Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
kurmanc zazayan asîmîle dikin - tirşik
kurmanc zazayan asîmîle dikin

Navê mijarê ya ewil ev bû:kürtler zazaları asimile ediyor
(17) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. di bin stranên Kirdkî-zazakî de zêde ber wan şîroveyan têm. Xuya ye aliyê zazakîaxifan(!) tê nivîsîn. Çi gotinekî qirêj, genî û kîret e. ew ê ku wan fikrê de ne û fikra xwe jî bi awayekî mafdar dinivîsin, di aliyê din durûyê xwe didin berçavan. Di rastî de çi gû nin em pê fam dikin.

1. tu eleqa wan bi zazakî tune ye.
2. derd û kulê wan ne zazakî ye.
3. bi ser navê zazakî xulamtî dikin
4. heta îro hevokek zazakî nexwendine dibe ku bi tirkî li ser cûdatiya kurd û zaza çend makaleyên propaganda xwendibin.

Temam hadê tu ne Kurd î! Di vê rewşê de tu çawa tê asîmilekirin û dibî Kurd?? Yan qasî serê derzîyê aqil û hişê wan tune ye. Yan jî ker in keretî dikin.



28.11.2019 13:33 | kajav

2. bi qasî ez zanim berî li dêrsimê dimilî zimanê serdest bûye û ji bo kurmancî gotine zimanê avaman. îja were van keran ji vê deriyê derbas ke.

tu dikarî zazayan wekî mileteke din bibînî. tu dikarî bêjî zaza ne kurd in. ev tercîha te ye. lê piraniya kesên ku dibêjin zaza ji hêla kurdan ve têne pişaftin, hema bêje her tim nivîs û gotarên akademîsyenên biyan ku ne bi kurmancî ne jî bi zazakî zanin wekî çavkaniyekî qebûl dikin. ev yek dişibe inyata tirkên ku dibêjin kurdî û farisî heman tişt in. ew jî ne bi tirkî ne bi farisî dizanin lê ji xwe ra xeber didin.



28.11.2019 14:54 | kurê xelkê

3. not: navê mijarê hat kurdîkirin.

îdîayek bêbingeh û xêrnexwaz e. belê zaza di nav kurdan de hinekî asîmîle dibin lê gelek gelek biçûk. zazayê ku zazakî ji bîr kiribe lê bi kurmancî bizane gelek hindik in. lê yên ku zazakî ji bîr kirine û niha tenê bi tirkî dizanin, gelek zêde ne.
jixwe polîtîka û armancek ya kurdan bi vîr rengî tune. berevajî vê yekê hemû kar û xebatên ji bo zazakî, bi hevkarî û alîkarîya saziyên kurdan (em bêjin kurmancan) pêk tê.

ji aliyê din ve hemû kirinên tirkan, tunekirina her cûre zimanan e li tirkiyê. ma tenê kurmancî û zazakî? li tirkîyê tenê ev her du zarava (an jî ziman) mane li ser pîyan, ji xeynî tirkî.



28.11.2019 18:37 | simurg56

4. Ez zaza me lê bi kurdî dizanim yanî kurdan ez asîmîle kirime :(
Yaw heqîqeten biwêja de were vî kerî ji vê buhurî re derbas bike li gorî wan zazayên ku vê Angaşta zikreş bi lêv dikin hatiye gotin.
Kurd zazayan asîmîle nekirine, çimkî dewletekê wek Kurdistan tune ye ava nebûye. Yanî nebirêz ehmeqno ger dewleteke unîter a Kurdistan hebûya û zimanê fermî yê Kurdistanê bi tenê kurmancî bûya û zazakî qedexe bûya me yê bigota belê Kurd zazayan asîmîle dikin. Asîmîlasyon polîtîkayeke sîstematîk a rejîmeke dewletekê ye. Yanî çi nebirêz ehmeq? Yanî ji bo ku li derekê meriv karibe bêje asîmîlasyon heye divê em bibêjin dewletek heye û ew dewlet sîstema asîmîlekirinê wek paradîgmaya xwe pejirandiye û asîmîlasyonê pêk tîne . Ka Kurdistan? Ka zimanê fermî yê kurdî? Ka avaniya kurdî ya unîter?
Neyse hevalno hûn guh nedin wan kesan.



28.11.2019 19:01 ~19:03 | ferhenga şikestî

5. Xeletîya yêkemîn: Kurd û Zaza ji hev cûda nayê nivîsîn. Zazakî zaraveyek ya Kurdî
Xeletîya duyem: Ez bawerim we xwestîye hûn binivîsin "Kurmanc Zazayan asîmîle dikin" Lê ev jî xelet e. Kurmancek wê çawa Zazayekê asîmîle bike? Tişta ku Zazayan asîmîle bike dagirkerî ye. Weke din Zaza bi xwe di nav xwe de bi zimanê xwe xeber nade. Tu eleqeya Kurmanca û asîmîle kirina Zazayan tune ye. Dev ji gotinên beredayî berdin û berê xwe bidin rastîyê. Dagirkerî ne bi tenê Zazayan, hemû Kurdan asîmîle dike



28.11.2019 19:42 | lîfikê firaxê

6. kurd na lê belkî beşeke zazayan di nav kurmancan de asîmîle bûbin. lê ev awayê asîmîleyê jixweber e. dema grubek biçûk di nava grubeke jixwe gelekî mezintir de bimîne bi awayekî xwezayî di nav wan de dihile. çand û zimanê wan digre ku berevajiya vê yekê jî dibe hebe. ango dibe beşeke biçuk ya kurmancan di nav beşeke mezin ya zazayan de asîmîle bibin û bibin zaza, bi zazakî biaxivin û hez ji pîvaza pêşiyan ya ku aniha bi tenê li ser zazayan maye bikin. bo çi nebe ?



29.11.2019 02:07 ~02:22 | hêvî

7. (bnr: zaza kurdê esîl in)



29.11.2019 17:25 | xendekî

8. Ev gotina a Zazayên xwe Tirk dihesibînin e.Jixwe Zaza Kurd in.Di dîrokê de navê Zazaya tune ne çûnkî ji wan re gotine Kurd.Eslê xwe belkî ne kurd bin lê Zaza hezaran sala di nav kurdan de cih girtine.Asîmîlasyona Zazayan 3 hezar sal ewil çê bûye.Lê ev asîmîlasyon tenê navê wan guhirandîye.Zimanê wan winda nekirîye.Îro kesên wiha dibêjin dijminê yekbûna Kurda nin.Ango îro Zazayek rabe bibêje ez Kurd nîn im bêwate ye.Zaza hezaran sal ewil bûne Kurd !! Em yek in em Kurd in !!



29.11.2019 17:51 ~17:52 | mêrxasê serhedê

9. Divê di serî de ji wan kesên werê difikire bê gotin ku kurd ne kurmanc bi tenê ye! Kurd kurmanc e, zaza ye, soran e, goran e! Hey bêaqil tu bi aqilê kê diaxifî û vî tiştê pûç û vala dibêjî?



30.11.2019 08:58 | xabûrî

10. jixwe zaza jî kurdin. lê em bêjin kurmanc zazayan asîmîle dikin! ka xêra kurmancan ji xwe re tune îja yê zazayan asîmîle bikin. ne meseleyeke hêjayî niqaşên dirêj e. yek ji meseleyeke tiştên ku dilê mirov ji jiyanê sar dikin e.



30.11.2019 12:55 ~12:56 | nazim tolhildan

11. (bnr: tu ji kumê min ra bibêje)



30.11.2019 16:22 | mirovekirind

13. Dive ew mijar beguhertin.
Û dive kurdên hişyar ji muneqeşeyên wisa xwe jê dûr bidin.
Çimkî ger tû di axaftinek wisa de bejî erê jî na jî tû çewtiyekê qebûl dikî.

mijarên wê meseleyê bi wê şeklê bên çêkirin dibe:
(bnr: kurmanc zazayan asîmîle dikin)
(bnr: kurmancî û zazakî yek ziman in ya na)

Ez jî zazakî û kurmancî weke zimanên cûda qebûl dikim.
Lê herdû jî zimanên kurdî ne.



30.11.2019 20:36 ~20:37 | cinorek

14. kurd( kurmanc) çi xêr ji xwe kirine ku dora zazayan(kurd) hat.

berê min serê xwe bi mijarên wisa zêde diêşand lê aniha qet ne xema min e, dibînim ku herkes li pey gotinê xwe ye û ji nîqaşê encameke hêja dernakeve...



05.06.2021 00:43 | merwano

15. bi rastî ez jî hepkî li ser vê fikrê mim gava hinek xwe kurd nehesibînin em nikanin wan bikin kurd .
ev gotinên min ji bo soran û kurmanca jî rast e.

lê min demekê gelekî bala xwe dabû ser zazakî, kom bi kom digeriyam lê min kesekî nedît ku wek zilama min fêrî zazakî bike.
û di wan koman de jî zazayên ku digotin em xizmeta zazakî dikin hema digotin em ne kurdin , kurd çima ji me fêm nakin û em ji dimilîstan hatinin persî mervê me nin .
û çend videoyê nexşeya parve dikirin ez ne li dij vê yekê me lê nexşeyê wan hevdû nedigirtin .
di yekê de li mezopotamya belav dibûn û di yekê jî de ji dimilîstan ww.
bi quran ez 3-4 meha di van koma de mam hema tiştên wilo .
taliya talî digotin goran ne kurdin , zazanin .
tiştê ku kurmanc li ser zazaya dikir vêga wan li ser gorana dikir.
ez ji koma derketim û min facebooka xwe yekser girt.
hew wextê min dixwar tiştekî din ne dikir.
ê ku xwe kurd nabînin xêr li rêya wan .
gava ku xwe kurd nebînin ji ez kanim maf bidim wan livanê me kurda ne li ser rê ne.
ev 20 sal xwendevan im . mervê me dewlemendin lê min ne dîtiye ku bursekê danin xwendekarekî.



05.06.2021 23:41 | shwinsherm

17. (bnr: daçek serhedîyan asîmîle dikin)



08.01.2022 21:02 | heval.js

18. Zaza kurdan asîmîle dikin hevalnoo.
henek li aliyekî Kurd çawa dikarin Kurdan asîmîle bikin *



21.03.2023 20:18 ~20:22 | horhorik

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurmanciya efrînê

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî