Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
dawetên colemêrgê - tirşik
dawetên colemêrgê

Navê mijarê ya ewil ev bû:dawetên colemêrg
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bi cil û bergên xwe, bi awaz û stranên xwe mirov kêfxweş dikin. Asîmîlasyon li ser hunera wan zêde bandor nekirîye. Ev tişt jî min gelek bextewar dike. Wan rojên dawî de dawetên colemêrg û bi taybetî vîdeoyên ku sofî omer têde heye li welatên latîn emrîka berbelav, viral bûye.
hûn dikarin li şîroveyên vîdeoyê de binêrin



Ev dawet jî gelek xweş e. Ji bo tirşikvanan dîyarî be *




22.12.2019 13:36 ~13:38 | kajav

2. Belê dahwetên me ne. Ji ber ku ez jî endamê vê çandê me pir şanaz û bextewarim..



22.12.2019 16:17 | azad30

3. Xwedîyê dawetên rengîn in. Lê ya balkêş girêdana biksîyan û reqreqa keleşkofan e. Tabî bêrikên wan belaş in * *



22.12.2019 20:42 | darînê daryo

4. dema ez li colemêrgê bûm tevlî sê çar dawetan bûm, heqîqeten dawetên wan xweş in.
hama ji sipêde dest pê dikin sê roj heya nîvê şevê direqisin.
carekî em çûn daweta mamosteyekî xwe û me ji wan stranbêjên dawetê tika kir ku li gorî herêma amedê şemmamê lê din. neyse camêr got temam û lê da û em amedî, batmanî, mêrdînî falan û bêvan me şemammê leyîst tam vê kêliyê colemêrgî jî ketin govendê, piştî penç deh deqeyan em westîyan û ji govendê derketin (di şemmamê de meriv pirr dibetile) lê colemêrgî bê henek dibêjim bi qasî 50 deqe şemammê leyîstin. me go oha amk ma ew hîç nawestin.



22.12.2019 23:39 | ferhenga şikestî

5. her kê temaşe dike jê re hijmetkar dimîne. kiras û fistanên jinan, reqsa kalemêran a bi aheng û cilên kurdî yên ku xortên wan ê bejin tîtal li xwe kirî. dawetên colemêrgiyan, avzêmka kelepûra kurdî û kurdistanê ye. di dawetên wan de bi dehan cureyan govend tê girtin û çi xort çi keç, zarok, pîr û kal tev xwe bi xemleke kurdewar dixemilînin. kengî li rastê dawetên wan têm kêfa min gellekî tê, dibêjim qey çûme kurdistana nav xeyalên xwe, ya ku neketiye nav pencên bişaftinê. bi qewlê wan, xwedê hezket dilê min heye ku rojekê bibim mêvanê daweteke wan *



23.12.2019 19:53 | xeyda

6. Dawetên ku ev saleke ez beşdarê nebûmê ne. Min qet texmîn nedikir ku ez ê rojekê hin xerîbiya dawetêd me bikem. Dawet hema hecet e, mirov xerîbiya govendê diket. Helbet ne govendêd deverên dî, yên me. -belkî pênce cûre leyîzên me hebin, ez ê rojekê wan yekoyek di vî derê da bideme nasîn-



02.07.2020 22:29 | buffaloskinners

7. mijara ku min navê wê wek dewletên colemêrgê xand *



03.07.2020 02:06 ~02:06 | bûtîmar

8. Dawetên ku piştî salekî di nav wan de me. Gelek cindî ne *



29.07.2021 20:26 | kajav

9. Dawetên, lîstikên Tirka, yên wek çîftetellî ketine nav wan in. Doh li Geverê min bi çavên xwe dît mixabin.
(bnr: no çi hal o)?



30.07.2021 10:10 | xabûrî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» dawetên salonan

Kategoriyên mijarê:: muzik hunerdans muzik hunerdans muzik hunerdans
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî