Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
tlc û dmax - tirşik
tlc û dmax
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. di televîzyonê de ji bo dûrketina ji rojeva genî ya tirkiyeyê tenê ev qenal mane.jixwe ez êdî televîzyonê pirr temaşe nakim lê eger ez bikim jî ekserî wan herdû qenalan vedikim.



01.12.2019 14:45 | bayesar

2. îhtîmalek mezin herî zêde ji aliyê kurdan ve tê temaşekirin. ez jî tê de gelek kurd êdî qet nûçeyên tvyên tirkan temaşe nakin. vaye 4 sal in min carek tenê jî li nûçeyên wan temaşe nekirine.
ê mirov jî carian dixwaze di mal de dengek hebe û loma tvyê vedike programên van herdû qenalan zêde serê mirov naêşînin û ne hewce ye mirov lê konsantre bibe.
lê êdî gelek dubare dikin heman bernameyan. loma ev demek dirêj e li wan jî temaşe nakim.
jixwe ev jî dîsa qenalên heman bênamûsan in.

ji aliyê din ve ez bawer im bernameyên wek survivor û masterchef jî dîsa ji ber heman sedemî, ji bo heman tiştî tê temaşekirin ji aliyê hinekan ve: dûrketina ji sîyaseta kambax.



01.12.2019 15:53 | simurg56

3. Her du jî qanalên min ên favorî ne.
Ez jî zêde tv venakim lê vekim jî ji van her duyan yekê vedikim kîjanî bi hesabê min be temaşe dikim. Berê bi tenê bernameyên biyaniyan hebûn û di ser bernameyan de jî mekan û kes jî biyanî bûn lê ev demeke li Tirkîyê jî heman bernameyan diweşînin û tirk têde dilîzin loma eciz bûm hinekî.
Du sê heb bernameyên min ên favorî hene
(bnr: my 600-lb life)
(bnr: wheeler dealers)
(bnr: how do they do it)



01.12.2019 17:06 | ferhenga şikestî

4. Ez wek berê li televîzyonê temaşe nakim, ku ne danê xwarinê be, mecbûrî lê temaşe dikim. yekser tînim ser van. Dmax favorîya min e.

tlc jî îdare dike, bernameyên wan jî yê tevşo mevşo hene, lê dîsa jî ji hezar qenalên din çêtir e.



26.02.2023 23:43 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» tlc tv

Kategoriyên mijarê:: tvradyoqenal tvradyoqenal tvradyoqenal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî