1. ez ê bêjim pêşbirka mûzîkê ye lê na, ji wê zêdetir pêşbirka dengê ye. |
|
15.12.2019 14:54 |
simurg56
|
2. Dih yekî Elazizi stranek digot ji dil digot |
|
15.12.2019 18:40 |
heci adar
|
3. Du salên ewilîn min temaşe kirin lê şûnde min dev jê berda. Bernameyên wî rengî bi pirranî bi tenê bi kêrê stranbêjên ku di cafe û baran de stranan dibêjin re têt. Lê belkî di dîroka Tirkîyê de belkî du sê kes ancax piştî pêşbirkê jî bi ser ketine û stran û albûman derxistine. Yên dî jixwe bi ser nakevin. Wek li jor jî hatiye gotin mesele ne ew e ku tu di pêşbirkê de bibî yekemîn eger tu afirînêr nebî û klamên baş neafirinî. |
|
15.12.2019 22:05 |
ferhenga şikestî
|
5. bernameya ku tê da kurdî gotin qedexe ye lê her sal di nav jurîyande ên kurd(!) hene |
|
16.12.2019 01:56 ~01:57 |
mêrxasê serhedê
|
6. Bernameya ku ewqas xwendekarên zaningeha tînin kom dikin wan salonan tije dikin. Şûna ku herin bixwînin binîvîsîn tên wan salonan şovperestan dewlemend dikin. |
|
16.12.2019 20:29 |
azad30
|
7. Li ser qedexebûna zimanê Kurdî bo rexneyek min Vê mijarê de vîdeoyek amade kiribû. Bi gelekî zimanan stran vê bernameyê de hatibû gotin tenê Kurdî tune bû. Ji îngilîzî bigrin, spanî, îtalî heta farsî stran dihat gotin. Min hemî mînakên stranên van zimanan li vîdeoyê de mînak dabû. Li ser YouTubeê Vïdeo demekî kurt de gihişte mîlyonan. Piştre min jê kir. Tirsîyam min got wê tiştek bê serê min ;) |
|
16.12.2019 23:00 ~23:16 |
kajav
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |
|
pelûl [1] |