1. rewşa ku di van demê dawî de tirşik tê de ye. |
|
2019.12.04-22:29 |
brusk56
![]() |
2. (bnr: bila moderator endazer were guhertin) |
|
2019.12.05-00:08 |
cinorek
![]() |
3. Belê li gorî salên berê em dikarin bêjin hezar car kêm bûye. |
|
2019.12.05-00:41 |
ferhenga şikestî
![]() |
4. Niqaş ji dûalî pêk tê, yek ramango yê din dijraman e. Dijramaniya gelên rojhilatî taybet ya gelê kurd ser dijminahî , mûrîdîzm û fanatîzmê ava bûye. Nivîskarên tirşikê yên kevn baş dizane ku dema mîjarên siyasî û bawerî vedibû heke mîjar sîyasî ba û ne gorî evdociyan ba, destpê dijûn dikirin û tu li wir di bin etîketên xayîn, ajan dihat tawanbarkirin û dema mîjar dibû bawerî tu ji aliyê misilmana dîsa dihat heqaret kirin û bi etîketên kafir, dijminê îslamê dihat lêkirin. îja ev jî dibû sedemên berteqên bi heman awayê tûnd. Ji ber viya hewesa nivîskaran dişkiya û ji nîvisandinê sar dibûn. Yanî bi kurmancî, kes naxwazê serê nerm bi ya hişk bê eciqandin loma hewcê nivîsandina ser mîjarên bi naqoq nabînin |
|
2019.12.05-00:48 ~00:52]|
umed
![]() |
5. Ya ku ez dizanim berê tirşik ji alîyê nîqaşan ve gelekî serkeftî û bideng bû lê a nşja ne zêde ye, divê wek navê xwe bideng be |
|
2019.12.05-02:15 |
xwebixwe
![]() |
6. Sedem %90 ji ber rewşê ye. Hêvîyên me hemî hatine şikestin. Rewşeke dijwar li serê me diqewime. Ji xwe niqaşên sîyasî nav kurdan nemaye. kî nêzikê te ye, kî dijminê te ye? Tu nizanî. Ev rewşa xirab li ser tirşikê jî bandor kirîye. |
|
2019.12.05-12:12 ~12:24]|
kajav
![]() |
7. Çima radyoya ku li vir tên gohdarkirin stranên tirkî lê didin |
|
2019.12.05-14:47 |
keratî
![]() |
8. Hîn mirovên tevizandî çi qas tatêldarê hêvîşikandinê ne. Hema li ber tiştekî ne di rê de ne kû rû bide wan jî hêviya xwe teqez bişikînin. |
|
2019.12.05-15:55 |
rûbar
![]() |
9. Ecêb e di bin vê sernivîsê de nivîskaran ji mebesta nîqaşê bes nîqaşên li ser siyasetê û olê fêm kirine û li gorî vê çend sebeb dane rêzê yan jî êrîşê hevdû kirine. Erê, ji ber rewş û civaka em tê de normal e ku em serê xwe bi van meseleyan biêşînin lê ji aliyê din di dinyayê de û di jiyana mirovan de bi hezaran derd û pirs hene ku li benda niqaşê ne. Divê em hinekî li ser van jî biponijin, biramin. |
|
2019.12.05-19:39 |
xeyda
![]() |
10. cihê niqaşê ye. yanî ev mijar bixwe jî cihê niqaşî ye. ji ber ku ez nikarim bêjim ku teqez di wê bawerîyê de me ku nebûna niqaşan, kamasîyek e. |
|
2019.12.05-20:31 |
simurg56
![]() |
11. Bi min rewşek pir xweşe. Xwedê bike ew niqaşên berê êdî qet neyên . Wek sîmûrg got tirşîk.net ne cihê nîqaşana û armanca avakirîna wî jî bo kurdî danegehek çêke. Di her mijarekê de agahîyên kurdî hebin. |
|
2019.12.05-21:07 ~21:09]|
azad30
![]() |
12. mijara ku ji ber nîqaşên tirşikê qêrîna yoda anî hişê min ![]() |
|
2019.12.05-22:58 ~23:07]|
ceso
![]() |
13. Li jor nivîskarekî gotiye hîn mirovên tevizandî çi qas tatêldarê hêvîşikandinê ne. hema li ber tiştekî ne di rê de ne kû rû bide wan jî hêviya xwe teqez bişikînin. |
|
2019.12.05-23:58 ~2019.12.06 00:00]|
ferhenga şikestî
![]() |
14. Dîse hatiye fêhmkirin ku nîqaşên mê hemû li ser siyaset û ol in. Ne li ser fikr û ramanan, ziman û zeman, zanistî û felsefê e. |
|
2019.12.10-01:35 |
gumgumok
![]() |
15. Wa 6 mehî zêdetir tevlî tirşikê bûme lê hê nîqaşekê min nedît. Gelo ma em tev eynî tiştî difikirin. |
|
2020.09.30-11:34 |
yûsiv
![]() |
16. Kêmasî û astengek li ber pêşketin û geşbûna tirşikê ye. Wekî her platforman ferhengên înteraktîf jî piranî li ser meselê poltîk û dijber geş dibin. Wate herkes ramanê xwe di derbarê mijaran de rave dike û hewl dide yê ku dijberî wî difikire, fikra wî biguherîne. Loma jî xwesteka nivîsandin û bersivandinê( li gorî formatê) çê dibe. Lê wekî li jor jî hatiye gotin ji zûde ye niqaşên dijwar li tirşikê çênebûne. Bawerim ev yek girêdayî lokalbûn û welatparêziya tirşikê ye. Ji xwe herçî ê hatiye li tirşikê dinivîse heya astekê hezkirina welêt di dilê wî de heye. Loma jî di mijarên li ser ewlehî û başiya netew de herkes di heman fikrî de ye. Gelemperî niqaşên dertên jî li ser olan e. Lewra di tirşikê de kesên ji baweriyên cûda de hene. Heya ku yên nebawer jî hene. Ji ber wê çendê fikr û ramanên dijber dertên holê. Heya ku ew niqaşên di navbera bisilman û ateîstan de dertên digihê heya asta sixêf û dijûna jî. Talî ev niqaş bi xeyda çend nivîskara bi dawî dibin. |
|
2020.09.30-23:55 |
tîrêj zana 21
![]() |
![]() |
nutella [1] |
![]() |
motîvasyona kurdên xwandevan [1] |
![]() |
motîvasyona kurdên xwandevan [4] |
![]() |
tirşik-danegeh [2] |
![]() |
neşêrînbûna pisîka merwano [1] |