Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    13 mijar û 16 peyam
    john wick: chapter 3 - parabellum - tirşik

    sêyemîn fîlma john wick e. di vê beşê de john li dijî şûrayê ya ku li hemû cîhanê belav bûye, li ber xwe dide....
    (3 şîrove)
    john wick: chapter 3 - parabellum
    (1) (0) (2)
    di mijarê de bigere

    1. ji bo niha, fîlma dawîn ya john wick e. (di 21ê nîsana 2020an de wê fîlma çaremîn derkeve)
    di vê fîlmê de 94 mirovan dikuje. (fîlma ewil:77, ya duyemîn: 128)

    di vê beşê de john wick tiptenê ye û divê li hemberî şûraya bilind şer bike. êdî hevalên wî yên ku di fîlmên berê de serê xwe li ber wî ditewandin jî, divê berê xwe jê bizivirînin.

    min 70 pûan dayê.



    2020.01.05-12:00 | simurg56

    2. Her çiqas êdî kal bibe jî apê John wick (keanu reeves) dîsa temaşevanên xwe dixe di nav aksîyoneke bênavber da. Li gorî fîlmên fantastîk-aksîyonan him bi mijara xwe him jî bi dîmenên xwe gelek serkeftî ye.

    Pûna min: 75



    2020.01.05-12:42 | xelîl

    3. fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin.
    fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê rewşen ve, li kurdî hat wergerandin.

    hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 100.

    hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê

    ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê












    têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin.
    ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be.
    Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin.

    têbinî-2: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142









    têbinî-3: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, ji bilî bikaranîna binnviîsa hêdî, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin.



    2020.06.19-23:56 | simurg56

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    kermêş [1]
    Topa ûris li wan bikeve yek nemînin Mala mirov xira dikin, tu tama xe...
    di dîrokê de îro [1]
    îro, 11ê tîrmeha 2020an Bûyer 1405 – (vbnr: Amîral...
    eliyê pûrto [1]
    Kilameke gelêrî ya dengbêjî ye ku navê xwe ji lehengekî bi navê Eliyê ...
    baba tahirê uryan [1]
    Eger destêm bighê çerxa felekê
    Ezê gelek tiştan bipirsim ji wê:...
    baba tahirê uryan [2]
    Dilêm ji derdê te herdem xemîn e
    Balîfêm kevir, doşekem zemîn e...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » john robert

    Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî