Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 84 peyam
bijarefix.com - tirşik
bijarefix.com

Navê mijarê ya ewil ev bû:bijarefix
(5) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. Malpereke pirtûkfirotinê ye. Nû vebûye. Pîroz be. *
Bijarefix.com



28.12.2019 13:18 | xwelî li ser

2. Ser xêrê be xwedê xêr û bereketê bike nesîb.



28.12.2019 13:23 | azad30

3. Malpera Pirtûkfiroşekî nû û nûjen e.
Îşellah ji pirtûkakurdî baştir be.
Here lînkê



28.12.2019 14:40 | gumgumok

4. Ser xêrê. Reqabet ji bo pêşveçûnê lazim e. Piştî vê malperê Bawer im wê pirtukakurdi.com zêdetir haya naverok û sîstema xwe hebe.



28.12.2019 19:06 | xelîl

5. malpera tirşikvanekî ye lê ne ez im *

ser xêrê be. hinek kêmasîyê malperê hene ku me ragihandin û wê werin temamkirin. vê gavê xirab xuya nake. li gorî agahîyên ketî ber destê îstîxbarata tirşikê wê hemû pirtûkên bi kurdî nehewîne, lê bes wê pirtûkên bijarte bihewîne. navê malperê jî loma wisa ye.

hêvî heye şûna ku ji pirtukakurdi.comê re bibe kelem, bi reqabetê bibin sedema mezinbûna hev û vê bazara kurdî.



28.12.2019 21:54 ~21:54 | simurg56

6. Malpera li ser xêrê be. Înşele pirsgirêka mezin a buhayê kargoyê safî bikin. Wê çaxê wê rêya wan xweş vekirî be *



28.12.2019 23:01 | berxweda

7. malpera hevalekê me yê tirşikvan e. ji ber wê em dikarin alîkarîya wan bikin û qet nebe reklamê bo hevalê xwe bikin. sparîşa xwe ya ewil me da, bi xêr dane kargoyê; heta niha em jê memnûn in, xizmeta wan xweş e *



29.12.2019 12:52 | xendekî

8. mixabin ji ber ku hemû pirtûkan nahewîne mixabin nekarî sîparîşên min yên îro bistîne. min jî dîsa ji pirtukakurdi kirî. (hejmara 3. ya kovar zrîng, pirtûkên bilici û rêbera rastnivîsînê)

divê teqez kovarên kurdî bihewîne.



29.12.2019 13:12 | simurg56

9. çend têbinî bo malperê
*malpera ku dema google şîfreyan qeyd dike dêvla mailê bistîne nimareya telefonê distîne wextê têketinê.
*her pirtûkên kurdî tê de tune ye. li gorî min divê hemû pirtûkên kurdî tê de hebin. dema ez li pirtûkekê bigerim, zanebim ku wê li wir hebin heke çend caran pirtûkan li wir nebînim ez ê ji wir sar bibim. (bnr: serê şevê çîrokek)
*buhayên pirtûkan li gorî malperê din erzan e hinek 0,1 tl hinek 2-3 tl lê heqê kargoyê têkeve ser wê mirov piçekî bifikire ku bistîne.
*dema mirov qeyda xwe çê dike divê qeyd yan otomatîk çê bibe yan jî girêdanek here maîlê bo têketinê lê li vir divê tu bisekine. heke cara yekem ez pirtûkeke erzan li vir bibînim û werim malperê û ez bisekinim ez ê bigirim û qet neyêm

navê malperê bijarefix e û li gorî wê heke mesele bijartin be wê tim valahiyek hebe û mirov ji valahiyê direvin. yanî di her beşan de tenê pirtûkên bijartî hebin wê rewşa malperê nebaş be bi min.



05.01.2020 19:37 | berxweda

10. Malpera firotina pirtûkan e.
Min heta aniha hemî pirtûkên xwe yên kurdî û hemî pirtûkên tirkî yên derbarê kurdan de ji pirtûkakurdî.comê dikirrîn. Çimkî heta vê gavê bi tenê ew malper hebû. Ez dikarim bêjim min heta niha bi sedan pirtûk jê kirrîn. Ji ber ku cihê wan ê navendî li ofîsê bû min pirrî caran jî ne ji înternetê, rasterast diçûm ji navenda wan distendin. Ez dikarim bêjim belkî bi du an sê hezar lîra min ji wan pirtûk kirrîn lê heta aniha ji bo dermên be jî diyareke piçûk jî nedan. Hama qene derfeteke piçûk jî diyarî nekirin.

Vê carê cara ewil min ji bijarefixê pirtûk kirrîn, di dema siparişê problemeke teknîk rû da lê di nava nîv saetan de çareser kirin û du roj paşê pirtûkên min hatin. Li gel pirtûkên min malper jî du pirtûk diyarî kirin.
Ez gelek jê kêfxweş bûm. Ji vir şûnda ezê hemî pirtûkan ji vê malperê bistînim.
Jixwe xwediyê malperê jî nivîskarekî tirşikê ye.
Ez bi dilekî rehet dikarim pêşniyaz bikim



28.04.2020 14:53 ~14:55 | ferhenga şikestî

11. malpera ku ji min re jî 2 pirtûkên rêzimanê, wek dîyarî şandîye. qey darînê daryo ji kurdîya min ne qayîl e *

vê gavê tê de hemû pirtûk û kovar peyda nabin lê jixwe armanca wan jî ew e ku pirtûkên "bijartî" bifroşin. dîsa jî çiqas arşîva xwe fireh bikin, em ê bêtir berê xwe bidinê.



28.04.2020 15:03 | simurg56

12. hêvî dikim gelek pirtûk, kovar û hwd. bifiroşin û bigihîjin armanca xwe. ezê jî êdî pêdiviyên xwe ji vê malperê temîn bikim. wek pêşniyaz bi taybetî serokên beşên ziman û wêjeya kurdî re têkevin pêwendiyê dê bêhtir bikarin dora xwe fireh bikin. serkeftina wan serkeftina bazara kurdî ye, pîroz e.



28.04.2020 22:03 | ezcan

13. Malpera firotina pirtûkan e.
Heftekî berê pişka wan hebû. Yê ku şertên wan cîh anî dikarîbûn beşdarê pişkê bibin. Diyarî jî du pirtûkên kurdî bû. Yek ji şertê wan etîketkirina hevalan bû. Min jî birê xwe û çend hevalên xwe di kommentê da etîket kir. Piştî etîketkirinê birê min jî çend kesan etîket kir û ew jî Beşdarê pişkê bû. Saeta pişkê hat ez jî weşana zindî temaşe dikim. Dawî hat pişk xuya bû. Min dît Navê birê min ser ekranê ye. Ji alîkî xemgîn bûm aliyê din jî kêfa min hat. Birê min kurdiya wî wek min baş nine. Min wêneyê Ekranê girt ji birê xwe re şand. Piştre jî navnîşana xwe. Bi ruşvetan bi zorî qebûl kir. Niha benda pirtûkên xwe me. Lê tu deng ji pirtûkan nehat. Min îro pirsî, gotin me şandine divê bigihiştiba. Hêj negihiştine ez dibêm sedem jî şîrketa kargoyê ye. Jixwe gava ku gotin ptt kargo min fêm kir.
Spas bijarefix bo diyariya we.



21.08.2020 22:12 | kajav

14. malpeřa ku min xwast jê peřtûkekê bikeřim lê ez kezebřeşî kirim. min ji wan ře ji WhatsAppê peyam şand got niha malpeř řojane dibe loma sparîşa min xweberê betal bûye. min got baş e ez ji WhatsAppê sparîşê bidim îja bersiva min bi turkî da û dû wê bi turkî peyivî. got hevalek ê dûře ji te ře ibanê bişîne va çend řoj in hîn ew jî neşandîye. talîya talî min ji cîyekî din sparîş da. berê jî min ji wir peřtûk standibûn û gelek dereng hatibûn.



28.09.2022 22:09 | keyomerd

15. heçiyê dixwaze bi penceşêrê bikeve, ava reş birije ser çavê wan, xwudê jê bistîne, xêrê bike û qet nebîne dikare xwe lê biceribîne, min pêşiya niha çend rojan ji bo cara yekem xwe lê ceriband ne bi dilekî bi heft dilan jê poşman bûm, min kir niçniç, pişta stûyê xwe xurand û rûniştim ser dûvê xwe.
min sîparîşa çend pirtûkan dabû, çend rojan li hêviya wan mam, min dît deng ji wan nayê, min maila xwe kontrol kir, min dît sîparîşa min betal kirine û mail jî ketiye nav mailên spam. nimreyeka whatsappê hebû di malperê de min ji wir ji wan re nivîsî piştî demekî xwudêjêraziyan camêrî kirin û bersiva min dan, gotin malper tê rojanekirin ji loma sîparîş betal bûye. eger dixwazî sîparîşa xwe ji nû ve bide, lê buhayê pirtûkan dibe ku guherîbe, min dît her pirtûkek bûye du qet.
axirê hew pirtûkek hebû bi taybet min ew dixwest, min du heb xwestibûn jê, gotin tenê yek maye û buhayê wê jî zêde kiribûn. min got bila, bes hûn bişînin, ji ber ku ne li wir be li tu derî ew pirtûk peyda nedibû. gotin; bila em ê bişînin pişt re dema min pirsî ka we çi kir?
erê wek hûn texmîn dikin, ne bersiv dan ne jî pirtûk şandin.
di malpera şikayetvar.comê de jî camêrekî nivîsiye, heman tişt hatiye serê wî jî
dawiya dawîn; hirç Û govend, kurd û profesyonelî?!
xwe jê dûr bigirin û belesebeb xeman ji xwe re çênekin.



24.11.2022 14:20 ~14:26 | endazer

16. li nav online sîteya ku pirtûka kurdî difroşe (ne şaş bibim) duyemîn e.



24.11.2022 20:04 ~20:04 | bakur.nekure1

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
belki ev jî bala te bikişînin
» bijarefix.com

Kategoriyên mijarê:: malper malper malper kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî