Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
ava tv - tirşik
ava tv
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Qenaleke kurdîye par newrozê saz buye. Hemû zaravayên kurdî de weşanê dike û bangî hemû kurda dike û li ser çand hûner û bernameyên lîstîkê çêdike.

Ji bo agahîyên berfireh;
Here lînkê



03.12.2019 17:08 ~17:15 | azad30

2. qanala bernameyên xweş çêdike lê mixabin di tvya min dernakeve. agahîyên wê: satalayta NileSat frekans:11353 V(vertical-tîkane-dikey), rêjeya sembolê: 27500 5/6.
li cem min hotbird tune û ji bo nilesat çanaxek din jî lazim e.



03.12.2019 19:33 | simurg56

3. li ser nilesatê weşanê dike. qenalên Kurdî li ser du satalaytan weşanê dikin; yek hotbird ya din nilesat e. li bakur bêhtir berê entêlan ser bi hotbirdê ve ye. di hotbirdê mixabin hemû qenalên başûr dernakevin lê yên ser bi hêza bakur ve hemû di hotbirdê de hene; di nilesatê de jî hemû qenalên Kurdî yên başûr û yên ser bi bakur ve jî hene tenê medya haber nîn e (stêrk, ronahî, çira, jin tv û yên başûr hemû hene). ya me jî hotbird bû, lê min berî du mehan ji bo qenalên başûr giş derkevin û hejmara qenalên Kurdî zêde bin ji hotbirdê berê entêlê da nilesatê; niha hemû qenal hene, tenê medya haber nîn e, ew jî ji xwe weşana tirkî dike û nûçe jî wek yên stêrkê ne. bi xêra nilesatê niha ava tv jî yên din jî niha hene di tvya me de.



03.12.2019 22:27 | xendekî

4. ev cara yekemê ku, ji xeynî qenalen siyasetê, mûzîka hwd. tiştekî ku herkes karê lê binêre derketîye hole. Hêvîya me ewê ku rojekê hejmara van qenala zêde bibe û zimanê Kurdî behtir bi pêş bikeve, bi sedema van bernamayan, rêzefîlm, fîlm hwd.



04.12.2019 01:05 | merwano

5. baş e ku kanaleke wiha jî heye êdî. bi xwedê kanalên din êdî dilê me di ser me re qelibandin. rast e li welat her tim şer û pevçûn heye lê jiyan tenê bi şer û pevçûnê nameşe. divê tiştên cuda jî şanî me bidin.



04.12.2019 01:38 | kurê xelkê

6. ava tv qasî ku dizanim li ser youtubê bernameyên xwe par vedike. bi rastî çend hefte berê li wanê bûm camêrekî ji min re got ku di destê mistefa bayram wan de ye. pir bi armanceke siyasî bernameyên xwe çênakin bawerim. armanca wan jî nizanim. gelo kes tiştek di derheqê wan de dizane?(bnr: ava mag)



11.12.2019 22:21 ~22:22 | roberz

7. Gava sifte dest bi weşanê kir gellek bernameyên kurmancî çêdikirin.
Mina rêzefîlma mala minê.
pir xweş diçû.
Lê nizanim çibû ew êdî bernameyên kurmancî çênakin.



15.02.2022 15:30 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ava zêr

Kategoriyên mijarê:: sinema sinema sinema kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî