Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
çima keçik dikarin destên hevdû bigirin û bigerin lê lawik nikarin - tirşik
çima keçik dikarin destên hevdû bigirin û bigerin lê lawik nikarin
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Pirsa ku ez jê re bersiveke baş nikarim bibînim.eger du heb lawik destê hevdû bigirin û bigerin bawer bikin gelek kes ew ê bibêjin hûn gay in û êrîşê wan bikin.lê kes ji keçikan re tiştek nabêje.ev çi nakokî ye.



28.11.2019 22:51 ~23:01 | bayesar

2. (bnr: cotstandartî)



28.11.2019 22:53 | xelîl

3. ji ber ku xwezaya kur Û keçan ne wek hev e.
mirov ji zarokên 1-2 salî jî dikare fêm bike vê yekê.
zarokên keç bin, ji lawan cûda hez dikin. hezkirina xwe nîşan didin, lê kurik bi şer Û pevçûnê hezkirina xwe nÎşan didin *

di mirovên 20 salî de jî rewş wisa ye. mêr çi qas ji hez bikin bila bikin, tu carî ji devê wan peyva "ji te gelek hez dikim" nabihîzÎ, encax bêjin dostê min ê hêja felan *

yanê li gor fikra min, ev rewşek normal e. nebêjin qey ji ber ku keç dikarin destê hev bigrin, em weke mêran jî destê hevdû bigrin wê normal bê dîtin. wele hê dor nehaTÎ gel, wê hevalê we yê qedîm we bikuje *



29.11.2019 00:11 | brusk56

4. ecêb e berê ne tişteka eyb bû, vê paşîyê bû eyb. niha jî li Cizîrê zilamên mezin destê hev digirin û di nav sûkê de digerin; lê helbet wateyeka vê jî heye. zilamên mezin dema demek dirêj hevdu nedîtibin, zêde bêrîya hev kiribin dema hevdu dibînin û pevre dimeşin destê hev digirin; nîşana hezkirin û bêrîkirineka mirovatîyê ye.



29.11.2019 17:41 | xendekî

5. mêr jî dikarin destê hevûdû bigirin. mesela li hêne (naçeya amed) min ditîye ku mêr destên hevûdû girtine.
min wextekî li derekê xwendibû lê aniha nayê bîra min, li gorî rîwayetan hz. mihemed jî dema ku di rê de bimeşiya li kêleka wî jî kesê ku hej jê dikir hebûya destê wî digirt wilo dimeşiya.



30.11.2019 00:06 | ferhenga şikestî

6. Di heman demê çi keç bê çi jin bê dikarin ji hev dû re bêjin. "canim" lê min nedîtiye ku zilaman ji hev dû re gotî canim.



30.11.2019 00:15 | nan û av

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» çima kompîtir bi bişkokekê du tîpan dinivîse
» keçika mehabadî
» destên tirsonek singên gewr nabînin
» lêkolînên zimannasiya kurdî
» lawikê agirî

Kategoriyên mijarê:: jiyan tekili jiyan tekili jiyan tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî