Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


34 mijar û 56 peyam
pel film - tirşik
pel film
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. qenaleke youtubê ye.
her roj gelek vîdeo parve dikin. him jî vîdyoyên piçekî profesyonel û zehmet. lê hejmara temaşekirinên vîdyoyan gelekî hindik e. gelek cûre vîdyoyên wan hene. mîna televîzyonekê, çend bernameyên wan hene. karên zor, ax welato, dunden bugune, sanata bakiş, geştîyar, gezgîn û hwd.
bi çi motîvasyonî vî karî dikin nizanim.
Here lînkê



30.11.2019 01:31 | simurg56

2. Dem e ke dirêj e vê kanalê dişopînim. Gelek vîdeoyên balkêş û bi qelîte nav kanalê de hene. Ne Şaş bim jiyan tv bi xwe ye.



30.11.2019 01:37 | kajav

3. şirketeka produksîyonê ye. bi gelek qenalên Kurdî dixebite. gelek caran ez dibînim bi zarok tv, stêrk tv û yên din re dixebite, ji ber ku piştî bername diqede logoya pel yapimê tê.



01.12.2019 00:38 | xendekî

4. Karên pir balkêş çêdikin.




15.12.2019 00:00 | cinorek

5. Kanaleke pir heja ye. Gelek bernameyên wan hene. Ser muzîkê,gerîna welet,hunerê û hwd.



15.12.2019 11:45 | kurêtirîdeus

6. bi bernameyê dengên nemir ê jiyana kesayetên namdarên kurd dianîn ser ekranê. Heta niha jiyana hesen zîrek, kawîs axa û karapetê xaço ji xwe re mijar bijartine.





12.02.2020 22:45 ~22:46 | kajav

7. Kanala wan ê youtubeê pir xweş e va şevê dî ve sêr dikim. Bernameya geştîyar zehf xweş e. Li gund û bajarên Kurdistanê digerin. Berê mehmet erbey bû. Bi rastî ya wî xweştir bû. Henek û qerfê wî xweş bûn. Zimanê wî jî sivik bû. bêhtir dikarîya bi gel re bipeyivî. Niha stand up filan bêvan dike ji ber wê yeke din hatiye bernameyê. Ew jî baş e * xwedê kanala wan bihêle. Li nav kanalên youtubeê yên ku bi kurdî weşanên dikin de yek ji yên xweş jî ew in.



01.03.2020 15:28 | xwelî li ser

8. qenala ku min dixwest li ser televizyonê ji weşan kiriba :(
pir jêhatîne, mala wan ava, gelek bernameyên xweş û balkeş tê de hene.
(bnr: bêndera çandê)
(bnr: geştiyar)

Here lînkê



11.06.2020 13:56 | merwano

9. Li ser YouTubeê hijmara şopînerên wan gihîştiye nêzikê 100,000 kesan.
Lê dive zêdetir be.
Qanalek pir serkeftî ye. Bi wan bernameyên wan ew dikarin qanaleka televîzyonê jî biweşinin



18.10.2022 16:20 | cinorek

10. pel film/140658
Erê dikarin qenaleke televîzyonê jî bi rê ve bibin lê dizanin dawîyê wê girtin e loma venakin.

Pênase: Qenaleke YouTubeyê ye û her wisa li ser instagramê jî hesabê wan heye. Ne şaş bim dest avêtibûn tiktokê jî.

Mala wan ava û bila her serkeftî bin. Hêvî dikim endam û temaşevan zêde bibin ji bo ku ew jî bêtir bixebitin



18.10.2022 20:33 | xabûrî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» pelîse
» filmên beredayî yên tirkan

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî