Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; samsung galaxy a70
peyamên çepikkirî

114756. modela telefona min e. min îsal ji malpera trendyolê bi 2800 tlyî kirî.

telefon îsal 2019ê derketîye pîyasê.
kamerayê paş: 32 MP + 5 MP + 8 MP ji van sêyan pêk tê.
kameraya pêş: 32 mp ye.
hafizaya wê: 128 gb e, ram: 6 gb
batarya wê 4500 mAh e.
-ji ber ku li paş 3 kamerayên baş hene tu dikarî wêneyên gelek baş pê bigirî û her wiha kadraja kamerayê zehf fireh e 123⁰ ye. heke hûn bixwazin şev wêneyên baş bigirin moda wê ya şevê vekin û telefonê danin cihek sabît û neleqê wê wêneyên gelek ji bo we bigire. me li kampê test kir, şêv ji iphonê baştir dikişîne.
-depoya wê heta te bivê fireh e ji ber wê telefon germ nabe, naqerise.
-min jixwe ji ber bataryaya wê kirîbû, batarya 450p mah e û ev hejmareka gelek zêde ye. min ceriband heke tu normal bikar bînî 2 roja xwe digire, tu lîstika jî bilîzî rojek û nîv belkî rojek û 2 seet. yanî her ji rojekî dibûre. ev gelek baş e.


hûn ê bêjin ev telefon taybetîyên evqasî baş in lê çima evqa erzan e. ez ji we re bêjim; samsung di modelên xwe de kaseya telefonê ji çelikê çêdike, lê serîya xwe ya a'yê ji plastîkê çêdike, pêşberî derb û tozê ne wek telefonên din saxlem e, bikeve nav avê wek telefonê din nikare li ber xwe bide. yanî samsung di serîya a'yêde (galaxy a10, a20, a50, a70) qaşûlkê zeîf dihêle lê hundirê wê tijî dike; heke we biryar da û ev telefon kirîn divê hûn hay ji derbên pîs, tozê û avê hebin wekî din telefon supper e hûn ê je naxusirin.



07.06.2013 18:27 | brusk56