Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 53 peyam
pantorên skinny - tirşik
pantorên skinny
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Pantorên ku gelek teng û bi çermên meriv re dizeliqin.jixwe navê wî ji vir tê.skin peyveke îngilîzî ye û wate wê çerm e.
Ev bûne moda û ji bela wê li dikanan hema bibêjî ji sedî nod ev pantor hene.ez bixwe slim fit li xwe dikim û van rojan bi zorê gorî xwe pantor dibînim.bi vî awayî dewam bike ew ê hemû pantor bibin skinny û em ê bê pantor bimînin.

Edît: Li ser rexneya ji bo peyva pantor ez gotinek bibêjim.Gava ez mijarekê vedikim çiqas ji destê min tê ez peyvên standard bikartînim.lê îcar min gorî dilê xwe ev peyv hilbijart û bawer bikin ev peyv li amedê belav e.hetta li amedê bi vî navî dikanek jî heye.



28.11.2019 11:08 ~16:45 | bayesar

2. Peyva pantor bi min pir nexweş tê. Serhedî dibêjin şal( bikaranînek wiha çêtir e bi ya min)



28.11.2019 15:21 | seryasêdilşûşe

3. (bnr: şalê teng)



28.11.2019 15:26 | xelîl

4. Li Serhedê "şapik" jî tê gotin. Nemaze wanî.



28.11.2019 18:29 | fatoş xanim

5. pantorên ku ew qas berbelav bûye ku ên ne skinny ne, weke şalwarê tê wele.
li mavi'yê cureyên modelên skinny'ê jî hene weke james û jake.



29.11.2019 00:38 | brusk56

6. ji ber vê modaya rezîl ez nikarim êdî bi rehetî pantorekê peyda bikim. tu berê xwe bidî kîjan marqayê bi pirranî bi vî şeklî ne. wek li jor jî hatiye gotin dema wextekî li xwe bikî êdî pantorên hinekî firehtir wek ku te şalwara kalê xwe li xwe kiribe li te tê



29.11.2019 23:55 | ferhenga şikestî

7. bûye bela serê me. yan em pir paş de mane, nikarin modeyê taqib bikin.yan jî made ber bi cîhekî rezîl ve diçe



30.11.2019 14:11 | nazim tolhildan

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» pantorên skinny

Kategoriyên mijarê:: jiyan yendin jiyan yendin jiyan yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî