Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    28 mijar û 34 peyam
    ava tv - tirşik
    ava tv
    (2) (0) (6)
    di mijarê de bigere

    1. Qenaleke kurdîye par newrozê saz buye. Hemû zaravayên kurdî de weşanê dike û bangî hemû kurda dike û li ser çand hûner û bernameyên lîstîkê çêdike.

    Ji bo agahîyên berfireh;
    Here lînkê



    2019.12.03-17:08 ~17:15]| azad30

    2. qanala bernameyên xweş çêdike lê mixabin di tvya min dernakeve. agahîyên wê: satalayta NileSat frekans:11353 V(vertical-tîkane-dikey), rêjeya sembolê: 27500 5/6.
    li cem min hotbird tune û ji bo nilesat çanaxek din jî lazim e.



    2019.12.03-19:33 | simurg56

    3. li ser nilesatê weşanê dike. qenalên Kurdî li ser du satalaytan weşanê dikin; yek hotbird ya din nilesat e. li bakur bêhtir berê entêlan ser bi hotbirdê ve ye. di hotbirdê mixabin hemû qenalên başûr dernakevin lê yên ser bi hêza bakur ve hemû di hotbirdê de hene; di nilesatê de jî hemû qenalên Kurdî yên başûr û yên ser bi bakur ve jî hene tenê medya haber nîn e (stêrk, ronahî, çira, jin tv û yên başûr hemû hene). ya me jî hotbird bû, lê min berî du mehan ji bo qenalên başûr giş derkevin û hejmara qenalên Kurdî zêde bin ji hotbirdê berê entêlê da nilesatê; niha hemû qenal hene, tenê medya haber nîn e, ew jî ji xwe weşana tirkî dike û nûçe jî wek yên stêrkê ne. bi xêra nilesatê niha ava tv jî yên din jî niha hene di tvya me de.



    2019.12.03-22:27 | xendekî

    4. ev cara yekemê ku, ji xeynî qenalen siyasetê, mûzîka hwd. tiştekî ku herkes karê lê binêre derketîye hole. Hêvîya me ewê ku rojekê hejmara van qenala zêde bibe û zimanê Kurdî behtir bi pêş bikeve, bi sedema van bernamayan, rêzefîlm, fîlm hwd.



    2019.12.04-01:05 | merwano

    5. baş e ku kanaleke wiha jî heye êdî. bi xwedê kanalên din êdî dilê me di ser me re qelibandin. rast e li welat her tim şer û pevçûn heye lê jiyan tenê bi şer û pevçûnê nameşe. divê tiştên cuda jî şanî me bidin.



    2019.12.04-01:38 | kurê xelkê

    6. ava tv qasî ku dizanim li ser youtubê bernameyên xwe par vedike. bi rastî çend hefte berê li wanê bûm camêrekî ji min re got ku di destê mistefa bayram wan de ye. pir bi armanceke siyasî bernameyên xwe çênakin bawerim. armanca wan jî nizanim. gelo kes tiştek di derheqê wan de dizane?(bnr: ava mag)



    2019.12.11-22:21 ~22:22]| roberz

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    marco polo [1]
    li gorî hin vekolîneran m.p. neçûye çînê. ji bo ku di nav arşîv û doku...
    serdestiya elewiyan a di siyaset û çapemeniya kurdan de [3]
    Li gor min rewşeka rast e. Gellek kesên di siyaset û çapemeniyê de ji ...
    serdestiya elewiyan a di siyaset û çapemeniya kurdan de [3]
    tiştek wiha heye û gelekî beloq û berbiçav e.. eger mirov li kadroyên ...
    bijwen sözlük [1]
    ferhenga Bijwen , ferhengek tirkî ye lê nivîskarên wî wisa dixûyê ku ç...
    01.07.2020 tenzîma medyaya civakî li tirkiyê [1]
    bawerim bûye sedema bêdengî ya ser tirşike jî. piştî vê agahîyê bes ke...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » ava xelê

    Kategoriyên mijarê:: sinema sinema sinema kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî