Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 17 peyam
xwekuştin - tirşik
xwekuştin
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê helbesteka bi nasnav "generalê payîzê" mihemed omer osman e. û dema tê bîra mirov ku vî şairî îsal xwe bi destê xwe kuşt qedrê helbestê girantir dibe:

Mihemed Omer Osman - Xwekuştin

- Ax.. Kengî kêra bin balîfa te dê bê...
Di nav gulpegulpa xwîna te de germ bibe?
Yan kengî mirin bimre û di odeya te de..
Ewra xwekuştinê ji hev belav bibe?

Nîveşevan.. gava hawarê li mirinê... li mirina xwe dikim
Rûyekî madzer.. ji dûr ve tê.. madzer her wekî mijê
Her ku tê madzertir dibe û reng lê namîne..
Ji nişka ve dibêjim.. wey.. ew bi xwe hatiye
Serê xwe daniye ser pencera min
Dibişire û
Pirr bi bêdengî... li rûyê min î mirî.. hûr dibe..

Ez jî kêrê vedişêrim
Nefretê ji fikra xwekuştinê dikim
Jê re dibêjim.. cana’m.. agir li canê min î cemidî berde...
Da ez dil û singa xwe ya tije kul parçe parçe nekim
Dibişire û
Gava ez gavekê ber bi wê diçim..
Min dihêle û diçe..

Rûyê wê yî madzer... madzertir... zer dibe..
Ji nû ve odeya min tije dibe bi olana gorê..
Bi hezaran tabût... di nav çavên min de.. dihejin
Li nav mij û moranê... hawîrdorê xwe dipelînim û
Careke din hawarê li wê kêra reş dikim..
Çend kêliyek tê ve naçe.. berî mirina min.. vedigere
Mad lê zer... zertir dibe... reng lê namîne
Ji nû ve destê min sar dike
Xwekuştina min ji bîr dibe

*ji soranî: osman mehmed



21.12.2019 20:42 ~21:18 | xendekî

2. Ev tişta ku bi ya min ji sedî sed bi wêrekiyê ve têkildar e. Nûçeya ku min gellekî tengijand û xemgîniyeka zor çend heyvan li ser min da kumişandin



21.12.2019 21:10 | darînê daryo

3. hêleke zirav di navbera wêrekî û tirsonekiyê de.
bi min wek tirsonekiyê tê, ji ber ku bi hêsanî dikarî hişê xwe bitevizÎnî û qesta canê xwe bikî lê jiyan ne wisa ye, ya ku jê re wêrekî divê ligel hemû azar û astengiyan berdewamkirina jiyanê ye.
yek jî ev demeke li jêr kirasê çend xwekujiyên popûler yên li ser medya civakî di çavê bêtir jî qîz û lawan de mirin wek xewekî, jixweveçûnekî wek tiştekî estetÎk, cihê dilbijandinê tê pêşkêşkirin.
yek jî xwekuştin neheqî û heqaretek e ji bo xwudê an xwezayê.
mirov ne bi hemdê xwe hatiye ser dinyayê bi ya min divê ne bi hemdê xwe jî jê bar bike.



21.12.2019 23:33 | ma min çi ji kê kiriye?

5. a ku li tirkiyê li gor nÛçeyan ku ez li ser Înternetê dibînim, zêde bûye.

ya xerab ew e ku ên xwe dikujin, xwedî malbat in, bav in ê hevjîn in.

xwekuştina mirovekî zêde li ser min tesîr nake. ji ber ku ê mir, mir çû. em nizanin wê çi bi serî bê. li gor baweriya mirov digûhere ev yek. ez ji ew teoriya misilmanan a ku dibêje ê xwe dikuje, wê heta hetayê di cehnimê de bişewite, bawer nakim.

lê ê li dû wan dimînin, dilê min pir bi wan dişewite. zarokê dimÎne bê bav, bê dayik, dilê mirov parçe dike..



22.12.2019 00:41 | brusk56

6. ne qelsî ye ne jî wêrekî. mirovên xwekuştinê pesin didin an yên wê rûreş dikin li ber dilê min di heman şaşiyê de ne. em bêyî daxwaza xwe tên li ser dinyayê lê bi hemdê xwe dijîn. ger çerxa felekê li me xweş bizîvire em ê jiyaneke xweş û bi serfirazî bijîn lê mixabin felek carnan li mirovî tê xezebê, mêriv dixe nav dev û diranên jiyanê, hebûnê. ya dilê min ev e ku di nav rewşên wiha xeternak de jî berê mirovan her li xweşiyê, li jiyanê be. mirov li ber şert û mercên zor û zehmet de jî li ber xwe bide. gotineke klîşe ya bîrdoziyên çepgir heye dibêjin "berxwedan jiyan e" bi rastî jî ev gotin rast e * berxwedan gellek caran tov û ruhê jiyanê bi xwe ye lê dîsa jî divê mirov loma li kesên xwekuştî neke. jiyan li aliyê din bi efsûn û xapînok e jî. em nizanin ka wê ji me re çi bîne, wê çi ji me bibe. ya baş em xêr û xweşiyê bixwazin ji bo hemû evd û evdalên xwedê *



22.12.2019 00:55 | xeyda

7. Li gorî Îslama bêguman heram e, gûneh e, qetl e.
Lê ez olên dî meraq dikim.

(bnr: otenazî)



26.12.2019 01:43 | gumgumok

8. Xwedê nede kesê lê piranî dema mirov di jiyana xwe de nikare pirsgirêken xwe çareser bike an jî ji kul û derdan nikare jîyana xwe bidomîne ev rewş derdikeve.



26.12.2019 18:47 | azad30

9. tevgera ku bi qasê dizanim tenê di mirovan de heye. ji ber ku tenê mirov hay ji hebûna xwe heye û dizane wê bimire.
gelek heywan jî dikevin depresyonê û hestên cûrbecûr dihewînin lê ev hestên wan nabe sedema xwekuştina wan.
hinek heywan xwe dikujin an jî didin kuştin lê ev kirinên wan ji bo xêra eşîr û kolonîya wan fîlan e.

loma em dikarin bêjin ku xwekuştin ji gelek tiştên din zêdetir însanî ye.



26.12.2019 20:37 | simurg56

10. Hin kes jî hene ku xwekuştinê erênî dibînin. Mînak nietzsche jî yek jiwan e. Dibêje: “Mirov heyîneke xurt nîne, jiyan her roj lawaziyê bi bêhêvîtiyê ve derdixe pêşberî me. Ji ber vê carinan çalakiya herî mezin, esîl û şanaz xwekuştin e. Întixarê biryara kesên azad qebûl dike.



02.07.2022 08:35 | evcebarê pirê

11. (bnr: exit bag)



03.07.2022 00:09 | mirovekirind

12. (bnr: xwekuştina nivîskaran)



15.11.2022 23:06 | mirovekirind

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» xwekuştin

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv wejehlbst zimanpeyv wejehlbst zimanpeyv wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî