Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
kom û komara beredayîstan - tirşik
kom û komara beredayîstan
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ''Gelî camêr û cajinên “çîlekêş”ên Kurdistana xemgîn û rengîn! Pîrebokek li ser serê civaka me digere! (Xwedê xêr ke înşellah! Marks kete xewna min, bawer im!) Bi hemû tarî û zulmeta xwe, rih û bedena civaka me pêçaye! Ji qewlê ola Islamê ve ye ku ava çemê me hatiye şêlû kirin, herimandin û miçiqandin! Em her tim li ber dest û destarê kevneşopiyên çanda zulmê mane! Xelasiya me êdî ne bi demokrasiyê, ne bi anarşîzmê, ne bi “açilim saçilim” û polîtîkayên “şildim bildim” mumkin e! Em di qada şer de têk neçin jî di qada modernîteyê de malik li me xera bûye! Bi telaq û namûs weha nabe, me go em çareyek, seriyek û dû re jî -ku ji me hat- çareseriyek bibînin ji vî rewşa xedar û birîndar re!



Gelî heval û hogiran, ey cemaeta facebookê!

Gelî… û newalekem, dar û daristanekem, xoş û xoşewîstanekem, stran û awazekem!

Gelî karxezalên Çiyayê Sîpanê, kûsî û qijikên deşta Herranê!

Sedsala bîst û yekemîn di hemû qadan de zora jiyana me ya “gundîkî” biriye ji xwe. Tu bêjî kurdên modern, teknolojiya malneketî zora wan jî biriye û li ber çerxa asîmîlasyonê ew qas perîşan û belengaz bûne ku diran di devê wan de nema ne! Îcar ev helwest, pergal, cetwel û polîtikayên sed salî civaka me ya wesle wesle bûyî ber bi kû ve dibin, de êdî hûn ji xwe bipirsin!

Xortên me li pey azadî û serbestiya welat û xelatên xwe rih û can didin, dijmin û neyarên çavsor jî li ser mêrg û çemenên kurdistana dagirkirî lotikan davêjin! Xelasiya welat bi çek û şer û berxwedanê pêk nehat û em bi kerba dilê xwe çar-pênç nifşên dil û ceger peritî ketin pey xewneke şêrîn. Lê çi hat serê me? Kuştin, mirin, talan, dagir û agir!

Gelo em çima ji rê û rêbazên xwestekên xwe guman nakin? Çima heq û maf û huquqa me tim xweşbêj e ji me re?

Ji ber ku bingeha fikr û ramanên me şil bûye. Banê me qul e gelê Hondûrasa rengîn, helbet wê binbanê me jî şil be!

Îcar “efendim”ê re bêjim! *

Em çend xortên kurdan gehiştin hev, me ya di dil û gurçîkên xwe de veşartî mayî, kir yek û me biryar da ku em felsefeyek nû ava bikin, ji bo saxî û silametiya govenda civaka xwe, ji bo saxî û silametiya bûk û zava! Va ye ez, Serelokê Komara Beredayîstan, Bawerê Siyabendokê têra dilê xwe Ronî û Ronahî û hevalê min ê gewre Rojenokê min ê Belengaz û Tengezar û Bilbilawaz, Serokomarê Lîsa Mirîşkên Komara Beredayîstan ûûûû transfera me ya fahş û flaşşşşşşş Rabîaka Can û Ciwanika Axacaniyan, Serfermandara Artêşa Werdek, Qaz û Qaqlîbazên Komara Beredayîstan, ûûûûûûûû Serokomara me ya Kej û Bej û Qirêj a Bêmal manîfestoya “Beredayîzm”ê ji bo saxî û silametiya govenda “facebûûûka delal” dikin şabaş! (Hey lê mit îmana vê hevokêt xwarooo, gidîîî!)



Şert û Mercên Manîfestoyê û Xalên Bingehîn:



1- Em ne axa ne paşa, ne bende û ne kole ne, ne mela û ne miftî ne, hozan in hozaaaan! (Ohooooooo! Şivanê Per û Weran! Xêra miriyê xwe tu kilamên xwe nexe nav vê manîfestoya “manîdar”. Deqqe bîr gol pirrr!) :P

2- Ji bo hemû xortên kurdan, di jiyana civakî de em “erotîzm”ê wek rêbaza bingehîn dipejirînin! Çima? Ji ber ku mezinê me gotine: Ne faşîzm ne komûnîzm, heta sibê erotîzm! De bila kurd bi têra dilê xwe “sevişmîş bin”, welle dê heft roj û heşt şevan de pirs û girêkên kurdan çareser bibin! (Ne wilo qurbanekem? Şevek zêde çêtir e ne wer e?)

3- Komar û civaka beredayîstan li dijî hemû sîyaset, teorî, polîtîka, taktîk, stratejî, hêkerûn, maqirne, keledoş, birinc û sawaran e hevalno! Ne xasma yên ku dibêjin “Tek dewlet, tek beyreq, tek bacan, tek xiyar, tek kartol, tek, tek, tek-bîîîîr, Ellahû Ekbeeeer!” Em sibê heya êvarê, û êvarê piştî ku me şîv xwar jî heya sibê li dijî van “tek”an in, tekaneyekem!

4- Xebat û ked û nizam filan û fîstanên wisa ecêb li ser axa komara me qedexe ne birêzno! Tiralî, betalî û xewarî mafên bingehîn ê mirovan in û ev mafên me di makezagona me beredayîstan de hatine pejirandin! Ev xal zor zor zor girîng in û tu kes nikare guhertina van xalan “teklîf dahî êtmîş bike”! (I think everybody understand this! This is a general rule for every citizen of “Republic of Beredayism”! No way to think another way! “We are all beredayî!")

5- Rojê sê caran ramûsan mecbûrî ye! Kesê ku rojê –herî kêm- sê caran destgirtiya/ê xwe maç neke ew ne ji me ye! Bila biqeşite ji ser axa me ûleeeen! (Sureya Beqara, Ayet:154)

6- Parlemena Giştî ya Komara me facebook e! Hemû civîn, mîtîng û nizam çi zuqqum û quzzulqurtên wisa wê li ser facebookê bên lidarxistin! (Tenê yek durişm heye û li jor nivîsî ye. Binêrin, xala 4’emîn.)

7- Xwedê Te’ala hemû beredayiyan biparêze!

8- Kirîvo ez ê jin im ne bi destê xwe me!

9- Qurbana te me talan meke, ji xwe metirse. W’ez sond dixwim ji Şêx Adîkê Melekê Tawis re, heke ez mirim ji axa sar ra me, heke ez bimînim ji rih û can û cesedê kirîvê xwe ra me…

10- Strana Şivanokê Per û Weran a bi navê “Kirîvo”, li komara me marşa netewî a beredayîzmê ye! O qedeeeeer!

11- Hemû stranên ku qala nêçîr, nêçîrvan, deşt, zozan, memik, pêsîr, qalçe, salçe, por, lêv, dev, diran, filan û fîstanan dikin ji bo me beredayîstan pîroz in! Gava we stranek bihîst û ev peyvên pîroz bi awayekî xef an jî eşkere di stranê de hebin, yekser rabin ser piya û bi dev û lêvên xwe silavekî ramûsanî ji hemû welatparêzên Komara Beredayîstan re bişînin. Haaaaa, eger we hevoka jor fêm nekir hîç xwe aciz nekin! Yaxalersem muck muck! :P

12- Wê ji hemamê derketin cot, wey li min memik sêv!

13- Xwedê xira bike dilê bêdil! Tifûûû! Nelet lê bibare dilê bêdil, fenanî xasbexçekî rût î bêgul!

14- Sibe saet pêncan li meydana Eloyê Keçel qonserta beredayîstan heye! Heçiyê meydana Eloyê Keçel dît bila min bigere û bi awayekî kurdiyane t’erîf bike.

15- Nasnameya komara me sor e. Peseport tune, vîze bêsinor e. Tek bila dilê rezîl bidil be axxxx dilo hey dil, canekem!

16- Sê caran wê çav da min, sê caran wê lêv da min!

17- Malxwuyê mala me Ciwan Haco ye, wê her sibe bi strana Serbûrîyek me hişyar bike! “Dîlbera min rabû dîlbera min rûnişt…” Kîjan dîlber, Dîlbera Dêrsimê way way, Dîlbera Dêrsimê way way, Dîlbera Dêrsimê waaaay!

18- Heke te ev manîfestoya pîroz û bimbarek heta vê xalê xwend naxwe ya dû vî jî bixwîne ji kerema xwe re!

19- Kuro welle tu heta nozdehê hatî, ez heyrana sebra te! Min ev qas tiştên beredayî nivîsî lê min hemû nexwendin. Va ye te xitim kir, ji ber kir û ez jî bejna xwe li ber te xwar dikim! Heminî te sebra xwe kir behr û derya, Ciwanê Hacolokê Qamişlokê gotiye “Behr bê pêl nabe”… Hema xala bîstemîn jî bixwîne û tu jî tevlî me beredayîstan bibe. Ji bo saxî û silametiya bûk û zava, ji bo saxî û silametiya govenda van xortên belengaz tu jî beredayîtiyekî xwe bi me re par ve bike!

20- Bîst, kerê mîst, te alîst! :P

21- Aqilê sivik barê giran e, komara herî hêja Komara Beredayîstan e!

22- Ebrû şevê

_______Şêrîn devê

_____________Lêv hingivê

____________________Xanim!

23- Ez nexweş im

_______Ne serxweş im

_____________Derî veke

__________________Canim!

24- -Tu ji kîjan eşîrê yî xorto? –Ez Jîrkî me xalo! -Ma tu ne kurê Silêmanê Mîrza yî? –Na xalo, ew kurê min e!

25- “Min tiliya xwe da quna qijikê, qijikê go qiiiiiiiiijjj, qijikê quna xwe da tiliya min qijikê go qiiiiiiiijjjj! Min tiliya xwe da quna qijikê, qijikê go qiiiiiiiiijjj, qijikê quna xwe da tiliya min qijikê go qiiiiiiiijjjj!” Heçiyê vê mamikê nekare bêje an jî xelet bêje wê ji welatiyê bê avêtin! Hin dibêjin “qijikê tiliya xwe da quna min”… Şerma mezin, eyba giran!

26- Ji kîşweran payîz e niha canekem!

27- Xewa min hat, ez razêm?

28- Kî ne ev eskerên ku wiha gule li me dibarînin? Ji kû ne?

29- Ma ev me çi dihesibîniiiiiiiiiiinnnnnnn?

30- Taca serê bêrîvana min zêrîn e ay ay ay! (Go hell maaaaaaaaaaan!)

31- Manîfestoya me çû deştê, dê û bavê me çûn biheştê!



Gelî kêzik û çirçirk û kurmoriyan! Ji kerema xwe re ku we ev peymana dîrokî heta dawiyê xwend cixareyek ser can û cesedê manîfestoya me de berdin û sê caran bêjin: “Noş, noş, noş!”… Xwedê nimêja we qebûl bike.

Eşhedû enla îla beredayî, we eşhedû enla îlahe beredayî..!



Amîn!''



18.09.2013 19:32 | endazer

2. komara ku ji ber tenahî û bêpiştgiriyê, ji aliyê dîn û beredayiyên înternetê ve hema bêje hatiye kuştin. heyf û sed mixabin lo!



19.09.2013 02:11 | terkexem

3. komara têr-bar e. ku yekê zorê dabe xwe evqas tiştên beredayî nivîsibe, hevalên hêja û beredayî ji kerema xwe re vê nivîsê bixwînin, wileh guneh e, xusaret e lo. ji ber ku ev nivîs hatiye nivîsî û gelekî hindik hatiye xwendin vaye ez rê didim herkesî bila bixwînin dure kî çiqasî dixwaze dikare nifîn û dijunan bike.



25.05.2014 08:24 | azadixwaz

4. Komara ku heta vê rojê haya min jê tune bû.* Heyf!

Ewqas beredayî me ku min ji serî heta binî manîfestoya wan xwend.* Xala 25an de mamika min a favorî heye:*

min tiliya xwe da quna qijikê, qijikê go qiiiiiiiiijjj,
qijikê quna xwe da tiliya min qijikê go qiiiiiiiijjjj!
min tiliya xwe da quna qijikê, qijikê go qiiiiiiiiijjj,
qijikê quna xwe da tiliya min qijikê go qiiiiiiiijjjj!



05.11.2020 22:32 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» komplocu kurd
» komara malî

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî