Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


12 mijar û 19 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; kurmanc zazayan asîmîle dikin
peyamên çepikkirî

113036. bi qasî ez zanim berî li dêrsimê dimilî zimanê serdest bûye û ji bo kurmancî gotine zimanê avaman. îja were van keran ji vê deriyê derbas ke.

tu dikarî zazayan wekî mileteke din bibînî. tu dikarî bêjî zaza ne kurd in. ev tercîha te ye. lê piraniya kesên ku dibêjin zaza ji hêla kurdan ve têne pişaftin, hema bêje her tim nivîs û gotarên akademîsyenên biyan ku ne bi kurmancî ne jî bi zazakî zanin wekî çavkaniyekî qebûl dikin. ev yek dişibe inyata tirkên ku dibêjin kurdî û farisî heman tişt in. ew jî ne bi tirkî ne bi farisî dizanin lê ji xwe ra xeber didin.



07.06.2013 13:56 | endazer

113059. Ez zaza me lê bi kurdî dizanim yanî kurdan ez asîmîle kirime :(
Yaw heqîqeten biwêja de were vî kerî ji vê buhurî re derbas bike li gorî wan zazayên ku vê Angaşta zikreş bi lêv dikin hatiye gotin.
Kurd zazayan asîmîle nekirine, çimkî dewletekê wek Kurdistan tune ye ava nebûye. Yanî nebirêz ehmeqno ger dewleteke unîter a Kurdistan hebûya û zimanê fermî yê Kurdistanê bi tenê kurmancî bûya û zazakî qedexe bûya me yê bigota belê Kurd zazayan asîmîle dikin. Asîmîlasyon polîtîkayeke sîstematîk a rejîmeke dewletekê ye. Yanî çi nebirêz ehmeq? Yanî ji bo ku li derekê meriv karibe bêje asîmîlasyon heye divê em bibêjin dewletek heye û ew dewlet sîstema asîmîlekirinê wek paradîgmaya xwe pejirandiye û asîmîlasyonê pêk tîne . Ka Kurdistan? Ka zimanê fermî yê kurdî? Ka avaniya kurdî ya unîter?
Neyse hevalno hûn guh nedin wan kesan.



08.06.2013 14:50 | simurg56

113438. Dive ew mijar beguhertin.
Û dive kurdên hişyar ji muneqeşeyên wisa xwe jê dûr bidin.
Çimkî ger tû di axaftinek wisa de bejî erê jî na jî tû çewtiyekê qebûl dikî.

mijarên wê meseleyê bi wê şeklê bên çêkirin dibe:
(bnr: kurmanc zazayan asîmîle dikin)
(bnr: kurmancî û zazakî yek ziman in ya na)

Ez jî zazakî û kurmancî weke zimanên cûda qebûl dikim.
Lê herdû jî zimanên kurdî ne.



01.06.2013 01:27 | simurg56