Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
zinarê xamo - tirşik
zinarê xamo
(3) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskarekî kurd yê kurdistanî ye.. li ser facebook û twitter û bloga wî ya şexsî ev du sal tê hene ku ez dişopînin û nivîsên wî dixwînim hê min peyveke derî kurdî jê nexwendiye.. di nivîsên xwe de zimaneke sivik û sade ku kurdek ketûber û ji rêzê yên nexwende jî bihêsanî dikare jê fêm bike bikar tîne.. yek ji nivîskarên ku ku bi nîr û qeyd û zincîrên xwe yên bindestiyê hesiyayî ye.. di nivîsên xwe de ji pencere û perspektîveka kurdistanî bûyer û rûdanên li dora kurdistanê dicirin û diqewimîn şirove dike..

îro berî nîv seetekî keremî tirşikê jî kiriy û bi peyamekî be jî xwêya xwe li tirşikê kiriye.. bi xêr hatiye..



17.09.2013 00:08 ~2015.05.03 23:25 | endazer

2. camêrekî ne xerab e!



17.09.2013 01:32 | yurî gagarîn

3. nav zinar lê dil pembûye serê xwe bi mesala kurd û kurdistanê re diêşîne xwediyê fikrê misbet û blogekiye.lê ji blogê pêtir berî wî li facê ye,bi min çalakbûna wi ye facê zirar dide bloga wî. wekî din bloga xwe an li ser facê ser mijarê rojanê pir dinivîse di dewla van nivîsan de kêm û dorpçetir binivîsiya çêtir dibû.Wekî din yekî ku kurdistan hewqas serê xwe bi rojava tirkiya re biêşîne nebaşe.ber bayê tiştnê rojane nekeve tiştnê mayîn de binivise emê pêtir jê hez bikin.



03.05.2015 23:06 | tivirloismail

4. mamê zinar mîrê nivîsandinê ye, camêr qet na westîr, tu dibê qey motora nivîsandinê ye.



04.05.2015 00:10 | mîrêhekarya

5. kesê rexneyên berketî dike ye, camêr zilamekî qarîzmatîk e, yek ji fenomenên facebookê yê qedirbilind e.



04.05.2015 10:09 ~10:10 | xendekî

6. keyepele Kurdistan24 de reyek mi nuşt ey wendibi, Camerdêk kurdhes û Kurdistanevîn ê....



04.05.2015 13:42 | teberkerde

7. têkoşerek ji koma ddkd''ê.

di bloga Here lînkê xwe de nivîsên têkoşina beriya 1980 balkêş in.

niviskar di seminerek de behsa jiyan û berhemên xwe dike.





21.05.2015 12:02 | cemedî

8. Navê bloga wî hindik rindik e şopînereke hêja yî yê rojevê ye...



21.05.2015 13:16 | darînê daryo

9. hemwelatiyê min e. Ji wêranşar ê ye, ji eşîra mila ye.

milan

milî



23.05.2015 10:15 ~2016.01.03 16:53 | arya jîyanda

10. ewil min wî li ser twîttirê dîtibû, kesekî zîrek,hêja,mêrxas hwd. ez hinekî pesna wî bidim kurdê reşe *

di vir de bi pop kurdê di weşana zindî de axivîye,ez pir kenîyam




30.04.2020 02:11 ~02:15 | merwano

11. Blogerek pir hêja ye.kevintirîn blogerê kurd e. 13-14 sal e ku bê navber blogeriya xwe didomîne û nivîsên hêja diweşîne. Nivîsên wî gelemperî li ser bûyerên rojane û meselokan in. Di ciwantiya xwe de ji wêranşarê mişextî bûye. Niha li swêdê dijî. Ji banglêkirina apo, xalo, mamo hez dike. Lewra çendîn sale ji welêt dûr maye û hesreta van gotina jî maye. Loma jî dema behsa wî bikim ezê bêjim apê zinar.

Ji aliye fîzîkî de gelek qeşeng e. Çendîn temenê wî mezin bûbe û por û rêha wî spî jî bûbe, ji qeşengtiya xwe zêde tiştek wenda nekiriye. Temenek dorêj nesîbê wî be.



23.09.2020 20:22 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» zinarê xamo

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî