Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
hêka kelandî - tirşik
hêka kelandî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ya ku di nav avê de tê çêkirin. ez ji zerikê wekî tîriya rîçalê hez dikim, a ku spîk û dora zerikê baş keliyaye lê nava zerikê hîn çênebûye û avî maye lê ne pir herikbar e. dema bi vî tîriyê tên qelandin, dayîka min dibêje dilme. (dibe ku piçekî din avî dimîne) lê ji bo ya kelandinê çi tê gotin, nizanim. ji bo vê tîrbûniyê dive herî zêde 10 deqe li ser agirê kêm bêne kelandin. ev cûre hêk di nav nanê şikevayê de bi îsota hûrkirî pir tehmxweş dibe.

ev e: Here lînkê

(bnr: hêka qelandî)



04.12.2019 18:00 ~18:06 | biruya hayao miyazaki

2. favorî taşteya min e.
Lê li gorî min, tehma devê min divê herî zêde 5 deqqeyan bê kelandin *



04.12.2019 19:13 | gulêê

3. taştêya xelkê ye lê gelek caran paşîva min e. dema derengê şevê birçî dibim, ji xwe re yek an jî du heban dikelînim, hinek xwê û îsot lê dikim û dixwim. helbet bi çayê.
lê dikim nakim rêbazek standart û garantî nabînim ji bo ku zerika wê wek mişmişê nermik bimîne.
şevekê min 5-6 hêkan derxist ji dolabê. yekê 3 deqe yê din 4 yê din... deqe kelandin û kontrol kirin. wê şevê min hinek daneyan berhev kiribû lê paşê min li gorî wan daneyan kelandî dîsa nebûbû.
du xwarin hene ku min hê nekarîye dilê xwe lê rihet bikim: hêkê keland û kebab îskender. kebab îskenderê jî bi tamek xweş çêdikim lê min hê nekarîya wek dilê xwe tenik, xweşik û fireh çêbikim goştê wê.



04.12.2019 22:39 | simurg56

4. Hêka ku ji ber xwarina wan hindik maye ku em bi xwe hêka bikin. Hema bêje her sibeh di taştê de 4-5 hêkan dikelînin. Ji ber ku bebeka me heye em zêde nikarin hêkerûnê çêkin. Ji bo bebek û zarokan ya kelandî çêtir e.
Kurê min dema piçûk bû me hêk gellek didayê. Lê naha bûye 6 salî û hêkê li devê xwe nadê. Naha jî em didin keça min ya 9 mehî. Înşalleh dema ew jî mezin bibê ji hêkên kelandî dilê we nexelê.



04.12.2019 22:53 ~22:54 | nan û av

5. Hêka ku ew ên werzişê dikin û wek keran dixwin bi wê ve jî li ber çavê me diherimînin.
Di nav avê da dikele û bi dilekî sahil û tenha ve tê xwarin ,favorîya taştêya Serhedê ye.



05.12.2019 02:09 | xwebixwe

6. divê herî kêm 5 deqqe bikele ezbenî. pir hez dikim nanê li zerika hêkê bidim û bixwum.

û herwiha ji bo lîstika hêçikê jî divê demekî dirêj were kelandin ji bo ku hêk qewî bin û neşikên.



05.12.2019 09:24 | xelîl

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hêka biqîme

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin xwarinvexwarin xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî