Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
lêxistina derziyan ya li malê - tirşik
lêxistina derziyan ya li malê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Tiştê ku derdora min gelek caran ji min dixwazin û ez êdî bi rastî jî zahf aciz dibim. Merivên me , cîranên me û heta kesên li taxa me rûdinin û ez wan nasnakim wexta dişixulim jî li benda min disekinin ji bo neçin nexweşxaneyê. Ez jî gelek caran dilê min bi wan dişewite û nikarim bêjim "na" çimkî taxa me ji nexweşxaneyê gelekî dûr e û otobîza navbajêr jî tuneye. Carna yên em nêzikî hev du ne nîvê şevê telefon dikin dibêjin "derziya me lêxe" filan bêvan zahf diqeherim. Tew dixwazin tu li benda wan û seeta derziya wan bisekine ji malê jî dernekeve tabî ez guh nadim. Heta îro di vî mijarî de tiştek nehatiye serê min lê em nikarin bêjin wê tu carî nê. Ser de jî ji îhtîmalên allerjî , anaflaksî û hwd ditirsim. Ji xwe ez tu carî derziyên zarokên biçûk li malê naxim lê min biryar dayî ez ê bi temamî dev ji vî tiştî berdim.



01.12.2019 15:00 | biaqila malê

2. Dîya min vê karî dike. Karê min yê fermî jî eve lê min qet lênexistîye li mal. Ji ber yên tê jinin û dîya min demek dirêje lêdixe diherin ba wî. Ez her tim xetereya vê karê ji wêre dibêm lê dibê ez nikarim bêjim na. Hêvîdarim tiştek xerab çênebe.



01.12.2019 15:16 | rizgarm

3. sedema piranî apseyan e ku li cihê derzîyan pêk tê. her heftî nebe jî teqez 2 heftîyan carekî nexweşek wisa dibînim ku li cihê derzî lê hatiye xistin, apse lê çêbûye û pir diêşe. wê demê em edabê di nav apseyê de vala dikin fîlan.
piranîya nexweşên wisa dibêjin me derzî li malê lê daye. dema li malê lê were dayîn, piranî qeydeyên antîsepsîyê nayên pêkanîn û loma tiştên wisa dibin.

muayeneya li malê jî cêwika vê meselê ye. weke mînak min duh jinek cîran muayene kir malê. heftîya berê hatiye nexweşxaneyê, min nedîtîye. loma îro hatîye mal.



01.12.2019 15:38 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» lêxistina derziyan ya li malê
» malê axa diçe canê xulam diêşê

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî