Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
the cloverfield paradox - tirşik

li dinyayê krîza enerjîyê ye û hindik maye şerê cîhanê rû bide. komek zanyar li fezayê hewl didin ku bi "lezkera partîkulan" enerjîyek bêsînor biafirînin ji bo mirovatîyê. lê ev cerb wê talk...
(3 şîrove)
the cloverfield paradox
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. fîlma sala 2018an e.
li ser fikr û mijarek xweş hatiye avakirin lê mixabin vê potansîyelê mezixandine. tê de gelek bêmantiqî hene. ev jixwe li alîyekê, hinek sekansên komîk jî tê de ewqas sik xuya dike ku mirov dibêje qey kesek biaqil tune bûye li derdora seta fîlmê.
zêde ne hewce ye lê em behsa çend ehmeqîyan bikin;


ew dest çawa wan tiştan dinivîse?
kesek ku di zikê wî de jîroskopek mezin û bi sedan kurm hene çawa dikare deqeyek jî bijî?
dema heman qeza were dubarekirin, çima encamên qezeyê berevajî bibin?
li dinyayê çima tenê ew zilam û zarok mabû, ma perê we têrê nekir?
ew jinika ku di nav avê de asê ma, çima bi camê ve vezeliqî? ma ne divîyabû bifire valahîya fezayê?


pûana min: 50
halbikî potansîyela event horizon bi vê mijarê re hebû.



05.01.2020 22:16 ~22:18 | simurg56

2. Mijarê fîlmê orîjînal e û balkêş e lê camêran rîtine tê da û hiştine wisa.



05.01.2020 23:04 | xelîl

3. Li dinyayê qeyrana enerjîyê heye. J'bo çareseriya vê qeyranê komek mirov li fezayê mekîneyekê diceribînin. Lê deriyê fezayeke dî divebe. Mixabin ev fezaya paralel cudatir e.

Filmê ku j'ber mijarê min zêde meraq dikir. Lê mixabin ne weke nav û mijara xwe balkêş bû. J'xwe fîlm nîvrê ma û qediya.



28.06.2020 01:27 | gumgumok

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» the world is yours

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî