Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
xwendevan vs xwendekar - tirşik
xwendevan vs xwendekar
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Her du peyv pirrî caran tê tevlîhevkirin.
Ji heman kokê hatine dariştin lê di navbera van her du peyvan de nuansek heye.
Xwende-kar; yanî kesê ku karê wî xwendin e. Yanî di jiyana xwe de bi xwendinê re mijûl e Yanî xwendin bixwe ji bo wî kar e. Em dikarin ji bo zarok, ciwan... Hwd ên ku diherin dibistan, zanko û dersxaneyan bêjin xwendekar.
Xwendevan jî çalakiya xwendinê ne wekî karî dike. Yanî karê wî kesî xwendin nîn e. Mesela kesê karker jî memur jî betal jî dikare tiştan bixwîne lê ew nabe karê wî. Ew bi tenê dixwîne bes karê wî nîn e.



18.12.2019 21:47 | ferhenga şikestî

2. Mamosteyekî min cûdahîya herdukan ji min ra got.Di navbera wan da farq ev e:
Xwendekar:Kesên saet û cihê dixwînin bellî be û perwerdehîyekî fermî hebe ji bo wan têyê bi kar anîn.
Mînak:Kesên diçin dibistanên dewletê,kesên kolejan dixwînin...hwd.
Xwendevan:Kesê saat û cihê wê ne bellî be û perwerdehîyekî ne fermî an ji bi serê xwe dixebite be(ev kes bitaybetî yekjimar in ,di nav wan da kom zêde tune nin)
Mînak:Kesekî ji anatomîyê hez dike û ji xwe ra anatomî dixebite ku pêşerojê da alîkarîya wê bike(armanca wê ji bo pîşeya dixwaze be jî têyê qebûl kirin)
Min baş venegot lê ez bawer dikim we fehm kir.
Ango farqên di navbera herdukan da ên herî mezin fermîyet û pergal e.



18.12.2019 23:46 ~23:51 | mêrxasê serhedê

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xwendevanên tirşikê
» xwendekarên ku dibin evîndarê/a mamosteya/ê xwe

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv ziman zimanpeyv ziman zimanpeyv ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî