Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
xuşexuşa baranê - tirşik
xuşexuşa baranê
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Belkî kêm kes hebe ku ji xuşexuşa baranê hez neke. Lê ger ku ev baran bi şev bibare û ser de jî dilopên wê li şibakeya we bikeve, hûn aramiyeke bêpayan dijîn.
Wek lorîkên dayîkekî ye, yan jî wek gotinên
Yareke/î biwefa ye. Hemû stres, êş û azarên we jê dibe.



28.11.2019 22:10 ~22:35 | fatoş xanim

2. Sitrana koma amed ku Doğu perinçek qetil kiri bû hat bîra min *



28.11.2019 22:15 ~22:16 | rizgarm

3. bi qasî ez dizanim straneka koma amed ya bi vî navî tune ye. straneka koma çiya heye bi navê xişê. ya koma amed jî bi navê baranê ye.



29.11.2019 14:09 | kurê xelkê

4. dengek pir xweş e lê di apartmanan de, li paş pencerên cot-camî êdî mirov nikare vî dengî bibihîse.
ji vê malperê, mirov dikarare ev dengê baranê jî tê de, li her cûre dengê ku aramî dide mirov, guhdar bike. weke mînak di vê lînkê de dengê barana ku dibare li ser konê, tê bihîstin: Here lînkê ya xweş ew ku mirov dikare ji nav vî dengî kîjan pêkhateyê bixwaze wê kêm an jî zêde bike.



29.11.2019 19:40 | simurg56

5. Rast e ne bi vê navê lê "baranê guje guje" û gotina jî cîh guhertine lê ev hat bîra min *



29.11.2019 19:53 | rizgarm

6. Eger tu di odeyekê de bî aramiyê dide dilê meriv.lê eger tu derve bî û baran û bahoz bi hevra be qet tişteke nebaş e.hetta hewa sar be, aliyekê de jî pozê te diherike û bawer bikin min gelek car tecrûbe kiriye ku ev tiştekî qet nebaş e.



30.11.2019 17:27 | bayesar

7. dengê ku a niha guhdar dikim..
û bi dengê qijikan ve*



01.12.2019 14:09 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» xuşexuşa baranê
» baranê

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî