Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
retîkûlûma endoplazmî - tirşik
retîkûlûma endoplazmî

Navê mijarê ya ewil ev bû:endoplaztik retikulum
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Di dibistana seretayî me dersa zanistin fen ê de didît navek pir xweşe pir keyfa min jî re dihat.

Pênase: di nava hucreyê de karê barkirin û tomarkirina maddeyan e.



07.01.2020 16:14 | azad30

2. Di zimanê Latînî de wateya retîkûlûm ’tora piçûk’ e.
Wateya endoplazmî jî ’di nav sîtoplazmayê’ e. Retîkûlûma endoplazmî( RE) torek labîrentî û kîsikî
ye. Ji cot parzûnên(zar) navikê, ji ya derve dest pê dike ber bi parzûna xaneyê (hucre) di nav sîtoplazmayê decih digire. RE bi şileya herikbar(sivÎya diherike) tijî ye. Li gor dirf(teşe) û erkê wî ,du beşên endoplazmiyaretîkûlûm heye.
Beşa ku rûxara wî bi rîbozom e, di bin mîkroskoba elektronî de girûzî dixuye, loma ev beş
wekî Retîkûlûma Endoplazmî ya girûzî tê bi nav kirin. Beşa retîkûlûma endoplazmî ya ku
rûxarê wî bêrîbozom e û şayik e, wekî Retîkûlûma Endoplazmî ya hilû bi nav dibe. Cudahiya
van her du aliyên RE ne tenê ji aliyê teşeyê yê, lê erkê van beşan ji ne wek hev in.
Retîkuluma endoplazmî ya hilû(REH), lîpîd, fosfolîpîd, kolesterol û steroîdan çê dike. Her
wisa metabolîzmaya karbohîdratan jî li vir dibe. xaneyên masûlkeyan jî xwediyê retîkuluma
endoplazmî ye, lê navê wî retîkuluma sarkoplazmî ye (RS). Retîkuluma sarkoplazmî îyonên
Kalsîyûmê embar dike, dema Kalsîyûm ji RS ber bi plazmayê tê berdan,girjbûna masûlke dest
pê dike. Xaneyên kezeba sor, ji bo ku ji xaneyê jehrê an jî derman û alkol dûr bixe, bi alîkariya
REH karê detoksîfîkasyonê jî dike.
Ji ber ku li ser retîkuluma endoplazmiya girûzî(REG) rîbozom hene, REG di çêkirin,
guhertin û veguhaztina proteînan de erk digire ser xwe. Di çêkirina parzûna xane û parzûna
endamokan jî REG cih digire. Her çiqas proteîn di nav rîbozoman va tê çêkirin jî, a rast ev
proteînên çalak nîn in, tenê zencîra asîdên amînî (a.a) ne. Gava zencîra a.a ji plazmayê dikeve
nav REG yê, hinek cureyên proteînan li vir diguhere û çalak dibe. Hin ji proteînên di nav REG'e
de di nav kîsikên hilgir ve ber bi heybera Golgî tê şandin. Hinek ji proteînên nav REG rasterast
bi egzosîtozê ji xaneyê tên avêtin Ji xeynî xaneya sor a xwînê, hemû xaneyên eukaryotî
xwediyê retîkuluma endoplazmî ne. Retîkuluma endoplazmî bi rîbozom, bi heybera Golgî, bi
navik û ARNyê va têkildar e.



07.02.2020 15:34 ~15:36 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» retîkûlûma endoplazmî

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanistitenduristi zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî