1. (bnr: update) |
|
30.11.2019 23:22 ~23:23 |
biruya hayao miyazaki
|
2. ji zû da ve ye ku kêfa min ji nûpeyvekê ra nehatibû. gelek li mentiq û bejn û bala kurdî hatiye. divê ji bo vê peyvê em xwe hildemînin. |
|
01.12.2019 23:04 |
serhednişîn
|
3. ji rojanekirinê ne xweştir e. fêhmkirina wê jî gelek zehmettir e. loma min hîç û hîç jê hez nekir. |
|
02.12.2019 20:54 ~20:55 |
simurg56
|
4. "Rojanekirin" rûreşiyek e di dîroka peyvsaziya teknîkî ya kurdî de. Ne kêmî "hildemandin"ê nûçêkirî ye jî. (Nizanim xelk ji peyvên nûçêkirî çi dixwaze). Rojanekirin bi mantiqa tirkî hatiye fikirîn, lê li wê mantiqê jî nehatiye. Belê, rojane di kurdiyê de heye, lê bi wateyeke dûrî "update"ê. Rojane şûna "daily-gündelik" (hoker û rengdêr) digre, di bikaranîna "rojane" ya gelê kurdîpeyiv de. Di mînakên hatine dayîn de jî "rojane" heye, ne "rojanekirin" û di wir de jî bi wateya min gotî ye. Di vê çarçoveyê de "rojanekirin" dibe çi? Em bi tirkî li vê peyva mantiq-tirkî vegerin, dibe "gündelikleştirme". Çi eleqa vê bi "update" an "güncelleştirme"yê heye? Çi ye ku peyveke nemantiqî hatiye berbelavkirin, ew wê nake rast. |
|
03.12.2019 01:02 |
berevajî
|
5. Ji rojanekirinê gelek nûtir e û qene hê neketiye tu ferhengan jî. |
|
03.12.2019 07:18 |
simurg56
|
6. (bnr: qonsept heval) * |
|
03.12.2019 09:08 ~09:44 |
biruya hayao miyazaki
|
7. min hemî şîroveyên li jor xwendin. hûn giş mafdar in û neheq in jî. |
|
03.12.2019 10:16 |
ferhenga şikestî
|
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1] |
|
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1] |
|
afroamerîkî [1] |
|
simurg56 [2] |
|
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1] |