1. Ali Doğan Gönültaş an jî Alî Doxan Gonûltaş; solîst û avakarê koma (bnr: ze tijê) ye. Kesên ku bixwazin ji dengbêj Salihê Şirnexî orîjînala stranê û çîrokê guhdarî bike. vîdyoyê veke Di vê navberê de bila rehma Xwedê li Salihê Şirnexî be, ku wekî gelek hunermendên Kurd qedrî wî jî nehate zanîn û dema qedexeya Silopîyê ji ber qeyrana dil an jî bi mota mot wergera Tirkî "krîza dil" derbas dike, bangî ambûlansê filan tê kirin lê mixabin ne ambûlans ne jî kesek xwe digihîne hewara wî û di wê qedexeyê de wefat dike. Straneke din a ku solo dibêje "Desmal" e, ev stran jî gelek xweş strandîye. vîdyoyê veke Strana "Cemîla min" vîdyoyê veke Hêvîya ku qedrê huner û hunermendê bête zanîn! |
|
11.01.2020 07:16 ~11:08 |
lehî baranyan
|
2. dema vê kilamê dixwîne dibe perwane û tevî şems dibe, ya heq: |
|
26.02.2021 04:11 ~04:14 |
asîmanê sêwî
|
3. Albûmeke nû û pirzimanî derxistiye bi navê “gexî/kiğı/keghi”. Herin Spotifyê! wekî ku te pere dayî û albûma wî kirîyî, jê pere qezenc dikin Stranbêjên me. |
|
19.10.2022 22:43 |
mirovekirind
|
gû [1] |
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
xwarina herî xweş [1] |
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [2] |