Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
keanu reeves - tirşik
keanu reeves
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. lîstikvanê kanadayî ku bi the matrixê tê nasîn. wateya navê wî "bayê hênikê li seranserê çîyayan" e, di zimanî hawayî de.(bavê wî hawayîyî ye)
di sala 1964an de li beyrûta lûbnanê hatiye dinyayê.

bi qasê matrixê, fîlma wî ya sweet november jî xweş e û keanu jî baş dilîze. di medyaya sosyal de bi dilnizmî ya xwe tê nasîn. ji 114 mîlyon dolarên xwe, 80 mîlyonê wê bexşandiye xebatkarên fîlma matrixê. ya rast paşê hinek ji van xebatkaran înkar kirine. her wiha tê gotin ku 38 mîlyona xwe ji çêkerên fîlmê re hiştiye ku bêtir derfet veqetînin bo efektên taybet. belkî jî ev gotegot ji vê yekê çavkanî standiye.
di bûyerek din de vê carê ji ber lêdanxearina dubloran, çûye ji her yekê re motorek harley davidson dîyarî kiriye.

wêneyek wî yê berbilav heye ku di metroyê de bi tena serê xwe rêwîtîyê dike. gotinek wî ya wisa heye "pere tişta dawîn e ku xemê jê bixwim. pereyên ku min ji karên xwe yên kevin bi dest xistine, têra çend sedsalên min dike".

motor bi kar tîne û di xanîyek mutewazî de dijî. mirovek baş e, welhasil.

li hemû dinyayê jî wisa behsa wî tê kirin. loma vê qenalê vîdyoyek wisa kişandibû ku tinazê xwe bi zêde qencbûna wî dikin.


di vîdyoyê de ew bixwe nalîze. rûyê wî komple effect e. gelek komîk e.



21.12.2019 23:23 ~23:30 | simurg56

2. lîstîkvanekî serkeftî ye, ez bixwe her dişêm ku filmên wî temaşe bikim lê di fîlmên camêr de zêde zêde bêhna genî ya hollywoodê têt.
yanî karekterek heye, hîç têk naçe, jê baqiltir, zanatir hêjatir û biquwettir tune ye. ew hem jîr û zana ye hem jî centilmen û camêrekî bîst û çar eyar e.

ji fîlmên xwe bêtir bi karektera xwe ya rastîn tê hezjêkirin. çimkî ez ne şaş bim ji nîvê bêtir zengîniya xwe, mal û milkên xwe belav kirine, her hefte fotografeke wî ya ku li metroyekê rêvîtiyê dike derdikeve magazîn û rojnameyan.
yanî însanekî têra xwe henûn û nefbiçûk e loma zêde zêde populer e.



22.12.2019 23:12 | ferhenga şikestî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» keanu reeves

Kategoriyên mijarê:: sinemalstkvn sinemalstkvn sinemalstkvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî