Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    15 mijar û 19 peyam
    ali doğan gönültaş - tirşik
    ali doğan gönültaş
    (1) (0) (2)
    di mijarê de bigere

    1. Ali Doğan Gönültaş an jî Alî Doxan Gonûltaş; solîst û avakarê koma (bnr: ze tijê) ye.
    Hunermend û muzîkjenekê ku bala gelek Kurdan nakişîne ye. Xwedî tarz û ûslûbeke cûda ye, ev yek dike ku ew bala gelê Kurd nekişîne!

    Ew bixwe ji Kigi ya Çewligê ye. Sala 1985an de ji dayîk bûye, piştî zarokatîya li Çewligê bi malbatî koçî Stenbolê taxa Gazîyê (bnr: gazi mahallesi) dikin. Wi li ser arkeolojî, radyo û tv sînemayê perwerdehiya xwe temam kirîye.
    Jixwe dema mirov guhdarîya Alî û Ze Tijêyê bike, dibîne ku çawa wekî arkeologekê, etnomuzîkologekê dixebite.

    Ji ber xirecira bajarê Stenbolê li gel hevjina xwe bar kirîye giravê (adalarê). Alî Dogan solo û serbixwe jî xebatên xwe bi navê "xo bi xo" (xwe bi xwe) berdewam dike. Lêkolînên dîroka devkî jî dike.

    Stranan rehmetî dengbêj (bnr: salihê Şirnexî) pir xweş şîrove kirîye.











    Kesên ku bixwazin ji dengbêj Salihê Şirnexî orîjînala stranê û çîrokê guhdarî bike.








    Di vê navberê de bila rehma Xwedê li Salihê Şirnexî be, ku wekî gelek hunermendên Kurd qedrî wî jî nehate zanîn û dema qedexeya Silopîyê ji ber qeyrana dil an jî bi mota mot wergera Tirkî "krîza dil" derbas dike, bangî ambûlansê filan tê kirin lê mixabin ne ambûlans ne jî kesek xwe digihîne hewara wî û di wê qedexeyê de wefat dike.

    Straneke din a ku solo dibêje "Desmal" e, ev stran jî gelek xweş strandîye.










    Strana "Cemîla min"










    Hêvîya ku qedrê huner û hunermendê bête zanîn!



    2020.01.11-07:16 ~11:08]| lehî baranyan

    2. dema vê kilamê dixwîne dibe perwane û tevî şems dibe, ya heq:

    "îro bazara eşqê ye,
    heçî muhtacî pê hebe
    Ji canê derbas bibe"










    2021.02.26-04:11 ~04:14]| asîmanê sêwî

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    navîgiranmezelîwêran [1]
    Tirşikvanek rihayî ye. Heya ji dest min tê xêrhatin li hemû tirşikvanê...
    a- [2]
    pêşbendikek e ku wateya hin peyvan xurttir dike. bo nimûne: niha-anih...
    ezcan [2]
    nivîskarek tirşikê a hêja ye. li ser bûyerên rojane ya civaka kurdî de...
    terorîst dewleta te ye [2]
    gotina sekreterê giştî yê ynkê adil mûrad ku duh di daxuyaniya...
    serkeftin [1]
    gotina ku di devê her kesî de bûye benîşt lê bi kêrî ti tiştî nayê...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » alî babacan
    » dogania

    Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj muzik muzikstrnbj muzik muzikstrnbj muzik kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî