1. muzîkjenekî nû ye. her çi qas çend sal be bi muzîkê ve eleqar be û li ser youtubê stranên wî hebin jî bawer im pir nehatiye bihîstin. bi eslê xwe ji farqînê ji aliyê malabadê ye. bi rastî kêfa min pir ji stranên wî re hatin. bi xwe dibêje bi muzîka klasîk û hinek tema pop û rockê filan di stranên min de heye. helbet hene ez pir fam nakim. dixwazim kesên nebihîstine carek be jî guhê xwe bidinê |
|
12.12.2019 04:51 ~04:54 |
roberz
|
2. Ji gundekê malabadê ye. Stranbêjekî hêja ye. Bi albuma wî ya yekemîn bi navê "Beîv" (ku qasê ez zanim wekî din tune ye) min ew nas kir. Album serkeftî bû gorî min. Riyê wî ez dişibînim Friedrich Engels. Stranek ku ne di albumê de ye cover kirî ye, bi raya min gelek serkeftî ye. A soxîn riya wî vekirî be* |
|
12.12.2019 16:17 ~2020.11.10 11:37 |
rizgarm
|
3. xwedî deng û şêweyek cûda û orjînal e. min nekarî bişibînim tu hunermendek din yê kurd. tenê di strana noş de, deng û awazê wî strana seyrana gulaya harun elkî anî bîra min û hew. |
|
14.12.2019 13:47 ~13:51 |
simurg56
|
4. bi mirady û ozgur toz re stran û vîdyoyek qeyd kirine. stran ji helbestek ya selîm temo hatiye çêkirin. klîp jî stran jî xweş e. di stranê de stîla mirady serdest e heçko. |
|
20.05.2020 00:13 |
simurg56
|
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1] |
|
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1] |
|
afroamerîkî [1] |
|
simurg56 [2] |
|
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1] |