1. bûyera ku bi dizîna gurçikeka kurdekî ji rojava tespît bûye û li gor beyanên wî ji xeynî wî gelek kes hebûn lê tenê wî bi revê canê xwe xelas kiriye. xortekî kurdê bi navê basîl ku ji dirbêsiya rojava ye bi sedema çend nerihetiyên xwe diçe nexweşxwaneyê û pê dihese ku gurçikeke wî hatiye dizîn. peyre tê fehmkirin ku wexta ji bo şuxilê derbasî tirkiyê dibe ji hêla eskerên tirk ve tê revandin û wî dibin "nexweşxaneya qoserê ya dewletê" û li wir gurçikeke wî dizîne. ji xeynî vana gelek êşkence jî lêkirine û bi wî re gelekên din jî hebûne. piştê vê bûyerê êdî meriv çi jî bi tirkan bike dilê meriv rehet nabe. çimkî tîcareta organên însan di xerabiyê de asta herî mezin e bi ya min. kesên ku vî karî dikin bi saxîtî bişewitînin jî dilê min rehet nabe. |
|
05.12.2019 17:35 |
ceso
|
2. Mirov her gûyekî ji wan segbavan texmîn dike lê buyerek hosa nayê bîra şeytên jî, şeytên sed cara bibe însan nikare bibe wek tirka. |
|
05.12.2019 18:45 |
azad30
|
3. Ez êdî şaş nabim.Ev dewlet li çend goristanan bombebaran kir.Hûn fehm dikin ne wisa? goristana bombebaran kirin ! Piştî sala 2016 an min fehm kir ev dewlet çi ye.Û hûn jî dema diçin nexweşxanan an jî "kızılay"ê xwîn nedin! Çûnkî xwîna hûn didin ji çeteyan re dişînin. |
|
05.12.2019 22:00 |
mêrxasê serhedê
|
4. îhtîmalek mezin îdîyel bêesl e. wek kesek bi bi dehan caran ketîye van emelîyatan, dikarim bêjim ku ne li qoserê kesek heye ku vê emelîyatê bike, ne derfetên nexweşxaneyê ji bo vê yekê bes e û ne jî tiştek wisa dikare bi dizî were kirin. |
|
05.12.2019 22:08 |
simurg56
|
5. mixabin îdîaya ku rast e. şopên emeliyetê li ser lawik hene û jixwe li gor tehlîla ku li rojava kirine gurçikeka wî tune ye. yanî cihê wê vala ye. û wextê wî emeliyet kirine tê hişê wî lê wê çaxê narkozê danê û piştî ku şiyar bûye meselê fehm nekiriye. Here lînkê |
|
05.12.2019 22:26 ~22:27 |
ceso
|
6. ne pêkan e. min li vîdeoyê jî temaşe kir. tu eleqeya cihê emelîyatê ku lawik nîşan daye û gurçîkê tune ye jixwe. ew emelîyat ji wir nayê kirin. û wek min gotî, tiştek wisa li nexweşxaneyek wek ya qoserê nabe. û bibe jî kes nikare ji personel, teknîsyen û hemşîreyan xef bike. |
|
05.12.2019 23:00 |
simurg56
|
7. bûyera ku ihtîmalek mezin ne diziya lebatan e. |
|
06.12.2019 21:25 |
brusk56
|
sallana sallana nietzsche ser avê [1] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [3] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [3] |
|
gû [1] |
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |