Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
peaky blinders: gangs of birmingham - tirşik

1919'an de li îngîlîstanê li bajarê Birmingham'ê, di serê çeteyek a sûcê de stemkar Tommy Shelby heye ku ji bo karê xwe mezintir bike her tiştî daye ber çavê xwe....
(7 şîrove)
peaky blinders: gangs of birmingham
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. yek ji rêzefilmên netflix'ê ye.
di 2013'an de derketiye û heta niha 5 sezon hatiye girtin.

1919'an de li îngîlîstanê li bajarê Birmingham'ê, di serê çeteyek a sûcê de stemkar Tommy Shelby heye ku ji bo karê xwe mezintir bike her tiştî daye ber çavê xwe. fîlm behsa çeteya bi navê peaky blinders'ê û şerê wan dike.

min heta niha 6 beşan temaşe kiriye Û heta niha gelek ecibandiye.



29.11.2019 00:59 ~01:00 | brusk56

2. Rêzefîlma ku min hew sezona wê ya dawî temaşe kiriye. Ew jî wextê min nîne. Çîroka malbatekî qereçî ye , kevneşopên wan , zimanên wan û armancên wan hene. Tommy Shelbyê ku ne mezinê malê yê lê wek mezinê malê tê hesibandin ew û birayê xwe berê di nav şerekê de ji mirinê filitîne û dibêjin "Ev jiyana em anha dijîn ekstra ye. Em wê rojê li wir mirin" loma tu tişt li ber çavên wan nayên xuyan û ji bo dewlemend , xwedan hêz bin dikarin her tiştî bikin.



29.11.2019 08:09 | biaqila malê

3. Ji ber karakterê sereke (bnr: tommy shelby) ez ê dest pê cixarê bikim.
Pir qeşeng e camêr.
Jixwe di avatara min de jî wêneyê wî heye.
Navê wî yê rast (bnr: cillian murhpy) e.



29.11.2019 15:53 ~15:58 | hesinkar

4. yek ji rêzefîlmên min ên favoriyê vê dema dawî ye. bênamûs hingî xweş cixare dişîne ji bela tommy shelby nikarim dev cixareyê berdim. bi mûzîk û lîstikvanî û aksiyona xwe fîlmekî xweş e û yên ku ji fîlmên weke godfather hez dikin teqez divê temaşe bikin. niha sezona dawî jî weşiya û li benda sezona nû me.



06.12.2019 00:13 | ceso

5. Min îro sezona 6. meyzand, beşa dawî de karî bûn, rêzefîlmê dawî bikin. Lê dîsa jî dûvdirêj dikin. Piştre dikutine senaryo ye (bnr: got).
Sezona 5. de zêdeyî serê me bû û xweş jî dawî kirin. Lê belê îleh wê ji bo pera dûvdirêj bikin



01.01.2020 23:10 | merwano

6. rêzefîlmek gelek serkeftî ye.
karaktera arthur ku paul anderson dilîze gelek xweşa min diçû.

mirovê ku di emrê de xwe ne cixare kişandiye ne eraq vexwariye, piştî vê rêzefîlmê dikare bibe muptelayê herdüyan ji *



15.02.2020 12:32 | brusk56

7. Rêzefîlma ku ji heyama piştî şerê yekemîn ê cîhanê heta qeyrana mezin behsa bilindbûna serokçeteyek birminghamî û têkoşanên siyasî yên brîtanya dike.

Ger bi yek hevokê rave bikim, rêzefîlm dibêje:
tommy dikare bikute herkesê.



21.05.2020 22:53 | hespêsor

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» peaky blinders: gangs of birmingham
» gangs of new york

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî