Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
israrkirina axaftin/nivîsandina bi kurdî - tirşik
israrkirina axaftin/nivîsandina bi kurdî
(9) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tişta ku divê hemû Kurd serê xwe pê biêşîne.

Her çiqas yên hember di destpêke da zehmetîyan bikşînin jî ev tişt bi demê ra axaftin/nivîsandina wan a Kurdî xurttir dike.



01.12.2019 14:03 ~21:00 | gulêê

2. Pêwist e û gelek caran bi kêr tê. Vaye bi salan e bi zarokên xal û xaltîkên xwe re bi Kurdî diaxivim ew Tirkî bersiv bidin jî ez ji a xwe nayêm xware. Ev demekî ye bala min lê ye wexta çav li min dikevin bi zimanê xwe yê şêrîn hewl didin Kurdî biaxivin. Carna tên mala me li pirtûkên min dinerin ez qet dengê xwe dernaxim dibêjim bila zanibin zimanê wan û pirtûkên wan jî hene. Wisa wisa ez ê bikim qet ji bîr nekin zimanê xwe.



01.12.2019 14:11 | biaqila malê

3. li ser me kurmancan ferz e.



01.12.2019 14:21 ~14:21 | bûtîmar

4. her tim ne xweş e. ji ber ku min kurdî baş nedizanî, di zanîngehê de salkê kerba rojnivîska xwe nenivîsîbûm. min gotibû, madem nikarim bi tehma devê xwe kurdî binivîsînim, wê çaxê ez ê tirkî jî nenivîsînim. niha gelkî poşman im. Ji ber ku di nav rojnivîska min de ew sal tune ye. çi heyf.

her wiha, min heman tişt di nivîsandina çîrokan de jî kir, di xwendina romanan de jî... û gû xwar. qabiliyet hebe, wext hebe, derfet hebe hwd divê em bi kîjan zimanî be, binivîsînin, bixwînin û bikin. lê helbet bi israr zimanê xwe jî pêşve bibin.

mîsal, niha ez ketime bahoza romanên honaka zanistî mîna avê vedixwim. heke min bi israrî bigotaya, na ez ê kurdî bixwînim û xwe bidaya romanên heyî yên kurdî yên der-honaka zanistî, min ê tu kêf nestendibaya û ev israr dê xwesteka min a mezin bêbersiv bihişaya û biavêta piştî 10 salê wekî niha!

her tişt di wextê xwe de xweş in.



01.12.2019 18:40 ~18:41 | biruya hayao miyazaki

5. mijarek divê li ser bê sekinandin e. ez jî bi zanebûnî bi merivên xwe yên ku zanin kurdî re û bi xwarzî û biraziyên xwe re bi israr bi kurdî dipeyivim/dinivîsim û dibînim ku bi kêr tê. ji we re jî pêşniyar dikim *



01.12.2019 20:58 ~21:00 | xabûrî

6. Dive kurd di nav xwe de mina hereketa tirkî vatandaş türkçe konuş tiştek çêkin. (bnr: heval bi kurdî)

Kurd û azeriyên îranê wê baş dikin.
Ez ji hemedanê diçûm kirmaşanê muewênê otobêsê bi farisî diaxivibû. Rêwiyên otobêsê hêrs bûn. Gotin wa otobêsa kirmaşan e, bi kurdî biaxive.
Heman tişt di otobêsa azeriyan de jî qewimibû.



02.12.2019 11:17 | cinorek

7. mixabin êdî bûye çalakiyeke marjînal. dema ku tu bi kurdiyeke xweş û paqij diaxifî kurd bi xwe bi çavên ecêb ji te dinêhêrin.



02.12.2019 14:04 | nazim tolhildan

8. Bi rastî li civakekî an wexta ji watsappê peyam dişînim ango qisedana rojane ku bi hogir û hevalan re heta ji destê min tê vê israrê bi her awayê tînim ser ziman. carna dinêrim bê haya min hebe me qelibandî ye qinala dudu yan (zimanê tirkî). Lê pirsgirêka herî mezin hevalên ku zêde kurdî nizane bi daxwazek zêde xwesteka xwe tîne ziman piştî we hewldanek tune. Lê ez herdem biaxivim û binivsînim



02.12.2019 17:29 ~17:30 | rizgarm

9. Kêrhatî ye.
Min li ser jina xwe û keça xwe ceriband û emvsmên gelek erênî stand.
Carekê jî dema ez diçûm pola 8ê fîlan, çûbûn mala hevalekî xwe. Bavê wê 3-4 pirsan ji min kirin û min her bi kurdî bersiva wî da. Paşê pes kir û got welle helal be ji te re.



03.12.2019 13:01 | simurg56

10. Tê wateya Di mirovbûnê da israrkirinê.



03.12.2019 20:19 | mêrxasê serhedê

11. Tişteke Baş e, xweş e, her ku diçe mirov pê rehettir û azad dibe.

(bnr: bi tirkî fam dikim lê nikarim xeber bidim)



19.05.2022 20:59 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» israrkirina axaftin/nivîsandina bi kurdî
» kurdî de pirbûna daçekan

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî