1. fîlma sala borî bû. tê de brad pitt dilîze. wateya fîlmê: ber bi stêran ve dema roj bi saya ew parçeya keştîyê ya ku dizivire, xwe dehf dide ber bi keştîya xwe ve bi hêzek sabît ber bi keştîyê ve diçe. ev yek normal e. lê qet ne pêkan e ku di rê de li ewqasê meteoran bide û bikare hêza xwe biparêze. hadê em bêjin hêza xwe parast, qet ne pêkan e ku îstîqameta xwe biparêze. ev yek ez gelekî aciz kirim. roy (brad pitt), ji ber tunebûna bavê xwe an hî tiştên hatî serê wî, xwe her tim kêm hîs kiriye. li dinyayê di nava bi mîlyaran mirovan de tenê ye lê hêvî dike ku here taa li neptunê bavê xwe bibîne û tenêtîya xwe biborîne. di eslê xwe de bavê wî jî dîsa bi sedemek hevpar li wir e: armanca wî jî ew e ku li vir, fezayîyên biaqil peyda bike da ku tenêtîya mirovatîyê biborîne. lê nikare. berevajî, xwe û kurê xwe di nav tenêtîyê de dihêle. dema ku kurê wî tê cem wî û dibêje fezayî fîlan tune ne, tenê ew in yên hev, min hêvî dikir wê bavê wî vegere lê min ji xwe re gotibû jî, yaw zilam çiqas zû îqna bû... |
|
05.01.2020 13:07 |
simurg56
![]() |
2. fîlma bawer im ji bo wê tu wêneyên nuh nehatiye çêkirin. tiştên heye bi kompîterê ve hatiye çêkirin. |
|
05.01.2020 18:51 |
berxweda
![]() |
![]() |
kemalîzm [3] |
![]() |
jibîrkirin [1] |
![]() |
tirşik mobîl [2] |
![]() |
tirşik mobîl [1] |
![]() |
mijara wergera kurdî ya fîlman ya li ekşisozlukê [13] |