Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
wergera binnivîsan - tirşik
wergera binnivîsan

Navê mijarê ya ewil ev bû:wergerîna binnivîsan
(5) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Karekî basît xuya dikê.
Gelo binnivîs çawa tên wergerîn? Divê wergerîn çawa be? Çawa nebê?
Kîjan sepan, bername lazim in?
Werhasil yekî ku jê fêhm dikê, bila me hînî wî karî bikê bi xêra xwe *

Gelek bername hene j'bo wergerandinê. Bi kombêrsê hêsantir e.
Ji telefonê ji hinek sepan hene. Û bi kêrhatî ne.
Mînak:
Here lînkê
Here lînkê



02.01.2020 01:11 | gumgumok

2. dixwazim ez jî dest pê wergerandina binnivîsan bikim lê hêviya kêmbûn a mijûlîyên karê xwe me. piştî karê min hinek sivik be ez ê du sê fîlmên xwe yên favorî wergerînim û li vir anons bikim.*



02.01.2020 08:31 | xelîl

3. (bnr: binnivîs)

bê bername an jî bi bernameyan dikare were kirin. ne karekî zêde zehmet e lê him divê mirov ji aliyê ziman ve, him jî ji alîyê teknîkî ve hinek xalan bigire ber çavan.


ji aliyê teknîkî ve:
a- binnivîsên fîman di pelek bi cûrepela .srt de tên tomarkirin. weke mînak "braveheart.srt"
b- di van pelan de binnivîs bi nimroyan hatine rêzkirin. wisa;

------------------
2
00:00:50,454 --> 00:00:53,869
Her tişt di riya xwe de ye?
Ne dora nobedariya te bû.

3
00:00:54,124 --> 00:00:56,745
Dizanim lê min xwest cih biguherînim.

4
00:00:57,294 --> 00:00:59,666
Tu jê hez dikî, newsa?
Ji temaşekirina wî hez dikî.


------------------

di vir de rêzika ewil nîşan dide bê ka wê ew rêzik di navbera kîjan çirke/sanîyeyan de were nîşandan. rêzikên din jî jixwe replîk in. divê mirov van replîkan wergerîne.

c- binnivîs rasterast li ser pela .srt'yê dikarin wergerandin lê her wiha bi bernameyan jî dikarin werin wergerandin.
di van bernameyan de li alîyê çepê binnivîsa bi zimanê orjînal xuya dike û mirov jî li hemberî wê wergera wê dinivîse. di hinek bernameyan de mirov di heman demê de dikare li qûncikekî bernameyê, fîlmê jî bide lîstin.
gelek bername hene. min di linuxê de subtitle editor bi kar dianîya. ji bo windowsê jî gelek alternatîf hene.weke mînak: Here lînkê
berê min piranîya wan dizanî lê niha rewşa pîyaseyê nizanim. ez ê dîsa li ser linuxê, subtitle editorê bi kar bînim.

d- piştî ku werger qedîya mirov pela .srt ya nû tomar dike û xelas.

xalên ku divê mirov bala xwe bidê:
1- divê hevok zêde ne dirêj bin. ji ber ku ji bo xwendina wan zêde dem tune. eger mirov nekare zû bixwîne, û her deqe fîlmê bide sekinandin, tam lê namîne. loma divê hevok kurt bin.
carina hinek hevok, di binnivîsan de wek 2, 3 an jî 4 parçe tên bicîkirin. divê mirov jî di wergera xwe de hevokê bi heman awayî parêe bike û divê dirêjahîya parçeyan jî li gorî ya orjînal be. ji ber ku ji bo binnivîsan, li gorî dirêjahîya wan dem/sanîye hatîye dîyarkirin.

2- divê peyvên herî popûler an jî basît werin bikaranîn. ger peyvên zêde "akademîk!" an jî heremî werin bikaranîn, wê herkes fêhm neke û tamê ji fîlmê nestîne.
ji bîr nekin, armanca me vê gavê ne îspata entellektûelîya xwe ya lê zêdekirina bikaranîna kurdî ye.

3-divê mirov pêşîn li fîlmê temaşe bike û bi çavê wergerandinê lê binêre. paşê di wextê wergerê de, mirov dikare carinan lê vegere jî.



03.02.2020 19:02 ~19:02 | simurg56

4. li ser windowsê bi bernameya aegisub hinek din rihettir e.

min vîdyoyek amade kir, li ser wergera binnivîsan, bikaranîna vê bernameyê û klavyeya kurdî:




12.03.2020 23:09 ~23:09 | simurg56

5. wergera binnivîsan/118161

destên te sax bin simurg. gelek baş çêbûye.



13.03.2020 11:16 | xelîl

6. êdî ez jî dikim lê di navbera inglîzî û tirkî de ye. ger rojekî xwe amade bihesîbînim ez jî wergera ji kurdî re bikim.



13.11.2021 21:20 | heval.js

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» wergera bo kurdî

Kategoriyên mijarê:: sinema ziman komputerprogram sinema ziman komputerprogram sinema ziman komputerprogram kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî