1. komeleyek e li Cizîra Botan ev e 3 sal e aktîv e. komele piştî qedexeyê hate vekirin. sazî û dezgehên Kurdî hatine girtin, rewşa bajêr gelekî xirab bû, her der talan û her der polîs; di vê rewşê de hevalên ku dixwestin ji bajêr birevin xwe li xwezayê bidin ev komele ava kirin. komele duçerxeyê weke motîfekî bikar tîne; hewl dide duçerxe li bajêr xuya bike. Baranê baranê vîdyoyê veke Elo Dîno vîdyoyê veke Soryaz vîdyoyê veke Bêrîvanê vîdyoyê veke Ez berf im vîdyoyê veke Haberin var mi vîdyoyê veke Ha gidî Tûma vîdyoyê veke Amedîyê vîdyoyê veke Der kanîyokê Nefel e vîdyoyê veke |
|
30.11.2019 19:44 |
xendekî
|
2. koma ku çavek min her tim li wan e. vîdyoyên wan hemû jî xweş in û îspat dike ku gelek keyfê ji tûrên xwe distînin. heta min carekê vîdyoyekî wan şand ji koma me ya duçerxeyê ya li vir û got binêrin komên xelkê çawa keyfê dikin. mîna tirkan gotî, kevir li tekerên wan nekeve. |
|
01.12.2019 00:26 |
simurg56
|
3. demekî li ser youtubeê rastî çend vîdeoyên wan hatim. ji bo kesekî wekê min ku hej ger û kêf û seyranê dike lê li aliyê din jî naxwaze ji rehetî û konfora xwe dûr bikeve ezmûnek baş bû. ji bo min ger û seyran berî her tiştî kebab e, min tu dûyê kebabê nedît, puanekî ji vê dikujim û ya duyê jî bisqilêt ji bo kêfê erê dikarim bajom lê ji bo cihekî biçim ciheke din bi saetan dehfana pedalan bi ya min ezîyet e. puanekî jî ji vê dikujim. yek jî tişta min ji vîdeoyan dîtiye kom zêde qerebalix e û kesên biyanî zehf in, ji vê yekî tam ne piştrast im, ji loma puanan jê nakujim. |
|
08.02.2022 16:44 |
endazer
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |