Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
tir li ku das li ku - tirşik
tir li ku das li ku
(6) (3) (3)
di mijarê de bigere

1. bêjeyek kû li gelek cihên axaftina rojane de pir kêrhatî ye.

meseleya wê jî wisa ye;mêvanek tê mala camêrek. dema ku bi hevre

rûdiniştin jina zilam tirek dike. jin ne lê zilam fedî dike. piştî mêvan diçe zilam jê re dibêje ma tu şerm nakî cem xelkê tiran dikî? jinik jî dibêje nexwe te çima sala berê dasa me li zeviya filankes jî bîr kiribû. li ser vê yekê zilam dibêje tu bi xwedêki, tir kû das kû?



em mînak jî bidin

-teyip te heqê kurdan neda

-min riyên duble çêkir

-tir kû das kû

-me deynê imf xelas kir....



05.06.2013 01:52 | simurg56

2. di varyanta li cem me ya çîroka vê biwêj an gotina pêşiyan de kevaniya malê di teşteke fêris de hevîr distire û ji ber ku pê nikare ba ji ber diçe anku tirekî dike..



05.06.2013 07:12 | endazer

3. Çîroka ku di her versiyona wê de kevanî sûcdar e.



05.06.2013 09:36 | simurg56

4. favorî gotina ji bo her cure li-hev-nehatinan...



05.06.2013 15:09 | azadixwaz

5. Gotineka bav û kalan e. Ji ro rewşên kû tû tekiliya wan bi hev re nebin tê bikaranîn..



07.08.2013 12:43 | nan û av


7. meseleke li ser tir û dasê hebû bawer dikim jê peyda bûye.

rojekê zilamek li mala xwe civatê girê daye û mêvanan li mala xwe kom kiriye. dema ku pîreka zilêm çayê li mêvanan digerîne bê hemdî tirekê dike. piştî tirê reng li zilêm diçe di ber xwe de ji şerman diqehire lê civatdaran ji bo ku zilam şermê neke weke ku wê dengê nebihîstibin berdewamî xeberdana xwe dikin. piştî ku civat belav dibe her kes ber bi riya xwe ve diçe zilam diçe ji jina xwe re dibêje: "xanimê ew çi bû te kir, te em hetikandin."

xanima wî jî dibêje "te jî par dasa me winda kiribû.."



16.03.2014 22:42 | oxir

8. pêş gotineki bav u qalane. jî ew meseleyên ne têkildar ê re tê gotin.



çiroka wî wusaye;

ev meseleyê nabeyna xesiyek i u bûkek ê re buriye.

bûk nav çend civatande tır berda xesiya wi jî guh lê dibi u digot

-keçê bes nav civatande tır berde

bûk guhdariya xesiya xwe nedikir u disa tır berda. çare sêyemin xesiya wi digot

-keçê xweda tu tıra berdi ez e te bukujim

bûka wi vi carê axıvi u digot

- ez ê tıra berdim, çima bûka te ya yekemin wî rojê das şkant te deng li nekir.

xesiya wi bûka xwe meyzand u jêre got

-ahoo... tır'l ku û das'l ku. ez e bêjim te tır ne berde nav çivatan tu ê behsa bûkamin ya awil diki u behsa das ê didki.



16.01.2016 18:40 | siyabend zana

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirkan şoray
» dashni morad

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanbiwej
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî