Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 34 peyam
îstîxbarata tirşikê - tirşik
îstîxbarata tirşikê
(17) (2) (18)
di mijarê de bigere

1. rêxistina ku karker û karmendên wê ji jin û jinebiyên li ber dora tenûrê gotinan li hev siwar dikin tê pê.. xwudê hez bike di siberojê de em ê bi gelek ajansên navdar yên wekê anf û aayê re jî qewlê xwe bikin û soz û qirara xwe bikin yek û peymanan danin û em ê wan ji qalibên meşhûr yên wekê edinilen bilgilere göre yanî li gorî agahiyên bi ber guhê me ketîn an bi dest me ketîn ku di destpêka her nûçeyeka xwe de bikar tînin xilas bikin.. li hêviya bin..



2013.09.19-03:10 | endazer

2. rêxistina kû yek bi yek nav û navnîşanên nivîskarê tirşikê deşîfre dikê û ji rAya giştî re eşkere dikê ye..Ger weha dewam bikê nivîskar ji tirsa deşîfrebûnê newêrin êdî binîvîsin..



2013.12.29-21:30 | nan û av

3. reben neyar e, li ber destê mossadê xwendiye



2013.12.29-21:44 | kevçiyê dil

4. Îstîxbarata ku li gor rexneyên ku lê hatine kirin xwe keys kiriye û bi gotina rexnekeran kiriye. Ji vir pê ve ew ê hinekî din jî bi dîqet tevbigere. Wê di demekî nêz xwe bi îstîxbarata netewî ya kurd ve girê bide û wê bi awayekî pergalîzetirîn tenê ji bo peşvebirina kurd û kurdistanê bişixule.

(bnr: îstîbarat dişixule)



2013.12.29-22:32 | ceso

5. nivîskarên ku heta êvarî li ser twitter û facebook girêdayÎ û çalak, lê di tirşikê de destê xwe li peyamekî jî nagerînin û nivîskarên ku newêrin li qelem û Îmzeya xwe xweyî derkevin derxistiye meydanê.. *



2013.12.30-12:37 | endazer

6. îstixbarata ku newêre navê mirovekî/ê bide ta ku aciz nebin û nexweyidin.

ka navê kê derxistiye! ka kî deşîfre kiriye! ka belgeyên çi derxisitine! ka behsa kîjan nivîskarên twitter û facebookê kiriye?



2013.12.30-12:55 | dijber

7. kesa/ê nedîtî dê bibêje îstîxbarata cîhanê di destê wan de ye.

çi fors e ev ba û bager ji bo çi ye?

(bnr: dinya nedîtiya savar dît got îro îda me ye)



2013.12.30-12:58 | gulan

10. wek îstixbareteke ku qunê ji mossadê diberde dixuyê...



2014.02.28-12:32 | daskan

12. ceoya kurdistanê ya ku îman li îndetermînîzmê diçikîne.



2014.03.25-16:54 | zero

13. îstîxbarata ku êdî zêde naxebite ye.
lê der heqê zewaca tirşikvanan de agahî gihîştine destê min. Dîn û har bûne, her salê çend kesên tirşikvan dawetê dikin.



2018.10.07-03:03 ~03:04]| bûtîmar

14. îstîxbarata ku li ber devê tenûrê agahî tomar dikir in. *
2 sal çêbûne lê hê jî deng ji sîxûrên wê nayê :(



2020.05.30-16:12 | merwano

15. li gorî sîxûrekî tirşikê ku bi navê xwe yê cod tê nasîn yûsiv,agahîyên ku ji 15.11.2020 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê tomar kiriye dibêjê:
''simurg56, azadixwaz, berxweda, brusk56 tev birayê hevê ne''
Here lînkê

êdî ji îro pê de ji bo min îstixbarata herî grîng ev e *



2020.11.16-14:33 ~14:32]| merwano

16. Ji ber ku dişibine hev, Min digot brusk56 û simurg56 birayê hev in û berxweda û azadixwaz jî birayê hev in. Derket holê ku hemû birayê hev dû ne.*

(bnr: family cooperation)



2020.11.16-22:09 ~22:14]| xelîl

17. Ji ber ku civînê de hat axavtin dixwazim li vir jî qal bikim.
Yek planek heye ku ew camping e. Ew ê îsal hatiba lidarxistin lê ji ber covidê felan çênebûye. Lê heke pirsgirêk çênebe dibe ku salekê din felan bê lidarxistin.

Yek planek din jî ew e ku bi hevre temaşe kirina fîlmên hatine wergerandin e.

Ji min îro ewqas. *



2020.11.16-22:13 | yûsiv

18. bi îstixbarata nû ve xwe digirim lê na, divê binivîsînim: di eslê xwe de tirşik şikeft e.

(bnr: eshabê kehf)
(bnr: mikurhatina xweberî)*



2020.11.16-22:40 ~22:42]| biruya hayao miyazaki

19. Cia wî an Hakan fidanê wî an jî karakutuya wî ferhenga şikestiye bê nîqaş û minaqeşe * maşellah dibê qey berî bavê xwe hatiye dinyayê ev kûpê hê sêra wî betal nebûye bixweye * meriv hê nav nade nabêje endazer dibêje ji heft bava şûnde navê pîra wî kleopatraye çend heb xwestiyê wê û çend heb mêrê wê hebûne li kurê çikirine çi xwarine tev zane êdî hun texmîn dikin îstixbaratek çewaye newsa? * ajanên wî jî têra xwe hene *



2020.11.16-23:53 | shorbevan

20. kajav û xabûrî li malekê dijin.

kajav/129433



2020.12.18-18:37 ~18:37]| cinorek

21. simurg56 dikare peyamên xwe ra deng bide.



2021.02.05-01:44 | heval.js

22. (bnr: 17.02.2021 eşkerebûna reşşiktroll)



2021.02.17-16:24 | cinorek

23. difîkirim merwano ev qas fîlm sêr nake



2021.06.24-20:47 | heval.js

24. Heval.js her dem çalak e û li benda trolltiyê ye.



2021.06.24-21:46 ~21:50]| navîgiranmezelîwêran

Hemûyan Bixwîne