Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; tîrêj zana 21
peyamên çepikkirî

116107. bi xêr hatîye. pêşketin bi xwendin û nivîsandinê pêk tê, dema me jî dest bi tirşikê kirî me jî baş ji qaîdeyên tirşikê fêm nedikir, lê me pêşîyê formata tirşikê xwend, paşî guh da hişyarîyên hevalên din, wilê wilê heta em gihane îro.

ji bo wê ez ê ji vir ji bo hevalên nû destpê kirî binivîsim, divê hûn guh bidin van tiştan:
- divê hûn teqez formata tirşikê bixwînin, herin mijarê û peyama ewil baş bixwînin, hemû qaîde û prensîbên tirşikê tê de hatine nivîsandin.
- divê hûn binêrin ka hevalên din çawa mijara vedikin, çawa dinivîsin, qet nebe navê mijarê û destpêka peyamê.
- divê mirov ji hev alîkarîyê bixwaze.

silavên ji dil bo hevalên nû, heke ew nebin wê tirşik xwe nû neke, av û robarên nû tevlî me nebin em ê heta derekî herin piştî wê em ê biçikin, ji ber wê divê em xwîna nû qewîn bikin.



07.06.2013 18:27 | brusk56

116940. tirşikvanê ku peyama xwe yê li vîr pir xêvokî ye: evina erdogan û merkel/116930
tirşik whatsapp ninû.
nivîskarên me gava peyamek dinivisîn dive li ser wê piçek bifikirin dû re binivisin.
wek dî ew qalîteya tirşikê xirab dike.
û heye ku heqaretên siyasî zerarê jî bide tirşikê.



01.06.2013 01:27 | simurg56

117071. çend roj berî lehî baranyan gotibû gû xwistîye nav tirşikê de lÊ herkes dilê xwe bi gotina lehî tirş kir lê ev çend roj e dibînim ku lehî kêm jî gotiye. bi rastî jî gû xistiye û bi ser de jî bi mîza xwe lewitandiye...
hem mijaran li derî formatê vedike, hem jî gelek caran bi şêwazeke kirêt dinivîse.
ez nabêjim bila nenivîse li her platforman tora medayay civakî kesên wek wî hene, hebûna wan ne kêrhatî ye nebûna wan ne kêmasî ye hew.



08.06.2013 14:50 | simurg56

117494. ez bawer im guh dayiye rexneyan, ji loma her ku diçe baştir dinivîse, mijarên balkêş vedike û mijaran jî li gor rêzikên formatê dadigire, ez wî pîroz dikim. her mayînde û çalak be, serkeftin!



08.06.2013 14:50 | simurg56

129838. An Tîrêj'ê zana, nivîskarek wekî navê xwe zanaye bi navê xwe pîr û kal bibe.. nîvîskarek, welatparêzek,.. û xêrxwazek jidile, cirxweşe, devê wî tim li kene, ji henekan fehmdike û dinivîsêde jî gelek çalake peyamên wî jî têra me û we tev tijene, peyamên wî zanyarî jê dirije, serkeftiye, xwendina wî jî pir başe, nîvisa dixweyne baş jê fehmdike, dema bixwaze dikare deh heb dîna li amedê bi civîne * êdî em çi jê daxwaz dikin, hetanî dinya li dar be ew jî hebe * .. jibû civata wî a amedê jî spas.. jibû çepikên wî û piştgiriya wî daye min li hember lobiya reşşikan jî spasdarim jêre.. jibû azad û bê sînor nivîsandina min daxwazkiriye û aniye ziman jî spasek.. û va çendeke ji destê lobiya reşşikan jibû xatirê wî û çend kesan û çepikên wan dinivîsim sersala wî û hemû tirşikvana ya miladî, xelasbûna wan a ji sala 2020'a, sersala wan a hicrî û a 2022' yan salên wan yên bihirîn yên dirêdene jî ji nihade pîroz dikim.. xwedê wî ji serê me kêm neke bixêrhatiye *



27.10.2013 00:18 | endazer