    kêmasiyên alfabeya kurdî [5]
    Kêmasiyên ku tên bilêv kirin ne kêmasiyên alfabeya kurdî ne ,kêmasiyên...
    tiştên ku tirkan li mirovahiyê zêde kirine [1]
    Bi saetan difikirim lê tu tişt nayê hişê min. Na Na hovîtî belê hovîtî...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » tiktok

    Kategoriyên mijarê:: teknoloji teknoloji teknoloji
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî