1. Derhênerê fîlm sidney lumet e. Film 1s 35 dk didome. min fîlmê gelek eciband. Pêşniyarê we jî dikim. Fîlm tenê li odeyek hatiba kişandin jî eciz nake. 12 mirovên hêrsoyî biryara doza kujerekî didin. Fîlm ser vê mijarê de ye. Ciwanek, li ser kuştina bavê xwe tawanbar e. cînayet bi kêr qewimiye û kêrekî li odê hatibû dîtin yê lawê mirî ye. Sucdar yanê lawê mirî xwe nikare li ber dadgehê biparêze. ger 12 mirov hemû wî sucdar bibînin wê ciwan bê îdamkirin. |
|
28.11.2019 12:01 ~2020.02.21 10:11 |
kajav
![]() |
2. Filma ku min berê temaşe kiriye lê ji bo tirşikvanên bixwazin temaşe bikin ji kerema xwe re spoilerên bêyî hişyarî nedin. Fîlm piranî di mekanekê de derbas dibe li fîlmê cîh qet naguhere. Fîlmekî kevn ji yên reş û spî ye , xweş bû min tahmê jê standibû. |
|
28.11.2019 14:35 |
biaqila malê
![]() |
3. divê tirşikvanên me yên ezîz hişyarê spoilerê bibin. Mirovên ku temaşa fîlmê nekirine jî hene li vir. |
|
28.11.2019 15:09 |
xelîl
![]() |
4. Ji bo gihiştina rastîyê bergehek berfireh pêwîste. Vê flîmê ev daye nîşa milet |
|
28.11.2019 21:34 |
lîfikê firaxê
![]() |
5. min carekê temaşe kir. pêdivî ye careke din jî temaşe bikim. paşê ez ê karibim hindek spoileran jî bidim. |
|
29.11.2019 02:09 |
hêvî
![]() |
6. serleyzvane filim di beje ''hata ez bî çawe xwe ne binim ez bawer nakim'' le leyistikvane di sêr hişkin. Mijara film li ser mêrkujîye ye.filmeki heri başê , temaşe bikin. |
|
29.11.2019 16:10 |
lo.şerifo
![]() |
7. Fîlmê ku li ser dozeke mehkemê nerînê 12 zilama çawa diguhere nîşanî me dike, senaryo xweş li hev anîn e. 3 4 meh berê min temaşe kiribû, detayên wê zêde nayê bîra min |
|
04.01.2023 23:02 |
merwano
![]() |
![]() |
kemalîzm [3] |
![]() |
jibîrkirin [1] |
![]() |
tirşik mobîl [2] |
![]() |
tirşik mobîl [1] |
![]() |
mijara wergera kurdî ya fîlman ya li ekşisozlukê [13] |