Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 26 peyam
êşa tiliya qelîçankê - tirşik
êşa tiliya qelîçankê
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Tiliya qelîçankê anjî tiliya qiliç, biçûk, qiliçenk.... Gelek gotinên vê tiliya bêbext hene.

Biçûk e, bi kevîka ling ve hatiye zemtkirin. Ji xwe, ji şekalê deforme bûye. Weke wan tiliyên dî neynoka wê jî, ne ti neynok e. di bê qey peyre lê hatiye zêdekirin.
Werhasil, dema ev tiliya ha li kevîka deri, li lingê masê, li kevirekî anjî li dereke dî dikevê, îda zeman disekine û êşeke eceb bi qêrîneke dihundirû de dest pê dike. Û pêre pêre ew ling bi reflekseke tê kişandin.
Cezayekî tûj e. Ger hûn bixwazin nifirekê li hinekan bikin, bêjin "xwezî tiliya te li kevîka deri bikevê!" *



04.01.2020 23:50 | gumgumok

2. Êşa tilîya hemî gelek zor e lê ya biçûk ji ber biçûkahîya xwe pir nazîk û ziravin loma ji bo darbeyan xurt nînin loma bi darbeyekê de êşek mezin çêdibe.



05.01.2020 01:38 | azad30

3. Li ser vê tilîyê bavêmin çîrokekî gotibû ezê jî ji were bêjim.
Rojekî xulameke axê li pîjgehê xwarinê çêdike û nişkavê kêr li tilîya wê dikeve û dibe qerîna wê û ev êş nasekine .
Bişev herkes radizê lê xewa xûlam nayê û heta sibê dide girî, dibe sibê xûlam dibê anha axe rabe wê bibeje çibu ji te heta sibê te da girî ji ber vê yekê radibe çavekî xwe derdixe
Axê tê dibêje "do şevê ew çibu bu te dida girî te nehişt em razên"xulam dibêje "çavê min derketibu "
Axe dibê" xûlî liserê tebîyê min jî go qey tilîya je jêbûye"



05.01.2020 01:49 | tîrêj zana 21

4. Êşeke bêhempa ye bi rastî jî. nemaze tilîya qilîçî ya pîyê merivan li tiştekî bikeve.

Di rêzafîlma leyla ile mecnun da jî iskender ji bo erdal bakkal wek nifrîn dibeje. *





05.01.2020 13:07 ~13:09 | xelîl

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» êşa serî
» tiliya qulîçkê

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî