Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
ayraç - tirşik
ayraç
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. navê bi tirkî ya wê kaxiza rengomengo ku mirov dixe nav pirtûkan ji bo ku cihê lê hatî mayîn, neyê jibîrkirin.
kurdîya wê li tu derî peyda nabe. min ji çend mezinên malê pirsîn û jixwe wisa tê bîra min jî, me jê re digot serders an jî serdersik.
Here lînkê



30.11.2019 19:55 | simurg56

2. mirovê ku her roj bixwênê ne hewceyî va tişta ye. di pirtûkê de li kû maye jibîr nake. xwendina mirov jî seqet dike. dibêje ji xwe ez dizanim li kû mame ez ê paşî bixwênim. yanî ez dibêjim. dijminê xwendina min e. yê weke min bêxîret...



30.11.2019 20:17 | xwelî li ser

3. a ku şûna wê ez kartonekî biçûk bikartînim aniha.



30.11.2019 20:19 | brusk56

4. Li amsterdamê dema çûma mûzeya vincent van gogh jiber bihayê bilêtê pirr biha bû min ji bo tolhildanê yek ji van ê zehf xweşik dizîbû. Hêjî li ba min e lê naemilînim wek bîranîn li malê xef kiriye.*

(bnr: true story)



30.11.2019 21:16 ~21:16 | xelîl

5. Kaxiza ku dikim nakim nikarim bikarbînim ji xwe her wenda dikim. Divê îllim ez koşeya rûpelê qat bikim wekî din dilê min rehet nabe.



30.11.2019 22:47 | biaqila malê

6. Kaxeza ku navbirk jî jê re dihê gotin. Bi rastî dema ku bi hişmendiyekî teşwîqkirina xwendinê bihên sêwirandin dikarin bibin amura herî bi hêz a temamkarê pirtûkan. Weşanxaneyên Tirkan vê tiştê li ser evan kaxezan pir baş disepînin. Bo nimûne çend sal berê min di wêneyekî ku hevalekî min li ser hesaba xwe a tora civakî parve kiribû dîtibû ku wiha dinivîsî "Biz kitaplar için yaşıyoruz. Kargaşa ve yozlaşmanın egemen olduğu bir dünyada hoş bir görev bu... / Umberto Eco.
Ev navbirk ez dibêjim wê bi sedan kesan dikanibe teşwîqî xwendinê bike.



30.11.2019 22:56 | darînê daryo

7. Li mala min di refên min ên pirtûkan de belkî du sed heb hebûn dûre min dît her ku diçin zêde dibin min ji xeynî yên weşanxaneyên kurdan giş avêtin.
Ez bixwe bi kar tînin çi ku ger li pişt a vê quzilqurtê nivîs an resim tinebin tiştên hêjayî qeydkirinê be wek nişe hejmara Wan rûpelan Tomar dikim.



30.11.2019 23:01 | ferhenga şikestî

8. (bnr: cihnîşana pirtûkan)



01.12.2019 20:05 | mirovekirind

9. peyva ku me jê re kurdîya wê dît (serders) lê bi awayekî ecêb, gûftûgo di binê peyva tirkî de dewam dike.



01.12.2019 20:28 | simurg56

10. Gava bavê min ez hînî Qur'anê dikirim digotê "dîkik" bi kaxezeke pelê teqwîmê dihat fesilandin dişibiya tîrê.



02.12.2019 02:27 | dûvêmasî

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» ayraç

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv zimanpeyv zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî