Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 33 peyam
tîrêj zana 21 - tirşik
tîrêj zana 21

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirêj zana 21
(45) (3) (2)
di mijarê de bigere

19. carekî din bi xêr hatîye. kêmasîyên her kesî hene. Lê mirov bi fêrî xeletîyên xwe dikare rast bike. baş dinivîse ji her tiştî bêtir ji dil dixwaze binivîse. her hebe mayînde be.



03.02.2020 16:05 ~16:05 | kajav

20. min vî kesî blok kir. zêde agresîf dinivîse û tevdigere, ne hewce ye meriv di binê her mijarê de fikrên xwe yên bêfêde eyan bike.



06.02.2020 14:43 ~14:46 | tizbîkêş

21. Nivîskarê dema dawî de rexneyê giran lê tê kirin
Ez fêm nakim gelo min çi şaşî kiriye,heke nivîsên min derî formatê bin dê hevalê moderator jê bibin ji xwe,heke naveroka nivîsa vale be bêjin filan nivîs beredayîye û te belheq nivîsîye bêyî moderatoran ezê jê bibim,
Ev xopana tirşikê niza tema wê divê çawa be hama kî radibe divê tema tirşikê çû!
Temam aferîn hûn rexneya dikin lê ez ji we fen nakim,hûn pir gelemperî daxivin heya rasterast mijarekê ango nivîsekê nîşan nekin ez nizanim hûn behsa çi dikin
Ez bi temamî li ser hişmendîya "tirşik ansîklopedîya kurdîye" dinivîsim ,ji ber wê jî divê her mijar di tirşikê de hebe ku yek hate tirşikê destvala venegere,

Wer hasil min fem nekir di rexneyê xwe de hûn dixwazin bêjin çê ,lê ezê hefteyekî navbirî bidim nivîsên xwe ,formata ku min çend cara xwendibû ezê çend carên din jî bixwînim
Rexne û rastkirinê we yê wek min li jor got hebin jî ezê rast bikim
De hadê bi xatirê we bi hêvîya ew rexneker tirşikê bit`em,heşîn û vejîn bikin!



09.02.2020 15:31 | tîrêj zana 21

22. Nivîskarek e, baş e.Jixwe kesê ku bizanibe kurdî binivîse , li gor min dikare bi formata tirşikê tiştan jî binivîse.kes hene ,dixwazin her tişt bi dilê wan be.Bê xetere û raste rast li gor format.Kes hene nû destpê kirine û her diçe xwe baştir dikin.Kes jî hene du peyva dinvîsin û (bnr) dikin û xwe didin kêlek.Hin kes jî dil û can hewl didin tiştek bikin bo tirşikê.Belê kes e yek ji wan jî tîrêj zana 21

Bi min kêmasîyek wî tune dîsa jî dikare tiştên jêr , çav lê bigerîne;

Yekem: bnr, vbnr ,lînk , wêne , vîdyo bikar bîne dê baştir be.

Duyem: Divê nivîsê xwe dirêj bike bê xêzabin yanî derbasê xêza binî nebe.

Sêyem: Divê ewilî pênaseya/raveya hevoka xwe baştir bike.

(bnr: formata tirşikê)
(bnr: bnr)
(bnr: vbnr)
(bnr: lînk)
(bnr: stûr)
(bnr: stêr)
(bnr: wêne)



09.02.2020 16:06 | brzn

23. ez bawer im guh dayiye rexneyan, ji loma her ku diçe baştir dinivîse, mijarên balkêş vedike û mijaran jî li gor rêzikên formatê dadigire, ez wî pîroz dikim. her mayînde û çalak be, serkeftin!



17.02.2020 09:41 | ferhenga şikestî

24. nivîskarekî hêja ye.

di van dawîyê da yek ji herî çalak nivîskarên tirşikê ye. pirsgirêka peyamên wî yên berê, wek pirsgirêka formatê (formata tirşikê), pirsgirêka rastnivîsînê filan hema bibêje pê ra nemaye.

piştî ewqas rexne û hişyarîyên li ser wî hatibûn kirin (ev jî yê min bû îtîrafên tirşikvanan/117300), êdî di nav tirşikvanan da dibiriqe wekî tirşikvanekî bijarte. peyamên wî rehet tê xwendin, balkêş û herikbar in. naverok jî jixwe ne hewce ye bêjim, bi têra xwe baş e. dikaribû moderator jî bibûya. bravo! çepikekî xurt jê ra.

xuyên wî ku bala min kişand, devê wî ne pîs e, tiştên xerab ji kesê ra nabêje. ewqas gotinên giran û rexneyan lê hat, dev ji giranîya xwe berneda, li ber xwe da û ji heqê rexneyan hat.

wekî din, çend peyamên wî yên hişk û tûj hebûn, min kir nekir, min nedît ku li vir parve bikim. yek ji wan derbarê xelaskirina zaravaya soranî da bû wekî bi zorî. li gorî fikir û mijaran mirov dîsa dikare rexne li hev bike.



30.04.2020 14:57 ~15:17 | mirovekirind

25. kengî ez mijareke balkeş li ser rojeva tirşikê dibinîm, berî ez ye kû mijar vekiriyê ez meyzênim, ez dibê teqez ev tîrêj zana 21 e *
û xwedîyê mijarê ew derdikevê *



09.05.2020 17:53 | merwano

26. tirşikvanê di derbarê formata tişikê da bi aliyê 12 nivîskaran va bi awayekî zexim hatiye hişyar kirin û aliyê çend kesan va jî hatiye asteng kirin. ( ger hûn Peyamên jorê yên di derbarê wî da bixûnin hûn ê bibînin ku ez çi dibêjim û çi dirêjim.)

û di ser da jî bê delîl tespît û bê şahid û sibût rabûye gotiye mijarên hozan serhadê tirşikvan ne li gorî formatê ne, nizam naveroka wana çawa ye filan mêvan.

peyama wî ev e:
bûtîmar/123835

Eger ku derdekî wî bi mijarên min re hebe dikare ji min ra peyam bişîne em mîna du însanên kamil xeberdin û çareser bikin. Lê wisa hêsan nîn e ku meriv heriyê bavêje yekî û huş be.

werhasil divê yan ji min lêborîn bixwaze û îsbat bike û nîşan bide ku kîjan peyamên min li dijî formatê ne û naveroka wana xelet e. Yan jî bila lêborîna xu bixaze û li karê xwe binhêre.



21.05.2020 17:42 | bûtîmar

27. nivîskarek zîrek e. hewldanên wî bo vê ferhengê girîng in. mijarên hêjayî xwendinê, axaftinê vedike.

bawer dikim li ser vê peyamê xortê kurdê serhedê yê gay ê dînê xwe guhertîye xirîstiyaniyê/123830 hozan serhad rexne kirye. bi min mafdar e. sermijar ji veqetandekan nayê xwendin, naverok jî virtûvala ye. dibêje jiyana camêrekî hêjayî nivîsandinê ye lê tu malûmat derbarê wê jiyanê de nîne, lewra wek tîrêj gotî hem sermijar şaşe hem jî peyam nehewce ye.



21.05.2020 19:17 ~19:18 | hespêsor

28. ez ji kesên ku her derbê dibêjin "formata tirşikê" hez nakim .
lê mijara ku zana jê ne rehet e
birajî ne li gor rojeva tirşikê ye .
heke hozan serhad çîroka wî "camêrê serhedî" qal bikirana belkî ew ê çêtir bûna.
lê rexna rakin , rexne mirov bi pêş dixe .
mîna biruo li min kir bû



21.05.2020 20:26 | shwinsherm

29. nivîskarekî jêhatî û mêrxas e.
gelek caran hûn bi peyamên wî yên dirêj û bi wate hûn dikarin wî nasbikin.
ez bixwe wilo dikim *

her wekî din jî car caran tiştna zêde mezin dike.
(mînak: bûyera di nav bera wî û hozan serhad )
ev der li gorî min ne ansîklopedî an jî tiştekî wek wê ye ku
her tiştên ku li vir hatine nivîsandin, pewiste ku di mijareke girîng be.

em nikarin pêşiya tirşikvana ji bo tiştên halo bigrin.
di serî de we ne digot: ev der wek tirşikê ye, her tişt tê de heye.
ê naxwe em hê li pey çi ne, bila kî çi bikê bila bikê.
ger ne li gor formata tirşikê be, jixwe moderetor wê peyam an jî mijarê rakin.
û hûn sax.



21.05.2020 21:18 | merwano

30. Nivîskarê bike neke zimanê wî tuj e. Çiqas bixwaze bi nermî bibêje jî gotinê wî tuj û hişk in. Xwuyaye rexneya wî ya ji bo qenciyê bi awayekî dijminahî û avêtina heriyê hatiye fêmkirin.

Paşê awha gotiye: mafê herkesî heye mijara veke. Lê bi şertê mijara vekir baş rave an pênase bike. Ne ku hama mijareke jê nayê fêmkirin û bi çend bnr ya hatiye vekirin. Ha ev jî heye rexne ji bo pêşdebirin û sererastkirinê ne. Hin kes behsa rexneyê li min bûne jî kirine, belê heçiyê rexne li min kir mala wan ava be, bi saya wan rexneya min kêmasiyên xwe fêm kir û hewlda ku wan çareser bikim. Dema min rexne li yekî kir bila bizanibe ku bo qencî û başiya wî ye. Heke ew kesên rexne li wan hatine kirin bibêjin em rexna nikarin ragirin û çi eleqa kesî ji başî û qenciya me tuneye. Wê demê ez dikarim rexneyê xwe jê bibim lê ne ku lêborînê filan bixwazim. Ji ber ku ez li pişt gotina xwe me. Xwûdê bike ev gotina min jî tûj çê nebûbe. Min pir li ber da.

Belê eynê awha ragihandiye. De îja ka dîsa bifikirin û guh li vî birakê xwe bikin.



21.05.2020 22:54 | tîrêj zana 21

31. tirşikvanê ku min derhek ê wî de tiştek nenivisîyê.
camêr destpêkê de wek shorbevan hat dîtin rastî rexne û şîroveyên neyînî hat hêla zimên ve.
lê wî hertim di got rexneyên we çikasî tujbin jî ezê hew binivîsim.
piştî demeke kurt de alê reziman de xwe gelekî peşxist.
lê her ku pêşket ewkas nivîsen wî û çalakbûna wî kêm bû.
aniha dengê wî qet nabîhîsim.
gelo rewşa wî çawane? wekî berê çima çalak nîne? an tirşikvantîyê sar bû?



21.08.2020 22:30 | golikvan

32. Tirşikvanê ku weke berê her tiştê ku hat heşê wî, nikare li tirşikê binivîse. Ya rast weke berê tişt nayên heşê wî. Berovajî sarbûna tirşikê, bêhtir lê germ bûye û tirşikvaniyê weke nasnameyekî ji xwe re hilbijartiye û li gor erka tirşikvaniyê tevdigere. Heke di rojeva tirşikê de mijareke balkêş bibîne, ew jî çend risteyan li gor zanebûn û agahiyên xwe lê zêde dike. Yan na bi çend hevokên kurt mijara şolî nake.

Axir, her roj serîkî li tirşikê dixe û hemû peyamên hatine nivîsîn dixwîne, heke taqet kir ew jî lê zêde dike û neke jî tim tirşikê dişopîne. Ji ber kar û barên xwe zêde wext nabîne ku nivîsên hêjayî tirşikandinê lê bar bike. Silavên xwe li hemû hevalan dike.



22.08.2020 16:47 | tîrêj zana 21

33. Camêrê ku îroj salek li ser endambûna wî ya tirşikê re derbas bûye. Wekî do tê bîra min ku min navê xwe li forma endambûna tirşikê dinivîsand. Û dest bi nivîsandinê kir. Bi rastî tirşik.net bo min weke dibistanekê bû. Min nivîsandina xwe ya kurdî pêş xist û bûm ciwanek welatparêz yê şidandî* min gelek kesên nû nas kir. Beşdarî civînekî bûm û nivîskarên kevn û avakerê malperê jî rûbirû dîtim. Ji bo min tecrubeyek bêhempa bû.

Di warê fikrî de gelekî guherîm. Gelek fikrên min guherîn, gelek jî hîn berfirehtir bûn. Ya herî girîng jî fêrî ragirtina rexneyan bûm. Fêrî rexnekirinê jî bûm. Spas tirşik!

Minê niha sala we ya nû pîroz bikira lê hêj 13 roj maye*



31.12.2020 20:11 | tîrêj zana 21

34. nivîskarê ku mirov bawer nake endamê salekî ye. weke ku ji mêj ve li van dera ye. her hebe.



01.01.2021 01:14 ~01:15 | hueyn

35. An Tîrêj'ê zana, nivîskarek wekî navê xwe zanaye bi navê xwe pîr û kal bibe.. nîvîskarek, welatparêzek,.. û xêrxwazek jidile, cirxweşe, devê wî tim li kene, ji henekan fehmdike û dinivîsêde jî gelek çalake peyamên wî jî têra me û we tev tijene, peyamên wî zanyarî jê dirije, serkeftiye, xwendina wî jî pir başe, nîvisa dixweyne baş jê fehmdike, dema bixwaze dikare deh heb dîna li amedê bi civîne * êdî em çi jê daxwaz dikin, hetanî dinya li dar be ew jî hebe * .. jibû civata wî a amedê jî spas.. jibû çepikên wî û piştgiriya wî daye min li hember lobiya reşşikan jî spasdarim jêre.. jibû azad û bê sînor nivîsandina min daxwazkiriye û aniye ziman jî spasek.. û va çendeke ji destê lobiya reşşikan jibû xatirê wî û çend kesan û çepikên wan dinivîsim sersala wî û hemû tirşikvana ya miladî, xelasbûna wan a ji sala 2020'a, sersala wan a hicrî û a 2022' yan salên wan yên bihirîn yên dirêdene jî ji nihade pîroz dikim.. xwedê wî ji serê me kêm neke bixêrhatiye *



01.01.2021 22:24 | shorbevan

36. Nivîskarê ku heta anha min ne dîtî ye dilê yekî hiştî ye. Dil nerm û rêzdarî dide fikran mirovan.
Rastî min tirsik.netê ewil min wî naskir Hêvîdarim ku bidomin e.



01.01.2021 22:26 | dilreş

37. Tirşikvanê ku reşik nedaye nivîskarê lewendî ye. Herwiha li gor hatiye gotin dema serhêl bûye 2 reşik hatiye dayîn. Wekî ku tê zanîn mafê her nivîskarê carek e. Yanê çi nivîskar nikare 2 cara reşik bide.

Axir temiya wî li lewendî, bila zêde guh li reşika neke. Ew bişkojka reşika bo were emilandin li wir hatiye danîn. Helbet bi heqî were emilandin çêtir e. Lê tiştê kêfa nivîskarî jê re neyê, yekser dest diçe ser wê bişkojkê.



11.02.2021 21:06 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [2]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
horhorik [1]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
memikên herî xweşik [1]
li vê cîhanê yek tişt heye ku xweştir e ji memikan ew jî welatê min ku...
canon [2]
Marqeyeke wênekêş, optîk, mekîneyên fotokopiyê ye. Li tokyo'ya...
belki ev jî bala te bikişînin
» tîrêj zana 21
» zana.kurdistani

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî