Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 8 peyam
zêdebûna eleqeya ji bo kurdî piştî zêdebûna zextên tirkiyê - tirşik
zêdebûna eleqeya ji bo kurdî piştî zêdebûna zextên tirkiyê
(3) (0) (11)
di mijarê de bigere

1. çavdêrîyek subjektîf e. bi min wer tê van salan eleqe ji bo kurdî hinekî din zêdetir bûye.
sedemên min ev in;
- heçko zêdetir stran werin çêkirin
- derxistina kovarek xweser tenê ji bo mûzka kurdî: ziryab. û gelek serftî û berfirehbûna wê.
- derketina kovarak xweser ji bo mazaha kurdî
- di fuara pirtûkan ya amedê de eleqeya mezin ji bo pirtûkên kurdî
- ji bo ma music çêbûna serlêdanek mezin ku êdî herkesî nagirin bi qasê dizanim.

xwedê bike wisa be tabî. belkî jî ev tenê wishful thinkinga min be. ji bo min bixwe, erê eleqeya min zêdetir bû.



2019.11.30-18:06 | simurg56

2. Wishful beliving . ev 5 meh e li Amedê dijim û dibînim ku pêvajo berevajî diherike. herro gelek kes tên serî lê didin ku navên kurdî yên zarokên xwe biguherînin û li dêvla wî navên xwerû Tirkî lê bidin. ji kurdî fedî kirin zêde bûye.



2019.11.30-19:23 | umed

3. a ku hinek bala min jî kişand.
zêde nebûbe jî, di pêvajoyek wisa de ku kurdbÛna me ji me re bûye bela, mirov hêvî dike ku herkesî bela xwe ji kurdiyê berda be. lê qene dikarim bêjim ku wisa nebûye.



2019.11.30-21:00 | brusk56

4. Çavdêrîyek zêde optîmîstîk e. Erê li alîyekî eleqeya zûmreyekî zêde bû lê li alîyekî din de jî windabûna jenerasyonekê bû mesele. Berî kes kurdiya nivîskî nedizaniya ango hişmendiya ji bo kurdiya nivîskî tune bû lewma zêde eleqe jî tune bû lê zarok heta kalûpîr pirranîya Kurdan bi kurdî diaxifiya û difikiriya. Îro Nifşekê mezin zimanê xwe nizane ji bo zanînê jî ti efort serf nake.

Mixabin.



2019.11.30-21:32 | xelîl

5. Ez liseyekê kar dikim û carna binve binve fikr û zikra wan dipirsim kurdî pir kêm e xwestina buyîna polîsî eskerî mixabin ne kêm e. Wekî din jenerasyona 2000 ê û piştî wî pir vala ye. Xwedê silametî bide me.



2019.11.30-22:50 | azad30

6. Di gotinê de mirov dikane bibêje ku zêde zêde eleqedar in. lê weke (bnr: azad3o) nivîsîye ev tişt bes di gotinê de ye. û mixabin van kesan jî nûnerên ew jenerasyonê ne ku çarenûsa welatekî di destê wan de ye. Lê min zêde ne hêvî ye ku ev tişt nîşaneya tu g*yê be ... Mixabin...



2019.11.30-23:03 | darînê daryo

7. Geşbûneke zimanî, çandî û hunerî yan van salên dawî ne.
Li gelek welatan piştî têkçûyînên sîyasî-polîtîk û şerî gel berê xwe dide warê çandî û hunerî. dema em li rewşa kurdistanê (bakur) jî dinêrin em vê yekê dibînin. piştî têkçûyîna şerê bajaran, têkçûna efrînê û beşek a rojavayê, girtina sîyasetmedarên kurd, qeyyûm avêtina li ser şaredarîyên kurd û girtina sazî û dezgehên kurdî hwd.
ev hemû nîşaneyên têkçûyîna van salên dawî ne, vêca wekî min li jor jî gotî dema têkçûn di qada sîyasî de çêdibe, bivê nevê wekî terapîyeke gel heta wextekê li mala xwe bêdeng disekine, şoka têkçûnê dijî û piştî wextekê (salek an jî du sal) wê têkçûyînê li ser xwe diavêjî û berê xwe dide ziman, çand û hunera xwe.
dema em li piştîşoka têkçûnê dinêrin li kurdistanê û tirkiyê gelek xebatên di vî warî de hatin kirin. wekî mînak ên kovarê; (bnr: kovara kund), (bnr: ziryab), (bnr: folklora me) (bnr: pyschology kurdî), (bnr: dilop), (bnr: zirîng), (bnr: popkurd kovar), (bnr: e-kubar) hwd.
mînaka rojnameya kurdî; (bnr: xwebûn)
gelek şano hatin wergerandin û nivîsandin wekî mînak şanoyên bajêr a amedê, şanoyên navenda çanda mezopotamyayê, şanoyên şa performansê, şanoyên mencelê.
Her wekî din dema em li hejmara pirtûkên sala 2019an dinêrin jî em dibînin ku hejmar li gorî 2018an sedê 10 zêdebûne, 2019an de li gorî agahîyên diyarnameyê 252 pirtûkên kurdî hatine çapkirin. Here lînkê
ji bilî van, di van salên dawî de em dibînin ku kurtefîlm û metrajdirêjên sînemaya kurdî jî zêde dibin û ev fîlmên hane ji gelek pêşbazîyên netewî navnetewî xelatên girîng werdigirin.
her wiha em dibînin ku albûmên muzîka kurdî jî sal bi sal zêdetir û baştir dibe, konser jî wusa. li gel van çalakîyên nivîskar, şaîran zêdetir in û mîhrîcanên li ser wêje, şanoyê tên lidarxistin.

li ser van hemû bûyeran jî li diyarbekirê ji bo pêşketina ziman û çanda kurdî (bnr: tora çand û zimanê kurdî) hate avakirin û dê li dijî asîmîlasyonê û kêmbûna kurdî ya di nav gel de xebatan bike.

kurt û kurmancî em dikarin bêjin ku di van salên dawî de piştî têkçûnê di warê kurdî de geşbûnek heye.



2020.01.13-23:20 ~23:34]| lehî baranyan

8. Heta ku androida bi kurdî û perwerdehiya zikmakî dest pê nekê ti geşbûn jî çênabê. Tenê xwexapandin e.



2020.01.13-23:45 | gumgumok

9. Pişaftin hatîye asteke ku dema bi kûrdîka baş daxivî dê û bavê mirov jî baş ji mirov fêm nakin
Birastî piştî ku min rewşa gelê amedê dît hêvîyên min şikîya ez bi kûrdî daxivim bersiva min bi tirkî didin ez çiqa li ser kûrdî israr dikim ew jî ew qas li ser tirkî israr dikin belê deng nadin dagirkera ji wan jî hez nakin lê belê bi zimanê wan daxivin
Ameda ku di galîleyên min de ne ev bu dema ez dibînim zarokên piçuk bi tirkî daxivin û kal û pir bi kûrdiya xirabe daxivin her go diçe hêvîyên min qut dike û girîyê min têne her çi qas dere vê hez kirina min ji min re weke naxweşîyekê tê ez dibêm gelo pirsgirêk di min deye lê na ez tenê zimanê xwe yl zikmakî dixwazim ev çar mehe bi zimanê xwe ez neaxivîme ji ber kesekî pêre baxivim tûne dema ez vegerim welat kesê bi tirkî bi min re baxive ez dê bersiva wan nedim û kî dibê çê bila bêje ezê bi kûrdîya resen baxivim li xûrbetîyê min qedrê zimanê dayikê fêm kir û van zarokên niha bi tirkî mezin dibin zimanê wan î zikmakî dibe tirkê dê tû kes di pêşerojê de nikaribe wan bêne ser kûrdî ez nizanim bêjim çê xwûdê li me bê dilovanî yê biborin min serê we êşand lê vana di dilê min de mabûn vaye min nivîsî ez piçek aram bum



2020.01.14-02:46 | tîrêj zana 21

10. eleqeyek heye bes tenê di nav komeke biçûk de ye ev. meriv li kovaran kurdî dinere, pirraniya wan eynî kes in. li medyaya civakî ev kes çi guyî belav bikin eynî guyî di nav van kovaran de jî belav dikin. heqqeten tişkî nû û kesên nû tune ne. li amedê di her warê jiyane de bi kurmancî diştexilim lê ev çend salên dawî di kafe û mixazeyan nifşekî pîs peyda bûye ku peyvek kurmancî nizanin. ez dibêm "xêra xwe sê çayê bîne." dibê "kurtce bilmiyorum." la oxlim me ji te tarîfa tirşikê nexwestiye ku tu ji me fêm nekî hey keroxlîker. ez jî bi wan kesan re naştexilim, dibêm "gazî yekî ku kurmancî zane bike"



2020.01.14-12:49 | yusiv hemed

11. ez dibêjim qey xwedan vê angaştê û ez di gerdûneke cihê de dijîn. çimkî min bixwe zêdebûnekê nedîtîye. ev deh sal in ne tîraja kovaran ne tîraja pirûkan û ne jî ya rojname wesayreyan zêde nebûye.
deh sal berê jî her meh kovar derdiketin aniha jî, deh sal berê jî panel, gotar, konferans falan û bêvan li dar diketin aniha jî li dar dikevin. beravajiya xweşbûnê weka ku nivîskarê li jor jî aniye zimên li sûkan rêjeya axaftina kurdî li gorî deh, pazdeh sal beriya niha ez dikarim bêjim sê qat kêmtir bûye.
berê wexta tu li cafeyekê sîparîşa xwe bida teqez yê'a pêşberî te bersiva te dida. lê aniha wek yusiv jî gotiye nifşa nû (bnr: nifşa z ya kurdan) êdî peyvek jî nizanin. çay dixwazî dibêjin bi kurmancî fêm nakim law çay yanî jixwe nîvê dinyayê jî jê re dibêjin çay te kîja kîrê kerê fêm nekiriye? berê qene digotin anlîyem ama konîşamîyem lê anha rasterast dibêjin anlamıyorum.

ev tebîeta eşyayê ye, heya perwerdeya bi zimanê kurdî nebe fermî dê emê her bêjin ro bi ro xwezî bi do. her roja me ji roja me ya berê xirabtir dibe. di warê nivîskîyê de jî komeke lokal heye, di mehê carê an pirtûkek dixwînin an naxwînin û kovarek jî dîstînin çend gotar jê dixwînin dûra dikin rafên xwe yên bi toz û duman.



2020.01.14-13:37 ~13:38]| ferhenga şikestî

12. (bnr: sal bi sal xwezî bi par)



2020.01.14-19:04 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (Yên Din..)
zimanzan [1]
komplekseke kurdan e..
çend merhaleyên kurdînûsiyê hene, zimann...
peyvên ku ji tirkî ketine kurdî [2]
qêmîşkirin,minak,ez qêmişê te nakim(kıyamamak),herem serhed....
sterlîn [1]
Sterling an jî Pound. nîşaneya wî £, koda wî jî GBP ye. diravê Qraliye...
social phobia [3]
nexweşiya ku dema çareser nebe jiyana mirov rûdixîne. nexweşiyeke derû...
jan dost [1]
nivîskarekî gelek serkeftî ye. Lê nizanim çima pirtûkên wî nayên çapki...
belki ev jî bala te bikişînin
» zêdebûna fîlmên ku li ser qirkirina cihûyan
» kurdîya lutfenê
» piştî
» zêdebûna eleqeya ji bo kurdî piştî zêdebûna zextên tirkiyê
» tirkiyeya me

Kategoriyên mijarê:: tvradyoqenal ziman kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî