Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 52 peyam
nexweşiya mirovê vî wextî - tirşik
nexweşiya mirovê vî wextî
(8) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Jibîrkirin. Kî çi bêje bila bêje. Lê ez dibêjim jibîrkirin.
Sermaye, rûmet, qedr û qîmet, nîşe, têkiliyên mirov... Tevde girêdayî mêjî û hafizayê ne. Hafizayek zeîf, mirov zehf kêm dike, alzheimer jî, mirov bin-ax dike.
Hetta ev jibîrkirin, belkî alameta qiyametê bê jî...



01.01.2020 01:09 | gumgumok

2. Bêpeywendî û zimanê hişk û tiralî. Bi taybetî ji bo Kurdan dixwazim zimanê wan li hemberî yaran nerm û xweş, li hemberî neyaran hişk û ziwa be.



01.01.2020 13:41 | dijberîst

3. Xwe xapandin, nexweşiyekê pir mezin e. Ji ber ku pişt re mirov bi xwe jî ji van derewan bawer dike rastiya mirov diguhere û nikare li hember alozîyên jiyanê biryarên baş bistîne. Hin caran derûniya mirov jî xirab dibe ji ber vê.
Ev sirûştiya mirov xirab dike û mirov ji xwe dûr dikeve. Êdî ew derew dibe binyada biryarên çewt. Her wiha êdî mirov van biryarên çewt wek rast dihesibîne.



01.01.2020 15:08 ~2020.01.16 13:29 | rojvanbêrî

4. Menfeat:
Nexweşîya mirovên vî wextî ye, li gorî min. Bila tenê karê wan werê xelaskirin û piştrekî saxê kî mirî ye, ne xema kesî ye. Tenê xwe difikirin, ji wan pê de derdê kesî din tune ye.
Tu carî jî li te na pirsin, heya ku karê wan bi te çebû. Êdî vî wextî wê bi dest derûyan bikin. Wê ji te re bêjin; tu li me nagere,ez vala nabim, hwd.



01.01.2020 17:47 ~17:49 | merwano

5. Lome kirin, nebuna empatîyê.



02.01.2020 11:29 | azad30

6. Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, belengazî, xela û çi û ne çi hebûn lê mirov ji ên îroyîn razîtir bûn. Yanê hewqas rehetî çêbûyê lê çima mirov hewqasî bedbîn in ez fêm nakim. Erê her tişt ne bi dilê me ye lê ne bi wê ecêbê



3 roj berê 12:08 | çaya germ

7. Li wê wextê pir zêde agahdarî/informasyon heye. Mirovên vî wextî tenê di rojekê de rastî agahdariya ku mirovên kevnar di tevahiya jiyana xwe de bi wan re rû bi rû maye dibin.
Ev jî dibe sedem ku piştî demekê mirov weke gêj dibin. Tew haya wan li tiştekê çê nabe. nexweşiyek wisa ye.



2 roj berê 11:11 | cinorek

8. Sebeba wê gerdûnîbûn û înternet e.
Ev her du tişt mirovan nexweş dikin, berê dinyayeke piçûk a piraniya mirovan hebû di wê diyayê de dijiyan, qayîdeyên wê diyar bûn, ji bo mirovan xwe li dinyaya xwe guncandin hêsan bû lê di roja me da dîtina dinyayên din, tiştên din di mirovan de hin caran hesûdî, hin caran xwekêmbînîyekê, hin caran bêwatebûna heyînî, hin caran jî dîtina wehşetê pêk tîne....
Ev hest û hestên wekî van an jî cudatir mirovan nexweş dike.



2 roj berê 15:06 | bayê xerbî

9. Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbijartî ji bo bûyerên welatê an cîhanê hene... wekî din hema hema her sepan li gor kesê yê ku ber ekranê telefonê de be, taybetmendiya wî/ê berhev dike û li gor wî/ê bûyeran/ agahiyan/profîlan ditîne ber çavên wî/ê, da ku meriv li ser ekranê zeliqandî bimîne. algorîtm wî karî dike. Mînak, google li gorî ku bajarê ku tu lê bî pêşniyarên lêgerînê nîşanî te dide. facebook, instagram hwd li gorî tercîhên kesane pêşniyar û reklaman tîne ber hev. Ger meriv saniyeyekê bêtir pisîkan li tiktokê temaşe bike, vîdyoyên wiha dê li ser erkranê we kom bibin. wikipedia û tirsik.net bê algorîtm dixebitin (?), pêşiya her kes heman tişt heye. Dawiya dawîn: ji ber ku her kes di bubble-a xwe de dijî, meriv zêde û zû bi tiştek an mijarek ve mijûl dibe û xwe nav de wenda dike. Meriv dûr dikeve ji têkiliyan derdora xwe û li gor zewqa xwe ye. Ji vî rehetiyê zû bi zû kes dernakeve, di nav de dijî û tenê bi mijarên ku li wir cîh digirin mijûl e. Ez bawerim ev tişt jî fanatîzm, nijadperestî û celebên din ên -îstan pêşve dibin. Wekî din: zêdehî agahiyan li pey hev şopandin, jiyana kesên xerîb bi jiyana xwe miqayese kirin, bê fikir biryar dan, bi hêsanî li pêy şopa fikrekî ketin, di rihetî de mayîn, hema her tişt bûye: pir, kurt, kin, zû, .. hêdî hêdî aqil diçe, empatî diçe, mirovanî diçe û ev dibin sedemên nexweşiyan mîna depresyon..



2 roj berê 19:32 | keloş

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» nexweşiya mirovê vî wextî
» mirovê qûnde
» vîdeoyên henekan

Kategoriyên mijarê:: jiyan anket jiyan anket jiyan anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî