Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
josé saramago - tirşik
josé saramago

Navê mijarê ya ewil ev bû:jose saramago
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskare, li sala 1922 da li Portekiz'e hatiye dinyaye. li sala 2010 da li İspanya miriye. Xelata nobele standiye. pirtûken wi navdar ''korîtî'' u ''dîtin'' in.pêwîste go hemû kes va pirtûka bi xwine.



29.11.2019 16:52 | lo.şerifo

2. nivîskarê ku min berî demekî gelekî zêde pirtûka wî ya korîtî xwendibû. (herî kêm 10 sal) lê niha tiştek jê nayê bîra min. lê ji wê rojê heta niha min navê hevalî xwe yê ku navê wî yusuf e, kiriye josê saramago.



30.11.2019 01:24 | simurg56

3. Mamostê min yê edebîyatê pirtûka josé saramago ya "gor îsa încîl" û "kabîl" dabû min. Li ser van mijaran bi tinazîkî hişmend sekinî bû. Û bi aqilê xwe yê biçûk min ji mamoste pirsî bu ku "ev nivîskarê hanê xwedênenas e?" Wêjî bişirînek bi mahne goti bû "belê gotina te raste lê ji bo doza filîstîn ê xebatê wê jî hebû.". Mamoste min xelet fam kiri bû , min ji bo tinazê nivîskar ev pirsa kiri bû. Mînak, xwedê ji jor tê û keştîya nuh vedinêre ku xetereya binav bûne heye an na.



30.11.2019 01:47 ~01:49 | rizgarm

4. Jose Saramago di pirtûka xwe ya bi navê ‘Korîtî’yê de, bi metafora korbûnê têkiliya cehaletê û pirsgirêkên civakî nîşan dide.


Pirtûk bi derketin û belavbûna şewba korîtiyê dest pê dike ku nivîskar mîna bibêje cehalet biperok (belavkar) e û kî çav li korekî dikeve ew jî kor dibe. Korên di romanê de berevajiyê nebînên jiyana rastî ne; ew tenê reş û spî dibînin.

Nivîskar bi vê korîtiya spîbînê ve rewşa mirovê hemdem vedibêje yê di nav ew çend agahiyên felsefî, dîrokî, zanistî û teknîkî de nezaniyê dijî.

Kesên bi şewba korîtiyê dikevin, ji hêla dewletê ve li cihekî tên komkirin.

Çend kes li wir hebin, xwarin û av li gor hejmara wan tê dayîn lê piştî demekê kesek bi awayekî demançeyekê bi dest dixe û bi wê dest datîne ser xwarinan.

Ew êdî dikare ji bo dayîna xwarinê mêr û jinan di xizmeta xwe de bixebitîne û jinan weke objeyên zayendî bi kar bîne.

Bi metafora demançe û kesê ew bi dest xistiye, nivîskar têkiliya cehaleta bi tevger bûye ku jê her cure xirabiyê dertê û desthiladariyê nîşanî me dide.



17.01.2021 22:48 | asîmanê sêwî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» josé mauro de vasconcelos

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje niviskarweje niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî